Bûyereke bi êş tevahiya jiyana wê guherand

Wesfiya El-Hacî ya beriya 6 salan bûyerek di serê wê de derbas bû, heya roja îro jî her saniyeyê hûrgiliyên wê bûyerê dijî. Bûyera ku hat serê wê, bandoreke wisa lê kir ku jiyana wê bi tevahî guherand. Çeteyên DAIŞ'ê di navbera 2014-2019’an de gelek herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirin û yek ji wan herêman Şehba bû. Ew herêm bû şahida sûc û kiryarên çeteyan û zilma wan a li ser jinan.

ROBARÎN BEKIR 
Şehba- Wesfiya El-Hacî ya 35 salî ji gundê El-Wehşeya yê kantona Şehbayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ew yek ji wan jinên e ku di şerê li hemberî hovîtiyê de, ji bo ewlehî, aramî û mirovahiyê, beşek ji bedena wan kêm bûye, ji jiyana xwe bêpar mane û hovîtiyê dîtine. Dayika du keçan bû beriya ku yekê ji wan winda bike. Çeteyên DAIŞ'ê di sala 2015'an de wekî bi gelek bajar, navçe û bajarokan gundê wê jî dagir kirin. Li ser êrîş û dagirkeriyê Wesfiya ji me re exivî û wiha got: "Dema ku şer giran bû, êrîş di navbera komên çete û çeteyên DAIŞ'ê de di saetên derengiya şevê de bi ser mala me de girtin û bi zorê me ji malê derxistin, em neçar man birevin gundê bendava El-Şehbayê."
Lê belê ji ber ku tu tişt bi xwe re negirtibûn û reviyabûn, ji bo pereyê xwe bigrin, piştî çend rojan vedigerin mala xwe. Li ser wê demê Wesfiya wiha got: "Sê roj piştî koçberkirina me em neçar man vergerin da ku em pereyê xwe bigrin. Em bi traktora xwe, ez hevjînê xwe û her du keçên min em çûn malê lê em nizanibûn çi li benda me ye. Dema ku em piştî 3 rojên din çûn mala xwe mayîneke ku çeteyên DAIŞ'ê bi cih kiribûn bi me de teqiya."
Dema ku ji bo pereyê xwe bigrin vegeriyan malê mayîn bi ser wan de teqiya
Wesfiya dibêje ku nayê bîra wê çi qewimî ji ber ku ew ji ser hişê xwe çûbû û wiha berdewam kir: "Em ji aliyê komek çekdar ve li bajarê Babê rakiribûn nexweşxaneyê û ez çend saetan di beşa lênêrîna giran de mam. Piştî ku ez hatim ser hişê xwe min dît ku keça min miriye, lingek min û lingê hevjînê min jêbûne. Wê demê jiyana me hat guhertin her wiha ji ber mayînê keça min Nûr a 4 salî  jiyana xwe ji dest dabû, ez û hevjînê xwe bi lingek mabûn û keça min a din jî bi sivikî bedena wê şewitîbû. Em neçar man ji bo dermankirinê birevin Tirkiyeyê. Piştî ku çeteyan mal û axa me dizîn, me li wir emeliyata lingê protez kir."
Zêdetirî 6 sal di ser vê bûyerê re derbas bûye lê hê jî wekî duh di bîra wê de ye. Li ser wê yekê Wesfiya got: “Bîranîna win a xemgîn her dem bi min re ye, êşkişandin ne tenê li vir bi dawî bû, teqîna mayînê di jiyana min de guhertinên mezin çêkir. Hevjînê min jî piştî ku çendek li gel me ma, çû ji me veqetiya, ji wê demê ve berpirsyariya min û xwedîkirina keça me negirtiye ser milên xwe.”
"Sahida zilm û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê" 
Wesfîya El-Hacî neçar ma li kantona Şehbayê bimîne. Dema ku di destên DAIŞ'ê de bû, gelek sûc û binpêkirinên li dijî sivîlan bi taybetî jinan dihatin kirin dîtibû. Wesfîya wiha axaftina xwe berdewam dike: "Tiştên ku ew ji kesên din re heram dikin, ji xwe re destûr didin lewre bi sê caran tekbîran jin ji wan re rewa dibin û ew vê yekê li ser her jina ku ku dixwazin ferz dikin her çendî ew zewicî û xwedî zarok bin jî."
"Li ber çavên rêwiyan qetil dikirin da ku ji kesên din re bibin nimûne
Yek ji dîmenên herî trajîk ku tevahiya herêmê hejand û heta niha jî di bîra Wesfiya de ye. Behsa bûyera jineke ku bi çeteyekî DAIŞ’ê re zewicîbû rastî tecawiza 21 çeteyên din hatibû kir û diyar kir ku qetilkirina jinan ji serjêkirina heywanan hêsantir û bû. Cesed û perçeyên laş nîşanî rêwiyan didan da ku ji kesên din re bibin nimûne. Her wiha behsa bûyera dayikek jî dike ku li ber çavên wê kurê wê hat kuştin: “Jinek li wir bang li kurê xwe dikir lê wî bersiv nedida, ji ber wê jî ji bo ku wî bitirsîne ber bi wî ve beziya û jê re got: "Bi Xwedê ez ê te serjê bikim." Yek ji endamên DAIŞ’ê dengê wê bihîst û ji ber ku wê bi navê Xwedê sond xwaribû diviyabû sonda xwe bi cih bianiya lewma zarok serjê kirin li ber çavên dayika wî û wê gavê dayikê hişê xwe winda kir û ji aliyê derûnî ve xirab bû.” 
"Astengdarî li pêşiya berdewamkirina jiyana wê û keça wê nebû bend"
 Wasfiya El-Hacî dixwest bimriya lê keça xwe ya ku parçeyek ji kezaba wê bû û zaroktiya xwe nejiya winda ne nekira. Îro hemû tiştên keça xwe Nûr di mala xwe de diparêze. Cil û berg û wêneyên ku piştî rizgarkirina herêmê ji nava kevir û xerabiyê rizgar kirine da da ku bêhna zaroka wê pê re bimîne. 
Der barê sedema vegera wan ji Tirkiyeyê de piştî rizgarkirina Kantona Şehbayê jî Wesfiya got: "Bi saya hêzên hevbeş ên şoreşger, Kantona Şehbayê hat rizgarkirin. Piştî salekê koçberbûna me ya Tirkiyeyê em vegeriyan welatê xwe û ev guhertin li herêmê diyar bû. Dema dagikirina çeteyên DAIŞ’ê ew dîmen û hovîtî û piştî rizgarkirina wan pir ji hev cuda bû ji ber ku ewlehî û aramî li herêmê pêk hatibû.
Wesfiya di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kir û got: "Divê hesab ji kesê ku bûne sedema birîndarkirin û kuştina zarokên wan bixwazin û teqez kir ku astengî û ji destdana lingekî wê nabe astengî ji bo berdewamiya jiyana wê û keça wê."
Wesfiya El-Hacî her ku diçe zêdetir xwe dispêre xwe û serdana komîna taxa xwe dike û serdana Yekitiya Jinên Azad a li Şehbayê dike û li gorî derfetên xwe hewl dide piştgiriyê bide wan.