Bi xaniyên kerpîç rêwîtiya di demê de…

Amna al-Faqîh a Fîlîstînî ku di mala xwe ya ji kerpîç de bi eşyayên xwe yên antîka di nav demê de rêwîtî dike, şîret li ciwanan jî dike ku xwedî çanda xwe derbikevin.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Amna al-Feqîh a bi xaniyekî kerpîç ya yek odeyî ku çêkiriye, kevnartiyê tinê heta roja me ya îro, armanc dike çanda Filistînê jî dibe jiyîn.

Amna al-Feqîh di mala kerpîç ya yek odeyî ku wê li kêleka mala malbata xwe çêkiriye, bi demê re rêwîtî dike. Diyar dike ku mala ku bi eşyayên antîka xemilandiyê, ku ji ber ji jiyana bi deng a bajêr xilas bibe û hesreta xwe ya paşerojê derbas bike, çêkiriye. Bexçeyek xweş û bi darên zeytûn û qitroyan ya mala Amna al-Feqîh heye. Eywana ku li baxçe çêkiriye balkêş e. Eywan ji bo kesên werin dîtina malê çêkiribû. Amna al-Feqîh dibêje, "Hemû kes wek muzaxaneyek gestiyarî ji bo dîtina li vir tên” diyar kir ku ji kesên tên pereyan nastîne, xwarin û vexwarin pêşkêş dike û sohbetan dike.

'Divê ciwan xwedî çanda xwe derbikevin’

Amna al-Feqîh a 80 salî ku hesreta xwe ya ji bo rabirdûyê her car tîne ser ziman, diyar dike ku sedema ku malekî kerpîç ava kiriye ew e ku mîmariya Filistînê bîne roja îro. Em bi Amna al-Feqîh re dikevin mala yek odeyî. Di hundurê de em sihûn, halet, simkên sêman, firn, selikên xasir û gelek tiştên din ên kevn ên ku bi awayekî rêk û pêk hatine danîn, dibînin. Amna al-Feqîh, anî ziman ku çîrokek her eşyayê heye û ji bo lambaya gazê ya girt wiha got: “Mînak ev ji zarokatiya min e. Ji ber ku ceyran tunebû me her tim vî ya bikaranî” û da zanîn ku biraziyê wê jî di dîtina tiştên antîka de alîkariya wê dike.

Amna al-Feqîh destnîşan kir ku zû dest bi rojê dike, piştî taştê dixwe tê mala kerpîç paqijiya rojê dike. Amna al-Feqîh şîretan li ciwanan dike ku xwedî mîrata xwe ya çandî derbikevin.

Em bi hesta ku di nav demê de rêwîtî kir ji Amna al-Feqîh dur dikevin.