Bi nêzîkbûna cejna Remezanê re buhayê kel û pelan zêde bû

Bi hatina meha Remezanê re pirsgirêkên kirîna kel û pelan di nava bazaran de dest pê kirin, aliyên pêwendîdar dibêjin ku ew ê pêşî li zêdebûna biha bigrin lê belê hemwelatî diyar dikin ku sedema vê giraniyê, tunebûna çavdêriya li bazarê û nebûna zagonan e

ŞINYAR BAYÎZ

Silêmanî- Bi hatina meha Remezanê û nêzbûna cejnê re bihayê hemû kel û pelan li bazarê giran bûye. Meha Remezanê meheke pîroz e û zêdebûna ruhê alîkarî û berpirsyariya beramberî hêjaran e lê belê li gorî hinekan meha firotina kel û pelên firoşgehane. Giranbûna bihayê kel û pelan her sal di meha Remezanê de dubare dibe û hemwelatî ji vê yekê nerazî ne, vê giraniyê rexne dikin.

Rêvebera çavdêriya bazirganiya teybet Soran Xefur der barê giranbûna kel û pelan de ji ajansa me re axivî û got: “Beriya meha Remezanê lijneya me serdana bazar û firoşgehan kir û me çavdêrî kir da ku em bizanin wê di meha Remezanê de bihayê kel û pelan giran bibe yan na. Ger em bibînin ku dikandar bê sedem nirxê kel û pelan giran kirine em ê firoşgehê bigrin. Lê ger ku xurekên weke ar û rûn bi giranî anîbin em nikarin tu helwestan nîşan bidin, ji ber ku tu berhemên me yên xwemalî nîn e. Hinek berhemên xwemalî yên ku bi dest tên çêkirin ên weke şirînî dema ku li hemû cihan weke hev be em nikarin çavdêriya bihayê wana bikin. Ji beriya cejnê ve hîn zêdetir çavdêriyên xwe zêdetir kir, da ku em pêşî li giranbûna nirxê kel û pelan bigrin.”

“Bazirgan meha Remezanê weke derfetê ji bo zêdekirina bihayê kel û pelan bi kar tînin”

Her çendî ku rêvebera bazirganiyê red dike ku nirxê kel û pelan giran bûne jî lê belê hemwelatî dibêjin ew ji bihabûna kel û pelan nerazîne û nerazîbûna xwe ya der barê rewşa aborî de tînin ziman.

Roza Abdullah diyar kir ku bazirgan meha Remezanê de weke derfetê bi kar tînin û zêdetir nirxê kel û pelan giran dikin ji ber bi xwe dizanin pêwîstiya xelkê pê heye û wiha got: “Meha Remezanê meheke ku divê bazirgan û firoşgeh ji rewşa hejaran agahdar bin û aliyên pêwendîdar nirxê kel û pelan erzantir bikin da ku hîn zêdetir xelk jê sûdê bigrin lê belê niha her xwediyê firoşgehê li gorî dilê xwe nirxê kel û pelan giran dike. Li hemû deverên Başûrê Kurdistanê ji ber hikumet û nebûna desthilatdariyê xelk hejar e.”

“Nebûna muçe rewşa jiyana xelkê xirabtir kiriye”

Hetwa Mehemed der barê giraniya kel û pelan de wiha got: “Li her cihê nirxê kel û pelan giran e, sedema vê yekê jî nebûna çavdêriyê ye û her yek li gorî xwe nirxek dide ser kel û pelan. Ger çavdêr hebin ku bazirganan seza bikin, nikarin nirxan zêde bikin ji ber niha tu çavdêr nîn e yên herî ku ji vê rewşê ziyanê dibînin kesên hejar in.”

“Dema ku kel û pel giran bin xwediyê firoşgehan jî giran didin”

Gelawêj Hemesalih bi bîr xist ku rewşa xelkê di asteke xirab de ye û her ku diçe nirxê kel û pelan zêdetir dibe, bi carekê xelk rastî hejarî û nebûna mûçe û gelek qeyranên din hatine û wiha domand: “Rast e xwediyên dikanan nirxê kel û pelan giran kirine ev giranbûna nirxan bûye sedema xirabûna rewşa jiyana hemwelatiyan.”

“Nebûna zagonan sedema herî girîng a bazarê ye”

Niyan Fayîq da zanîn ku bilindbûna nirxê dolar sedemek giranbûna kel û pelan e lê belê tu cudahî ji  beriya meha Remezanê û di meha Remezanê de nîn e, her dem nirxê kel û pelan giran e, yan jî xwediyê firoşgehan li gorê xwe biha datîne û tu alî nîn e çavdêrî bike û got: “Çavdêr hene bila werin nava bazarê û bi xwe nirxê kel û pelan pirs bikin. Qalîteya piraniya kel û pelan weke hev e wê demê sedema sereke ya vê giraniyê tunebûna zagonan e.”