“Bi dengê zingilê şer, em xeta parastinê bihêz dikin”

Hêzên Parastina Civakî-Jin ku derketine kolanan û parastina taxên xwe ji xeteriya çeteyên DAIŞ'ê dikin dan zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê hêzeke terorê ne û xeteriyek li ser hemû mirovahiyê ne û gotin: "Divê civaka me li hemberî xetera çeteyên DAIŞ'ê baldar be û em ê welat û axa xwe ji çeteyan biparêzin."

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Hêzên Parastina Civakî-Jin, di Rojavayê Kurdistanê de xwe bi rêxistin kirine û ev hêz hemû civakê di nava xwe de dihewîne. Dema şerek ango êrîşek li dijî axa Rojavayê Kurdistanê pêk were, hemû jinên ku cihê xwe di nava Hêzên Parastina Civakî-Jin de digirin, yekser li kolan û taxan belav dibin û parastina civaka xwe dikin. Jinên ku di nava Hêzên Parastina Civakî-Jin de cihê xwe digrin, bi lehengiyek mezin pêşengiya civaka xwe dikin. Di 20'ê Çileyê de dema çeteyên DAIŞ'ê li zindana Xwêran a Hesekê dest bi êrîşan kirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastina civakê ji çeteyan kirin. Ji bo ku civak ji xetera çeteyên DAIŞ'ê bê parastin, Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-JIN) dest bi erka xwe ya pîroz kirin û bi şev û roj parastina axa xwe kirin. Li her derê ku HPC- Jin xwe bi rêxistin kiriye daketin qadan û di serma û baranê de erka xwe pêk anîn. Jinên ku di Hêzên Parastina Civakî-Jin a Qamişloyê de cihê xwe digrin ji bo xeteriya çeteyên DAIŞ'ê daketine qadan nêrînên xwe bi me re parve kirin. 
 “Gelê me jêdera hêza me ye”
Endama Hêzên Parastina Civakî-Jin, Xalya Hisên ji taxa Qedûrbeg a bajarê Qamişloyê ye, nêrîna xwe wiha parve kir: "Me soz daye Rêber Apo ku em dev ji axa xwe bernadin û em ê her li ser riya wî bimeşin. Em îro derketine ji bo parastina taxa xwe bikin ji ber bûyerên dawî yên êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Xiwêran. Bi me jinan mabe, em ê parastina civaka xwe bikin û dev ji axa xwe bernedin. Çeteyên DAIŞ’ê çi ji me dixwazin û çima dewletên navneteweyî yên ku bi mafên mirovan bang dikin dengê xwe nakin? Ji 20’ê Çileyê ve êrîşan dest pê kiriye û me şehîd û birîndar dane lê heta vê kêliyê tu kesî dengê xwe nekiriye. Me pişta xwe daye hêzên xwe yên berxwedêr û hêza me ji nav gelê me derdikeve. Îro em wek Hêzên Parastina Civakî ya Jinan derketine kolanan û parastina civaka xwe ji xeteriyan dikin."
 “Em ê ji bo parastina civaka xwe bibin mertal”
Xalya Hisên da zanîn ku parastina civakê ji her welatiyek tê xwestin û wiha domand: "Parastina welat ne tenê ji leşkeran tê xwestin divê civak tevahî xwe ji parastina welat berpirsiyar bibîne. Îro ji me hemûyan tê xwestin ku em tax, gund û bajarên xwe biparêzin û nehêlin ku aramiya me belav bibe. Ger çek û rext li gel her kesê tune be jî divê bi derfetên herî kêm re, xwedî li nirxên şoreşa xwe û welatê xwe derkevin. Bila tu kes nebêje Rojava bêxwedî ye, keç û xortên Rojava wekî bombeyek in di rûyê dijmin de. Dema zingilên şer lêdidin, em hemû ji bo parastina axa xwe dibin mertalên zindî. Bila dewleta tirk baş bizanibe ku em serê xwe li hemberî zilma wan natewînin. Ev dem dema şervanên me ye, me gelek şehîd di oxira azadiyê de dane û em dev ji vê riyê bernadin. Bijî yekitiya gelan re û ez bi hêvî me ku kesên li min guhdar dikin, destên xwe bidin hev da ku em bi hev re parastina xwe û welatê xwe bikin."
 “DAIŞ hêzeke terorê ye, xeteriya wê li ser tevahî herêman heye”
Endama Hêzên Parastina Civakî- Jinê ya bajarê Qamişlo, Îman Elî der barê parastina axa xwe ji djimin, nêrîna xwe wiha parve kir: "Em êvarê derdikevin ji bo ewlehiya taxan. Kesên xirab dema derbasî taxa me dibin em wan kontrol dikin û li nasnameya wan mêze dikin. Rast e şer li Hesekê qewimî lê çeteyên DAIŞ'ê hêzeke terorê ne û pêwîst e bi xemsarî li wan neyê mêzekirin. Divê her welatiyek taxa xwe û mala xwe biparêze. Her wiha divê em ji şaneyên razayî yên çeteyan haydar bin û bi baldar bin. Em her dem parastina civakê xwe dikin lê di demên wiha de berpirsyariya Hêzên Parastina Civakî ya Jinan bêtir derdikeve, ji ber ku parastina civakê erka li ser milên me ye. Em weke Hêzên Parastina Civakî- Jinan, bang li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û dibêjin ku erka parastina vê civakê ji me tê xwestin." 
 “Serkeftin a me ye”
Endama Hêzên Parastina Civakî-Jinê ya bajarê Qamişloyê, Hediye Mûsa jî nêrîna xwe wiha parve dike: "Di nava vê sermayê de, em wek dayik silavên xwe ji şervan û zarokên xwe yên di çeperên şer de têdikoşin, re dişînin û em dibêjin em li pey riya wan in. Em bi roj û salan li kolanan jî bimînin, di bin serma û germahiyê de, em ê piştgiriya şervanên xwe bikin. Me soz daye şehîdên xwe ku em ê li pey şopa wan bin û em ji ber vê yekê ne poşman in. Em dayikên wan şervanên di nav şer de ne û em ê jî wekî wan berxwedaniyê bikin û civaka xwe biparêzin. Dewleta tirk berê çeteyên xwe dide herêmên me ji bo ku yekitiya gelan xirab bike. Em wek dayik soza xwe nû dkin û serkeftinê ji şervan û gelê xwe re dixwazin."