"Bi riya perwerdeyan em ê bikaribin zîhniyeta baviksalarî biguherînin"

Mêrên Helebê yên ku beşdarî perwerdeya xweser a Rêxistina Kongreya Star bûne diyar kirin ku ew ê bi riya perwerdeyê bikaribin zîhniyeta baviksalarî biguherînin û gaveke erênî ji bo naskirina jinan bavêjin.

SARA ŞÊX HESEN
Heleb- Pergala perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe berfireh dibe. Her wiha ji jinan heta zarokan her kes ji perwerdeyan derbas dibe. Ger civak dixwaze xwe bi rêve bibe dikare bi riya perwerdeyê xwe bi pêş bixe û bi naskirina dîroka xwe dikare çanda xwe biparêze. Bi armanca guhertin û veguhertina zîhniyeta mêr, Rêxistina Kongreya Star a Helebê dewreya perwerdeyê ji mêrên ku di kar û xebatên şaredariya gel de dixebitin hat vekirin. Perwerde li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi tevlibûna 19 mêran hat destpêkirin. Perwerde bi awayekî rojane ji seat 8'ê siharê heta nîvro berdewam dike. Wê ev perwerde 20 rojan bidome. Perwerde ji aliyê Komîsyona Perwerdeyê ya Komîteya Perwerdeyê ya Rêxistina Kongreya Star ve tên dayîn. Waneyên ku tên dayîn civaka xwezayî, dîroka jinan, rastiya Serokatî, Jineolojî, şerê taybet, rastiya şerê gelê şoreşgerî û parastina rewa ye. Têkildarî mijarê komîsyona perwerdeyê û mêrên ku beşdar bûne nêrînên xwe parve kirin. 
"Perwerde bingeha guhertina civakê ye"
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Rêxistina Kongreya Star, Mûne Mihemed perwerdeya ku ji bo mêran dane destpêkirin wiha nirxand: "Em weke komîsyon beşdarî waneyan dibin û mêran perwerde dikin. Her wiha komîsyona vê dewreyê hemû ji jinan pêk tên. Niha qederek mêr beşdarî perwerdeyê bûne û hemû jî bi dilxwazî beşdar bûn loma mirov pêşketinên berbiçav jî dibîne. Perwerdeyên ku tên dayîn ji aliyê mêran ve tê nîqaşkirin û nirxandinên kûr tên kirin. Her wiha li ser zîhniyeta desthilatdar û baviksalarî lêhûrbûn dikin. Mijarên mîna azadî û rizgariya jinan, heqîqet û dîroka jinan û bandora kapîtalîzmê li ser civakê dihatin nirxandin. Dema me nû dest bi perwerdeyê kir, hin kes rastiya ku dihat gotin qebûl nedikirin lê bi demê re ji aliyê mêran ve rastiya ku hatiye jiyîn û tê jiyîn qebûlkirinek çêbû. Perwerde bingeha guhertina civakê ye loma mirov dikare mêran bi riya perwerdeyê biguhêrîne. Armanca me ji vê perwerdeyê ew bû ku em di şexsê mêran de guhertin û veguhertinê çêbikin. Mirov bi herîkîna rojê re dibîne ku çiqas nêrîna wan li beramberî jinan guheriye. Herî dawî jî ez serkeftinê ji mêrên ku beşdarî perwerdeya bîrdozî bûne re dixwazim û hêvî dikim ku civaka me hemû di perwerdeyê re derbas be. Em ê bikaribin bi riya perwerdeyê zîhniyeta baviksalarî biguherînin." 
"Azadiya jinan û wateya jiyanê"
Endamê Şaredariya taxa Şêx Meqsûd a Helebê, Osman Piling ku beşdarî dewreya perwerdeyê bûye nêrînên xwe wiha parve dike: "Nêzî 13 roj in me dest bi perwerdeya bîrdozî kiriye, ev perwerde ji aliyê Rêxistina Kongreya Star ve hat vekirin. Em nêzî 19 mêrên ku di şaredariya gel de kar dikin beşdar bûn. Rêxistina jinan yekser perwerde dide me û ev yek jî me gelek kêfxweş dike. Em vê perwerdeyê ji bo kesayetên xwe gaveke girîng dibînin. Me bi riya perwerdeya xwe azadiya jinan û wateya jiyanê fam kir. Perwerdeyê gelek bandor li me kir û em ê bi riya wê gaven mezin di nava civakê de bavêjin. Ji bo ku civakek azad were avakirin divê jin û mêr hev temam bikin û wekhevî û edaletê bingeh bigrin. Rêber Apo jî di hemû nirxandin û dahûrandinên xwe de girîngiya perwerdeyê sê caran dubare dike û ev yek tê wateya perwerde ji bo mirovan girîng e. Mirov her dem hewcedariya perwerdeyê ye loma divê mirov di her firsendî de xwe perwerde bike."
"Di perwerdê de rastiya jin û mêr"
Endamê Şaredariy a Gel a taxa Şêx Meqsûd a Helebê Reşîd Mihemed jî nêrînên xwe wiha tîne ziman: "Li ser daxwazên xwe em beşdarî perwerdeya Kongreya Star bûn. Zîhniyeta baviksalarî gelek bandor li me kiriye û ev bandorbûn jî beriya 5 hezar salan li me kiriye. Me di vê perwerdeyê de rastiya mêr û jinan fam kir. Me bi riya vê perwerdeyê guhertin û veguhertinên girîng di kesayetên xwe de ava kir. Perwerdeyên ku em niha dibînin piranî li ser jinan in. Di destpêka perwerdeyê de hinek neqebûlkirin ji aliyê mêran ve hebû, ev yek jî dide diyarkirin ku zîhniyeta baviksalarî çiqas li ser me bandor kiriye. Mirov bi riya perwerdeyê rastiya xwe nas dike loma em bi hêvî ne em ê guhertinên nû di jiyana xwe de ava bikin."