‘Berxwedana me vegera me ya Efrînê misoger dike’

Jinên ku ji ber êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî neçar man ku koçî Şehbayê bikin gotin, “Berxwedana me ya li Şehbayê vegera me ya Efrînê mîsoger dike” û anîn ziman ku bi hêviya vegera ser axa xwe dijîn.

HESNA MIHEMED

Şehba – Ji şer û mercên şer ên ku herî zêde bandor dibe jin û zarok in. Weke encama van polîtîkayên şer ên tên meşandin gelek kes neçar dimînin ku cih û warên xwe biterikînin. Kesên ku neçarî koçberiyê bûne piranî li kampan dijîn, ji germbûnê heyanî bi cihbûnê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Li kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ji 100 hezarî zêdetir koçberên Efrînî dijîn. Kantona Şehba ya Efrînî lê bi cih bûne, di bin dorpêça dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de û li milê din jî di bin dorpêça hikumeta Şamê de ye.

Gel di bin dorpêçê de berxwedanê didomîne

Zêdetirî 3 meh in hikumeta Şamê sepanên dorpêç û rêgiriyê li ser kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tê de bi sad hezaran koçberên Efrînî dijîn, dimeşîne. Bi dorpêçiyê re gelek astengî û zehmetî tê jiyîn. Pêdîviyên gel ên jiyanî û tendirustî nahêlin derbasî herêmê bibe. Biryar û nameya gel li Şehabyê jî ew e ku berxwedana xwe ruxmê hemû astengiyan didomînin û bi siyasetên dewletên desthiladar tu carî bandor nabin. Jinên Efrînê yên koçberî wargeha Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bûn helwestên xwe li dijî dorpêçiyê anîn ziman.

Dorpêçî gelek zehmetiyan bi xwe re tîne

Hêvîn Henan zehmetiyên zivistanê ku di nava konên koçberiyê de dijî anî ziman û got: "Em di nav şert û mercên zehmet ê koçberiyê de berxwedana xwe didomînin. Zivistanê zarok nexweş dikevin û ji ber dorpêçiya ku hikumeta Şamê li ser me ferzkiriye pêdîviyên tendirustî jî kêm dibe, ev jî dihêle zarok neyên dermankirin. Di heman demê de nahêlin gel bi rihetî bijî û destur nadin ku pêdîviyên jiyanî derbasî herêmê bibin. Tenê ji bo vegera Efrînê em hemû şertên koçberiyê qebûl dikin. Li Efrînê em gelek bi rihetî û bê êş dijiyan. Zehmetiyên herî mezin em di zivistanê de bi ava sar karên xwe dikin û cilan dişon ev jî gelek bi êş e û jin herî zêde van astengiyan dibîne. Divê dewletên navnetewî çavên xwe li ser koçberan vekin û bi erka xwe rabin."

‘Berxwedana me ya li Şehbayê vegera Efrînê ye’

Semîra Xelîl berxwedana ku di nav astengiyên jiyanê de didomînin qal kir û wiha pê da çû: "Em rojane di nav zehmetî û astengiyan de dimînin, dîsa jî biryara me ya berxwedanê tu carî lawaz nabe. Di navber çadiran de rê axî ne û dema baran bibare rê dibin herî û zarok di nav av û heriyê de dimînin. Demê em li cih û warê xwe em gelek kêfxweş bûn û me di astengî di jiyana xwe de neditît. Xwesteka me tenê vegera li Efrînê ye û berxwedana me ya li Şehbayê tenê ji bo Efrînê ye."

‘Dixwazin deriyê koçberiyê carek din vekin’

Fatimê Dîno bal lê kişand ku bi ferzkirin û sepanên dorpeçî û rêgiriyê hikumeta Şamê dixwaze car din koçberiyê çêbide û wiha domand: "Em nêzî pênc sal in di nav zehmetiyên koçberiyê de dijîn lê îsal astengiyên herî mezin ji aliyê Hikumeta Sûriyeyê dorpêçiya ku li ser me hatiye ferzkirin.  Dixwazin bi vê yekê berxwedan û tekoşîna me li Şehabyê bişkînin û carek din deriyê koçberiyê ji me re vekin. Biryar û îsrara me ew e ku ji bilî Efrînê em berê xwe nadin tu deveran û mayîna me ya li Şehbayê vegera Efrîn misoger dike."