Bi “projeya vegera gund” hewl didin pêşî li koçberiyê bigrin

Gundiyên ku piştî koçberiya salên 90'î li Dêrsimê hat jiyîn, dest bi vegera gundên xwe kirin, bi projeya "Veger" a ku bi jiyanî kirine re, pêşî li koçberiyê digrin û ji kesên çûne careke din vegerin xebatan dimeşînin.

Dêrsim - Yek ji cihên ku di salên 90'î de ji ber operasyonên leşkerî yên hatin jiyîn, gelek gundên wê hatine valakirin û hat xwestin bê mirov bê hiştin jî Dêrsim e. Piştî koçberiya bi darê zorê ya salên 90'î, niha ji ber qeyrana aborî û bêkariyê gund li ser bajêr tên valakirin, gundiyên ku dixwazin pêşî li rewşa heyî bigrin, ji bo vegera gundan û zêdekirina hilberînê projeyek derbasê jiyanê dikin. Armanca sereke ya gundiyên ku dê di çarçoveya projeyê de “Komeleya pêşxistina gund” vekin, ew e ku bi teşwîqkirina vegera gundan, sewalkarî û çandiniyê ji nû ve zindî bikin.

Piştî 30 salan vegeriya gundê xwe

Safiye Akgunduz a ku em der barê projeya li gundê Turktaner ê Xozata Dêrsimê pê re axivîn, diyar kir ku gundê xwe yê ku di 13 saliya xwe de neçar mabû jê derkeve, piştî 43 salan vegeriya ye. Safiye Akgunduz diyar kir ku ji ber pirsgirêkan neçar maye ji gund koçî Ewropayê bike, 4 sal in li gundê xwe dijî. Safiye Akgundaz ku piştî vegeriya gund, li kesên derveyî gund dijîn banga hevdîtinê kir, da zanîn ku projeya vegerê piştî van  hevdîtinan derketiye holê.

Armanc dikin ku bi projeyê komeleyek vekin

Safiye Akgunduz, diyar kir ku wan ji bo ciwan û malbatên ku di salên 90-2000'î de ji ber sedemên cuda neçar mane ji gund koç bikin projeyek bi vî rengî ava kirine, got ku bi pêşvebirina vê projeyê ji bo vekirina “Komeleya pêşxistina gund” dest bi xebatan kirine. Safiye Akgunduz, destnîşan kir ku ji bo vê komeleyê bi destûra perwerdeya neteweyî avahiya dibistana seretayî ya li gund tamîr kirine, diyar kir ku bi alîkariya kesên li derveyî welat û li gund dijîn dibistanê tamîr kirine.

"Armanca me misogerkirina vegera gund e"

Safiye Akgunduz der barê projeya ku derbasê jiyanê kirine û komeleya ku dê vekin de van agahiyan parve kir: “Em ê li vir civînan li dar bixin û der barê gundê xwe de biaxivin. Armanca me ya din jî ew e ku em li gundê xwe “Projeya pêşvebirina gund” ava bikin. Em ê îsal vê komeleyê ava bikin. Piştî avakirinê, dê karê me hêsantir bibe. Armanca herî mezin a vê projeyê ew e ku vegera gund misoger bibe û gel ji nû ve teşwîqê çandinî û hilberînê bibe. Dîsa li ser navê parastina zimanê dayikê û çanda xwe jî çalakiyan li dar bixin. Em dixwazin bi vê projeya komeleyê re sewalkarî û çandiniyê jî ji nû ve zindî bikin.”

 “Bila mirov vegerin ser war û axa xwe û li vir bijîn”

Safiye Akgunduz bang li ciwan û malbatên ku neçar mane koç bikin kir û wiha got: “Niha li gundê me ciwan tune ne, tenê kesên extiyar dimînin. Em dixwazin vegera ciwanan misoger bikin. Ez jî di nav de gelek kes vegeriyan. Kesên li Ewropayê dimînin jî xeyalên wan ên vegera gundên xwe heye. Ez demeke dirêj li Ewropayê mam lê tu carî ji çanda xwe qut nebûm. Ez li dûr bûm, min pir bêriya vê derê dikir. Ev der axa me ye, mayîna li welat hesteke din e. Min tu caran ev der ji bîr nekiriye û gelek kesên ku wek min dijîn hene. Ji ber vê divê mirov vegerin ser war û axa xwe, li vir bijîn û dev ji vir bernedin.”