Bi başbûna ji nexweşiya penceşêrê bû hêvî ji bo jinan

Zainab Hussein Al-Dinali, dema ku li Ewropayê bû, hîn bû ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Zainab piştî ku dest bi tedawiyê kir ji nexweşiyê baş bû, diyar dike ku di vi nexweşiyê de du tiştên girîng hene yek jê teşxîsa zû yek jî moral e.

Bingazî – Nexweşiya penceşêrê mirov dikare bi rehetî bibêje ku yek ji nexweşiyên xirab ên modernîteya kapîtalîst e. Jinên bi nexweşiya penceşêrê dikevin hinek ji wan perçeyên ji bedena xwe winda dikin, di aliyê derûnî de jî têk diçin. Di pêvajoya tedawiyê de jî jin gelek zehmetiyan dikşînin û têkbirina vê nexweşiyê jî moral û motîvasyon e. Di sala 2017’an de Zainab Hussein Al-Dinalî jî bi vê nexweşiyê ket lê pê re derket serî û bi sekna xwe ji jinan re dibe hêvî.

 Di sala 2017’an de bi vê nexweşiyê ket

Zainab Hussein Al-Dinalî diyar kir ku meha Cotmehê bi navê “Meha Helesor) ango meha zanînê ye û wiha got: “Di sala 2017’an de ez bi nexweşiya penceşêrê ketim û di sala 2019’an de bi temamî ji baş bûm. Min têkildarî wê mijarê her dem nivîs û reklaman didît û ji ber vê yekê jî bi min re zanînek çêbûbû. Ez dizanibûm mirov çawa penceşêra memikan tesbît dike. Piştî kontrolên min ên li malê bi min re guman çêbûn û ez çûm nexweşxaneyê min test kir. Di testan de derneket lê dema ku ez çûm Ewropayê hîn bûm ku merheleya sêyemîn a nexweşiya penceşêrê me.”

Teşxîsa zû girîng e

Zainab Hussein Al-Dinalî, diyar kir ku teşxîsa zû ya vê nexweşiyê girîng e û got: “Tevî ku ez berê ji bo testan çêbûm bijîjk jî teşxîs nebûbû û ji ber wê hinek dereng mabûm. Li Lîbyayê teşxîs nekirin ev jî ji ber kêmasiya bijîjk û ekîba vê nexweşiyê bû lê ez dikarim bibêjim ku di warê kemoterapiyê de baş in.”

‘Desteka manewî hêzê dide mirov’

Zainab Hussein Al-Dinali, diyar kir ku jinên bi vê nexweşiyê dikevin divê di warê derûnî de destekê bibînin û wiha domand: “Di penceşêra memikan de zanîn girîng. Min bi xwe bandora xebatên dîjîtal ên komî dîtin. Komên ku jinên Lîbyayî ava kirine hem desteka derûnî didin hem jî di hemû mijaran de. piştgirî ne tenê di warê madî de di warê manewî de jî dibe hêz ji mirov re.”

‘Em perçeyek ji bedena xwe winda bikin jî ruhê me yek e’

Zainab herî dawî got: “Jinên ciwan bi taybetî pir ji nexweşiya penceşerê ditirsin, herî zêde jî ji ber windakirina parçeyek ji bedena xwe bi fikar in. Di serî de mirov nikare bipejirîne û xwe kêm hîs dike. Bêguman tu jin naxwaze memika wê were jêkirin. Bi taybetî dixwazim ji jinên ciwan re vê bibêjim; em perçeyek ji bedena xwe winda bikin jî ruhê me yek e. Ji ber vê yekê dema perçeyek ji bedena me jêbibe em pê kêm nabin. Beriya her tiştî divê jin ji xwe hez bikin.”