Bi îrade û hezkirina jiyanê penceşêrê têk bir

Dema ku jin bixwazin rewşa heyî ya ku li ser wan hatiye ferzkirin, biguherînin li dijî kevneşopî û hişmendiya paşverû serî hildin, tiştek ku bikaribe wan ranawestîne namîne.

NAZÎHA BOUSSÎDÎ

Tunis- Bi dirûşma “tiştên hêjayî jiyanê li ser erdê hene”, Meha Janbon yek ji wan jinan e ku li dijî qeydên civakê serî hildaye û nexweşiya xwe ya giran ku tenê ji %1 hêviya jiyanê tê de hebû derbas kir.

Hezkirina jiyanê wê ji nexweşiyê baş kir

Meha Janbon wênekêş e û pîşesaza karên kevin e li Tûnisê. Piştî derbaskirina wê nexweşiya metirsîdar bû nimûneya jinên xwedî azwerî, rêjeya hêviya derbaskirina nexweşiya wê li gorî bijîşkê neştergeriyê ji %1 bû. Ji ber hezkirina wê ya jiyanê û karê xwe li dijî nexweşiyê li  ber xwe da. Rêjeya serkeftina neştergeriyê û rizgarkirina wê ji mirinê gelekî kêm bû lê ew bi ser ket.

Bi pîşeyên ku hîn bû xwe li ser piyan girt

Tevî ewqas êşan jî Meha Janbon dibêje: “Dema pençeşîr di cihekî hesas di serê min de çêbû, min dest bi dermankirina xwe kir lê min xwe nexist nava nivînan, her dem tablo xêz kir û cil û bergan dirût û neqişand. Piştî sê sal ji perwerdeya pîşesazî min dîplomaya xwe girt û fêrî dirûtinê bûm, pişt re ez ji hevjîna apê xwe û dotmama xwe fêrî neqişandinê bûm ku piştî wê fêrî hûnandina rîs û wênekêşiyê bûm. Ev kêrhatiyên min li dijî nexweşiyê û pirsgirêkên min piştî cudabûna min ji hevjînê min alîkariya min kir ku ez wan astengiyan derbas bikim.”

Tevî îhtîmala ji sedî yek başbûna ji nexweşiyê jî xwe li jiyanê girt

Meha Janbon wiha didomîne: “Ez teslîmê nexweşiyê nebûm ji mirinê jî netirsiyam. Bi gelek hêviyan li hemberî wê nexweşiya kujer rawestiyam. Tevî ku min dizanibû ji %1 îhtîmal tunebû jî ji ber ku di cihekî hesas de çêbibû lê min neştergerî kir bi ser ketim û min ji nû ve dest bi jiyanê kir.”

‘Dema em ji hev veqetiyan hevjînê min, min û zarokan ji malê derxist’

Meha Janbon axaftina xwe didomîne û dibêje: “Piştî derbaskirina nexweşiyê ez di karê xwe de cidîtir bûm. Bi taybetî piştî ku hevjînê min zarokan û min ji mal derxist, ev zarokên ku pêdiviya wan bi malbatê, mal û mesrefên xwendinê hebûn. Niha em di odeyek bi tenê de bi dayika min re dijîn. Tevî ku hê jî bandora nexweşiyê li ser min heye jî ez dirûtinê dikim, xêz dikim û beşdarî pêşengehan dibim, ji bo mesrefa dermankirina xwe û ji bo xwendina zarokên xwe peyda bikim. Berhemên min li Tûnisê bi nav û deng bûne. Divê mirov rê nede tu tişt li pêş riya mirov bibe astengî, karê xwe her dem berdewam bike û ji kar hez bike.”

‘Divê jin xwedî vîn û sebir bin da ku bikaribin têbikoşin û debara xwe bikin’

Piştî serkeftinên Meha Janbon dibêje ku gelek kes jê dipirsin dibêjin gelo ev jêdera hêz û sebra vê jinê li hemberî pirsgirêkên jiyanê çi ye? Ew jî dibêje: “Zarokên min hene divê ez wan baş xwedî bikim, bibim nimûneya wan di berxwedaniyê de, ne jinek lewaz bim ku li benda kesek bimîne were min ji rewşên xirab xilas bike.”

Li gorî nêrîna Meha Janbon divê her jinek xwedî vîn û sebir be da ku xwe îsbat bike û dahata jiyana xwe peyda bike. Karên komeleyan bike ji ber ku hêza pêwîst dide wan li hemberî astengiyan, dikarin maf û erkên xwe bizanibin û di nava civakê û jiyana de xwedî vîn û hêz bin.

Meha Janbon wiha bi dawî dike “Her jin di asta fikirandin û kar de bi hezar mêrî dike. Gelek jin bûne 80 salî û hê jî perwerde dibin û perwerdeyên dirûtinê û rîs jî didin kesên din. Hişmendiya mêr a ku di civakên me de kûr bûye êdî divê were şikandin, jin pê bandor nebin, tişta ku jê bawer in bikin.”