Bi xebatên saziyên xizmetê bersiva êrişên dewleta Tirk tê dayîn

Saziyên xizmetguzariyê yên ku li dijî kêmbûna nan, av, sotemenî û ceyranê ya sivîlên di xeta agir de çalakî li dar xistin, tevî hemû êrîşên dewleta Tirk ji bo pêdiviyên xwe bigihînin gel, hewldaneke mezin didin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên dagirkirinê li dijî bajar û gundewarên sînorî yên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bû sedema rûdana gelek pirsgirêkên din. Ji ber dewleta Tirk di êrîşên xwe de giranî da xirakirina binesaziya herêmê, ev bû sedem ku sivîlên li xeta agir yên li derdora navçeya Til Temirê ya Herêma Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zehmetiyan bijîn.

Li navçeya Til Temirê û gundewarên wê 13 hezar û 665 malbat ango 69 hezar û 595 kes dijîn. Di nav de 2 hezar û 490 malbatên koçber ango 13 hezar û 604 kesên ku ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker ji Efrîn, Serêkaniyê, gundewarên navçeya Zirganê û navçeya Til Temirê koçî herêmê bûne, hene.  

Têkildarî vê mijarê jî ji bo zelalkirina sedemên pirsgirêkan û mekanîzmayên çareseriyê bi Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Ronaz Yûnis, Hevseroka Saziya Elektrîkê Dîcle Sofî, Rêveberê Komîteya Sûtemenîyê Mehmûd Xidir û endama Ofîsa Darayî ya firneya mezin Gulbîn Îbrahîm axivîn.

Şaredarî ji bo şêniyan mekanîzmayên çareseriyê bi pêş dixin

Ronaz Yûnis di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên tor an jî şebekeyên avê li xeta Zirganê û çareseriyên ku pêşkêş kirine wiha anî ziman: "Piştî qutkirina kehrebeyê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk Ii ser xeta Zirganê, êdî hewz û bîrên avê nehatin şuxulandin û vêxistin. Ev bû sedem ku sivîl zehmetiyan bikşînin lê li beranberî wê me hewldana peydakirina çareseriyan kir. Wekî çareserî ji bo xizmeta 6 gundên li xeta agir me du jenetorên mezin li ser hewzên avê yên du gundan bi cih kirin û niha di pratîkê de ne û av digihîje her 6 gundan. Hinek parçe û alav temîr dixwestin, me ew jî çêkirin lê belê ava wê ji bo vexwarinê nabe, tenê ji bo pêwîstiyên rojane tê bikaranîn. Ev çareseriyek e û rêbaza din jî ew e ku me sahrîceke ava şêrîn ji bo heman xetê veqetandiye. Sarincek tenê têrê nake lê li gorî derfetên şaredariyê di vê demê de ev dikaribû bihata pêşkêşkirin."

Hedefgirtina wesayîdên endezyariyê û projeyan nîvcomayî

Ronaz Yûnis sedema ku her wext şaredarî nikare xwe bigihîjîne şêniyên xeta agir wiha bi bîr xist: "Êrîş û topbaranên dijwar dibin sedem ku sahrîcên avê nikaribin xwe her wext bigihîjînin xelkê. Car caran sarinc di nîvê rê de vedigerin û carna jî di bin topbaranan de asê dimîne. Ne tenê sivîl ji ber dagirkeriyê em jî wê êşê dikşînin ku nikarin pêwîstiyên gelê xwe bi cih bînin. Gelek projeyên xizmetguzariyê ji ber êrîş û hedefgirtina mekanîzmayên endezyariyê yên mezin, neçarî rawestandina ma. Qutkirina ava stasyona Elokê pirsgirêkê kûrtir dike, ava stasyonê hebe wê bi rengekî baştir bigihîje sivîlan. Sedema dûrbûna çavkaniyên avê û gihandina wê li xeta agir jî heye. Çend gund ji ber xeteriya êrîşan yên bê ser û ber êdî sahrîcên me nikarin derbasî wê bibin. Lê gundên li ser xeta M4 rewşa wan zehmetir e, ji ber hewz û bîrên avê tune ye û ava binerd jî jî piraniya wê şor e. Bîrên avê yên malan tenê hene û ev nakeve xizmeta giştî ya şêniyên li wê derê dijîn. Niha li wê xetê jî li gor derfetan em ava vexwarinê belav dikin."

'Ava binerd li ber xilasbûnê ye çareserî vekirina stasyona Elok e'

Ronaz Yûnis da xuyakirin ku ew her wext amade ne li gilî û gazincên sivîlan guhdar bikin û wiha pêl da gotinên xwe: "Bila gel û sivîl jî bizanibin em her wext ji bo guhdarkirin û li ser sekinandina rexne û gazincên wan, amade ne. Ji ber ku îro em di merheleyek wisa re derbas dibin ku divê em dest bidin hev û ji hev re hêz bin. Ji bo wê divê malbatên ku bîrên avê kolane, bidin cîranên xwe û hemû gund. Ancax bi vî awayî em ê bikaribin bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji lewre em vê dibêjin; bi baldarî ava şor û li gorî pêwîstiyên xwe xerc bikin, xerckirina zêde jî dibe sedema zuhabûna ava binerd. Lê ya destpêkê û dawî jî çareseriya pirsgirêka avê ew e ku dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elok wekî çek li hemberî civakê nede şuxulandin. Çareseriya bingehîn ku alternatîf jê re tune ye, ji bo ava xeta agir û giştî herêmê, di berdana ava Elok de ye. Me lêkolîneke wiha li herêmê çêkiriye ku kesên pisporên avê û biyolojîk jî amade bûn, wekî encam ava şêrîn li herêmê peyda nabe û êdî ava binerd jî kêm dibe. Çareserî stasyona Elok e divê careke din bikeve xizmeta gel."

35 gund hatine ronîkirin

Dîcle Sofî got ku wan di Tîrmeha 2022'an dest bi sererastkirina torên elektrîkê kirine û wiha domand: "Niha li cem me tenê xeta Zirganê pirsgirêkên wê yên kehrebeyê hene. Di nava salek û 5 mehan de 35 gundên ku torên elektrîka wan ji ber êrîşan zirar dîtibûn, hatin çêkirin. Niha 6 gund bê kehrebe ne, ji lewre em li benda alavan in ku werin em dest pê bikin. Gelek caran xet hatine çêkirin lê dîsa hatine topbarankirin û ji xizmetê derketine. Niha projeya gundê Micêbira heye, 700 metre ji gund hatiye ronîkirin lê em li benda hin alavan in ku temam bikin."

‘Dê hewldanên çareserkirina pirsgirêkan bidome'

Dîcle Sofî sedemên derengmayîna pêkanîna projeyên elekrtîkê wiha rêz kir: "Yek ji sedemên derengmayîna projeyên çêkirina elektrîkê û sivikkirina barê sivîlan, êrîşên dijwar ên li ser xetê û xirakirina bi qesd a van xetan bû. Her wiha paşvexistina her carê ya têkiliyên Rûsan jî ku gelek rojan me li benda têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re dihiştin, sedemeke sereke bû. Heman wextê jî zirarên ku digihîjin wesayîdên girêdayî saziyê û tamîrkirina wê jî dem dixwaze. Pirsgirêka kehrebeyê çareser bibe wê pirsgirêka avê jî çareser bibe û wiha çandinî jî bi pêş bikeve. Ji lewre em ê li benda êrîşan nemînin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên şêniyan û civaka xwe her dem di nava hewldanan de bin."

Mazot hat belavkirin

Mehmûd Xidir jî behsa sotemeniya ku îsal gihîştiye her malbata li xeta agir kir û wiha got: "Îsal wekî her sal, madeya mazotê li giştî xeta agir hat belavkirin. Ruxmê ku çend caran sahrîcên mazotê dihatin hedefgirtin jî lê belê em dikaribûn madeyê bigihîjînin hemû malbatan. Her malbatekê 300 lître mazot bi 350 l.s. para xwe girtin. Madeya mazotê îsal kêm e, sedemên wê jî xwe dispêrin hedefgirtina binesaziya herêmê û bîrên petrolê. Lê ruxmî zehmetiyan jî em hewl didin civakê bê mazot nehêlin."

'Em di nava hewldanên zêdekirina mîqdarên arvan de ne'

Gulbîn Îbrahîm rewş û mîqdarê nan ê ku rojane tê pijandin wiha vegot: "Di navçeyê de tenê du firne hene, firneyek nan dide navçeyê û firna din nan dide gundan. Nan ne tenê li xelkê navçeyê û gundan lê belê li koçberan jî tê belavkirin. Ji ber miqdarê arvanê ku tê jî kêm e, ev dibe sedem ku xelk di girtina nan de bi gazinc bin. Rojane 8 ton arvan tê strandin û firne li ser du werdiyan dişuxule, wiha rojane 8 hezar û 550 kîs nan ji firnê derdikeve. Gazincên sivîlên di xeta agir de ku nan di hefteyê tenê du caran digihîje wan û têra wan nake, di cih de ye. Lê bila zanibin ku em di nava hewldanan de ne ku mîqdarê arvan zêde bikin û pirsgirêka nan bi temamî çareser bibe."