"Bi qutkirina avê re, jin bi pirsgirêkên derûnî û malbatî re rû bi rû dimînin"

Endama Komîteya Edaleta Jin a Kongreya Star Meryem Mihemed qutkirina ava stasyona Elok, polîtîkayên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin û pirsgirêkên derûnî yên ku di nava civakê de rû didin nirxand û bang li NY’yê kir ku divê dewleta tirk şerê avê li dijî gel rawestîne û stasyona Elok ji bin dagirkeriyê derîne.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Bi qutkirina ava Stasyona Elokê ji aliyê dagirkeriya tirk ve êdî karesatên dijwar rê didin. Ji nexweşiyên zarokan heya pîr û kalan û hişkbûna xwezayê heya rûdana pirsgirêkên derûnî di nava civakê de. Tevî ku qutkirina avê sûcekî şer e û divê were rawestandin jî NY ku tenê bi daxuyaniyan vê şermezar dike hewl dide rûreşiyê xwe veşêre lê di rastiyê de polîtîkayeke hevbeş e. Ji bo ku em hîn bêtir vê rewşê fam bikin, Endama Komîteya Edaleta Jin a Kongreya Star a navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Mihemed, axivî. 
"Bi qutkirina avê re, jin bi pirsgirêkên derûnî û malbatî re rû bi rû dimînin” 
Meryem di destpêka axaftina xwe de qutkirina avê wekî sûcekî şer pênase kir û wiha domand: "Qutkirina avê yek ji ew şerên hovîtî û sûcekî şer e, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi qutkirina avê re, nexweşiyên ku zarok ango pîr û kal pê re rû bi rû dimînin jî hene û roj bi roj zêde dibin. Li aliyê din jî êdî pirsgirêkên derûnî û malbatî jî dertên û di nava civakê de ev herî zêde bi pêş ketiye. Qutkirina avê ji her zindiyekî zêdetir bandorê li ser jinan dike. Gelek doz hene ku ji ber nebûna avê û gelek pêdiviyên jiyanî digihîje asteke wisa ku jin û mêr hev berdin ango pirsgirêkên wiha dibin sedema hevberdanê. Ev yek jî xeterê bi xwe re tîne."
"Polîtîkayeke hevbeş û birêxistinkirî ye"
Meryem helwesta NY’ê, hêzên hegemon û rola Rûsya û Amerîkayê bi bîr xist û wiha anî ziman: "Ew saziyên ku banga mafên mirovan dikin gelo dizanin mirov çi ne û mafên wan çi ye? Dizanin ji bo çi têdikoşin û di raya giştî de bang dikin? Ger ku bizanibûna wê rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nêz ve bişopandana û ji bo mafên wan, di qada navneteweyî de daxwaz bikirana. NY li ser çi bingehê daxuyaniyên şermezarkirina qutkirina avê dide ku li ser rûyê erdê gavekê ber bi çareserkirina vê pirsgirêkê ve neavêje? Daxuyanî nakeve xizmeta civakê, jê zêdetir divê ku gavên çareseriyê bavêjin. Daxuyaniyên NY nivîsa li ser kaxiz e, mixabin. Hebûna hêzên Rûsyayê li herêmê tenê di asta şeklî de maye, li aliyê din jî barê civakê giran kiriye. Bi qasî ku berjewendiyên xwe diparêze, xizmeta civakê nake mînaka herî ber bi çav jî qutkirina ava stasyona Elok e. Rejîma Sûriyeyê jî hevparê polîtîkayên ku li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên pêkanîn e. Li dijî gelê me polîtîkayeke hevbeş, bi pergalkirî û birêxistinkirî tê meşandin. Armanc têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e lê gel vê yekê qebûl nake."
"Pêwîst e stasyona Elok ji destên dagirkeran derkeve"
Meryem bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Hemû zagon û hevpeymanên navdewletî polîtîk in, ji ber dema ku mesele dibe herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çav, guh û zimanê hemû dewletan tê girtin. Divê ku şerê li dijî gelê sivîl rawestînin û avê wekî çekekê bi kar neynin. Her wiha pêwîstî pê heye ku stasyona Elok ji destên dagirkeran derxin da ku her dem vê şerî nedin meşandin û rê li ber pirsgirêkên civakî were girtin."