Bîranînên birîndarên erdhejê birînên wan kûrtir dike

Erdheja di 6’ê Sibatê de li Bakurî Sûriyeyê, zirarên gelekî mezin bi xwe re anî. Jinên mexdûrên erdhejê ku malbatên xwe winda kirine, bi nexweşiyên derûnî re rûbûrû ne.

HALA AL-AHMAD

Idilb- Hemû çîrokên erdhejê bi êş in, çîrokên kesên jiyana xwe ji dest dane û yên penaber bûne, mucîzeyên xilaskirina kesên di bin kavilan de mane li gel bangewaziyên berdewam ji bo alîkariyê, çîrokên jinên birîndar ên ji bin kavilan derketine êşa birînên xwe û windabûna zarok û malbatên xwe dîmena herî bi êş e.

‘Mucîzeyek çêbe zarokên min vegerin’

Ew jinên birîndar bi tenê li ser textên nexweşxaneyên Idlibê mane, yek ji wan jî Uruba Al-Jîhad e û lavayan dike ku zarokên wê ji bin kavilên mala wan a ji ber erdhejê bi ser wan de rûxiyaye bi saxî derkevin û dibêje: “Lava dikim mucîzeyek çêbe zarokên min vegerin.”

Uruba Al-Jîhad bi gelek birînên di hemû bedena wê ya lawaz de ji bin kavilan hat rizgarkirin, dest, ling û pişta wê şikiyane, heta niha gelek operasyonên neştergerî derbas kirine û hê jî pêdiviya wê bi operasyonên din û tedawiya fizîkî heye.

Xwişka Uruba Al- Jîhad; Meram Al-Jîhad hewl dide hêstrên çavên xwe veşêre. Ew naxwaze xwişka wê hîn bibe ku hevjîn û hersê zarokên wê mirine. Ji tirsa ku tendirustiya wê xirabtir bibe, ew hêviyê dide xwişka xwe ku malbata wê hê sax in û li nexweşxaneyan li wan digerin.

Rewşa Uruba Al-Jîhad weke ya gelek jinên din e, di aliyê din di odeya nexweşxaneyê de Hiyam Al-Jadol a 28 salî ji beşa lezgîn derketiye piştî ku rewşa serê wê ku di erdhejê de birîndar bûbû baştir bû wê derxistin servîsê.

‘Wek xewnereşkek bû’

Hiyam Al-Jadol dibêje: “Ez heta niha nizanim çi qewimiye, dema ji dengê hilweşîna avahiya xwe ji xewê hişyar bûm weke xewnek bi tirs bû. “Hevjînê Hiyam Al-Jadol û lawê wê yê 2 salî rizgar bûn lê keça wê ya 4 salî jiyana xwe ji dest da.”

‘Min dixwest cara dawî zarokên xwe hembêz bikim’

Xedîce Al-Rabîi jî xebera mirina du zarokên xwe di erdhejê de dide tevî êşa xwe li nexweşxaneya Al-Şîfa ya bajarê Sermede li bakurî Idlibê û dibêje ku lingên wê di bin kavilên mala wan de mane û şikiyane lê êşa şikandinê li pêş êşa windabûna zarokan û kesûkaran ne tiştek e.

Xedîce Al-Rabîi kêliyekê bêdeng dimîne û piştre bi dengekî tijî êş û keser dibêje: “Min tenê dixwest beriya zarokên min binax dikin, wan min dixwest cara dawî hembêz bikirana lê ji ber birînan ez nikarbûm wisa bikira.”

‘Ger di ware derûnî de çareserî çênebe wê bibe depresyona piştî travmayê’

Şêwirmenda derûnî Rîm Al-Bekrî der barê piştî erdhejê de derûniya kesan bi taybetî jî jinan de got: “Erdheja Sûriyeyê ji ber giranbûna bûyerê ne tenê rûyê erdê guhert lê xwezaya hemû kesên kêliyên karesetê jiyane jî guhert ku ev guhertina derûnî ger çareser nebe wê bibe depresyona piştî travmayê. Tê payîn ku gelek kes pê ketine bi taybetî jî jin.”

Rîm Al-Bekrî pêşniyar dike ku bi lez xizmetên şêwr û piştgiriya derûnî ji bo wan jinan were kirin da ku pêvajoya giran derbas bikin.

Rîm Al-Bekrî destnîşan kir ku destwerdan û alîkariya derûnî ya yekem dê reaksiyonên  ji stresa ji trawmayê tên bandorkirin kêm bike da ku reaksiyonên gengaz ên li ser nexweşiya stresa piştî travmatîk û tesbîtkirina wê kêm bike.