Bi ‘Projeya Tayên rengîn’ astengiyan derbas dikin

Jinên ciwan ên xwedî pêdiviyên taybet ên ku bi Projeya Tayên Rengîn a li Xezayê astengiyên li pêşiya wan derxistin derbas kirin, behsa serkeftina xwe kirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Komek jinên ciwan ên xwedî pêdiviyên taybet bi Projeya Tayên Rengîn nîşan didin ku ew perspektîfa neadil a civakê li ber xwe didin, ew parçeyek bingehîn a civakê ne û dikarin xwe têra xwe û serxwebûnê hilberînin û bi dest bixin. 

Rêvebira projeyê Fîdaa El-Wadiya ji Koleja Perwerdehiya Bingehîn mezûn bû û ji bo peydakirina kar belgeya sêwirana grafîkê wergirt. Ev gava yekem a xebata wî bû. Fîda El-Wadiye ji bo şikandina pêşdaraziyên civakî yên li dijî kesên xwedî pêdiviyên taybet got, "Em bi hêzkirin û qayimkirina kesên xwedî pêdiviyên taybet re eleqedar in. Projeya me di nav 10 projeyan de hat hilbijartin. Ji 100 ramanan, me fînanse û piştgirîyek baş wergirt, ji ber vê yekê em xewnên xwe pêk tînin."

 ‘Projeya me di nava 10 projeyan de hat hilbijartin’

Der barê destpêka projeyê de Fîdaa Al-Wadiyê dibêje: “Saziyek ji bo perwerdekirina kesên astengdar pêşbirkek ragihand ji bo fikrên projeyên nû pêşwazî bikin. Ew projeya me di nava 10 projeyên destpêkê ji nava 100 projeyan hat hilbijartin, foneke baş dan me û alîkariya me kirin ku em xewnên xwe bikin rastî.”

Projeya wan der barê karên destan de bû, her yekê ji wan tiştek dikir, di wê der barê de Fîdaa Al-Wadiyê dibêje: “Me perwerdeyek dît ji bo em pisporî û karînên xwe bi pêş bixin, tîma me hemû ji hunerên destan hez dikin û xelkê jî karên me pejirandine. Ew berhemên xwe bi riya pêşengeh û bazarên werzî didin firotin.”

Derfetên kar ji bo wan kêm in

Gelek astengiyên civakî li pêşiya karê Fîdaa hebûn, dema forma daxwaza kar dinivîsand bendek bi kesên astengdar heye, yekser xwediyên kar dema dibînin erêkirin li wê bendê heye guh nadin pisporî û karînên wan û got: “Di çend salên borî de ez di pêvajoyeke têkoşînerî û berxwedanê re derbas bûm, dikaribûm li hemberî hemû astengiyan rawestim.”

Her wiha astengiyên nebûna made û alavên kar ên pêwîst li Şerîdaya Xezayê jî hene ji ber dorpêçê û bihabûna nirxê tiştan û tunebûna aliyên piştgiriya me bikin. Di wê der barê de Fîdaa Al-Wadiyê dibêje: “Tevî hemû astengiyan lê proje berfireh dibe ji derveyî Filistînê jî û daxwazên zibonan zêde bûne ji ber ku em karê xwe bi baldarî û hezkirin çêdikin.”

Malbat ji zarokên xwe yên astengdar şerm dikin

Jinên xwedî pêdiviyên taybet astengiyên li pêşiya tevlibûna nava civakê hene ji ber ku nenaskirina civakê ji karînên wan re heye û ji ber çanda qalibgirtî ku rol û hebûna wan paşguh dike, gelek malbat keçên xwe wisa li malê vedişêrin. Ji tirsa ku xwişk û birayên wan nikaribin bizewicin weke lekeyeke ku hemû kes ji wan bireve tên dîtin. Ji bo wê Fîdaa Al-Wadiyê dibêje: “Hinek malbat keçên xwe di odeyek bi tenê de vedişêrin û nahêlin derkevin lewre zextên derûnî li ser wan zêde dibin û rewşa wan a tendirustî xirabtir dibe.”

Gelek kes hene ji ber ku dizanin nikarin xwe biparêzin berhem û pereyê wan ji wan digrin

Her wiha di dema dawî de gelek kes hene kar û berhemên darayî yên van jinan dibin û alîkariyên komele û saziyên perwerdekirin û xurtkirina wan didin ji dest wan digrin û rastî destirêjiyê jî tên ji ber ku ew nikarin parastina xwe bikin.

Ji ber destê xwe nikaribû di ezmûnên zanîngehê de bi ser bikeve

Xilûd Al-Dîb astengdariya wê tevgerî di destê wê de encama şaştiyek bijîşkî rûdaye, nikare  xwe bi pêş bixe, gelek caran di ezmûnên zanîngehê de bi ser neket ji ber astengdariya wê ya di dest de ye dibêje: “Ez nikaribûm bi destê çepê binivîsanînim lê min îsrar kir berdêlan bibînim nehatin pejirandin û min riya xwe neqedand.”

Bi berhemên destan kelopura Filistînê diparêze

Xilûd Al-Dîb bi hezkirin hînî karên destan dibe û kelepora Filistînî diparêze. Ew dibêje ku rê ji afrîneriya wê vekiriye û dibêje: “Dema projeya me bi ser ket û bi nav û deng bû, min fam kir ez ne astengdar im, dikarim her tiştî bikim û hêviyên xwe pêk bînim karîna min zêdetirî kesên normal e.”

‘Bi tevlibûna tîmê min girîngiya kesayetiya xwe dît’

Her wiha Samah Al-Şindî ya ku ji pişta xwe astengdar e dibêje: “Yekser dema ez tevli tîmê bûm bi nirxê xwe yê kesayetî hesiyam, ez venaşêrim ku ez rastî gelek rexneyan hatim û nêrînên bêzariyê lê ez bi hêvî bûm ku derfetek ji bo min were ez karînên xwe îsbat bikim. Tevî hemû astengiyên civakî jî vîna min xurt bû, ez bi ser ketim û tevî bazara kar bûm, min mohra xwe li ser xist. Hêza jinên astengdar nêrîna civakî sererast kir û ber bi pêş ve bir ku astengdariya wan derfeta serkeftina wan e.”