Bi projeyên Rêxistina Tuwanasaziya Jinan ciwan dibin xwedî karê xwe

Rêxistinên jinan ên başûrê Kurdîstanê ji bo krîza aborî li ser civakê sivik bikin hinek projeyan pêş dixin yek ji wan saziyan jî Rêxistina Tuwanasaziya Jinan ê. Berpirsa rêxistinê Sûzan Ferec diyar kir ku bi projeyan derfetên kar ji bo ciwanan ava dikin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebce- Rêxistina Tuwanasaziya Jinan li Helebceyê ji bo derfetên kar ji bo ciwanan ava bike projeyên kar pêş dixe. Bi projeya dawî ya ku rêxistinê ava kiriye hewl dide ji bo 60 ciwanan derfetên kar ava bike.

Berpirsa Rêxistina Tuwanasaziya Jinan Sûzan Ferec diyar kir ku bi projeyên xwe derfetên kar ji bo ciwanên bê kar ava dikin û got: “Projeya me di qonaxa yekem de ye, em ê forma online li çar parêzgehan belav bikin. Cudahiya projeya me ew e ku ciwanên dikevin ser kar rastî her cure pirsgirêkan tên. Di dema herî nêz de ji aliyê xeta germ ve bersiv bidin û wan pirsgirêkan çareser bikin. Di qonaxa duyem de ji bo avakirina derfetên kar ji 50 ciwanan re çêdikin. Di demek kurt de ev ciwan dibin xwedî karê xwe. Li parêzgaha Helebceyê 60 ciwan beşdarî projeye bûne û 22 ji wan jin in. Armanca me ew e ku li Helebceyê em 8 heta 10 projeyên biçûk ji bo ciwanan ava bikin da ku bikaribin bibin xwedî karê xwe.”

‘Em hewl didin ciwanên ku dixwazin ji welat biçin bixin kar’

Sûzan Ferec der barê fikir û armanca projeyên ku ava dikin de wiha got: “Armanca me ew e ku  ciwanên em bixin kar ên ku ji Ewropayê vegerane yan ji dixwazin ji welat biçin. Gelek ciwan ji ber tunebûna armancê berê xwe didin Ewropayê. Di vê projeyê de armanca me ew e ku em hevkariya wan ciwanan bikin. Çar meh in em ciwanên ku li gel me dixebitin dinêrin ka kêrhatiya wan ji çi re heye li gorî wê em nêzî wan dibin.”

‘Kesên ku nexwendine beşa sereke ya projeyê ne’

Sûzan Ferec destnîşan kir ku ciwanên ji ber rewşa jiyanê nikarin xwendinê temam bikin, beşek sereke yên projeyê ne û wiha got: “Ew kesên ku xwendina xwe temam nekirin em dikaribûn hinek ji wan bixin kar. Ji destpêka sala 2022’an heta sala 2024’an bi berdewamî me kar ji bo ciwanên ji Ewropayê vegeriyane û yan jî dixwazin vegerin kir. Em kar ji bo ciwanan dikin ku ji sedî 50 ji wan di kar de bin. Em hewl didin fikrên çûyîna Ewropayê ji mêjiyê ciwanan derbixin û piştgiriya darayî ji wan re dikin da ku xizmetê ji bo xak û niştimanê bikin.”