Berpirsa Yekîtiya Jinan a Kerkukê: Necezakirin tundiyê zêde dike
Rakirina bûyerên tundîtûjiyê ji medyayê û cezanekirina tewanbaran dike ku sala nû rêjeya tundîtûjiyê hîn zêdetir bibe.
ŞÎRÎN SALIH
Silêmanî – Ji destpêka ku sala nû ve, li Başûrê Kurdistanê tundîtûjî zêdetir bû. Di roja yekem ya sala nû de jinek ciwan ji ber xizaniyê dawî li jiyana xwe anî, jinek ciwan ya 15 salî ji aliyê 7 kesan ve rastî destdirêjiya hat, jinek din ya ciwan ya 15 salî ji aliyê bavê xwe ve hate kuştin û aqubeta jinek ciwan a ji Helepceyê nayê zanîn.
Berpirsa Yekitiya Jinan ya Kerkukê Dîmen Mihemed derbarê tundîtûjiya li dijî jinan a di sala nû de zêde dibe de diyarkir ku aqlê mêrsalarî wisa kiriye ku cihêkariyek mezin di nava jin û mêran de hebe. Dîmen Mihemed da zanîn ku polîtîkayên necezakirinê yê hikumetê dihêle ku rê li bûyerên tundî û qetilkirina jinan vebe.
Xebatên bidawîkirina tundiyê
Dîmen Mihemed destnîşan kir ku jinên azadîxwaz, çalakvan, rojnamevan û rêxistin bi salan e ji bo mafê jinên di civakê de xebat dikin û got: “Ji ber Kurd ji serdema rejîma Baas ve her tim rastî tundîtûjiyê hatiye û êş kişaye, ji ber wê piştî serhildanê xebat li ser wê yekê dike ku civakê hişyar bikin û aqlê mêrsalarî ji holê were rakirin. Em bi berhemê van çend salan ve mijul bûn, lê belê mixabin bi şerê DAÎŞ’ê re car din ew zihniyeta ku tundîtûjiya li beramberî jina Kurd dûbare bû. Lê belê me dest ji xebatên xwe berneda û em li beramberî dijmin rawestan da ku êdî Kurd bi taybet jin rastî tundîtûjiyê neyên.”
‘Aqlê mêrsalarî tundîtûjiyê zêdetir dike’
Dîmen Mihemed bal kişan polîtîkayên tundiyê yê li Kurdistanê her ku diçe tê kûrkirin û wiha dom kir: “Dijmin dixwaze xaka me dagir bike û bi aqlê mêrsalarî dixwaze tundîtûjiyê zêdetir bike û civakê bixwe dibin desthilatdariya xwe û xebatên Kurdan ji holê rake. Her wiha nebûna desthilat û rêveberiyek baş wisan kiriye ku zihniyet weke xwe bimîne û pêş nekeve. Desthilat ji bo berjewendiyê xwe di malbatekê de ger bi kuştina zarokan yan jî tiştek din be ne giring e, cûdahiya erdnîgariyê û sedemê şer ji ber cûdahiya zîhniyetê ye, li her cihê ku zihniyetek hebe wê zihniyetê hikum dike.”
‘Aqlê mêrsalariyê wisa kiriye rê li ber tundiyê neyê girtin’
Dîmen Mihemed wiha got: “Ev 30 sal e em xebat dikin da ku vê zihniyeta paşverû ji holê rabikin ku rejîma Baas’ê sepandiye. Lê belê mixabin aqilê mêrsalarî maye û hinek cih ji bo jinan qedexe kirine û weke şerm bi nav dikin ger jinek biçe wan deran. Dema ku jin diçin wan cihan jî mêr êrîşî wê jine dike û gelek hêcetan dihildin da ku wê jinê tewanbar bikin. Lê belê ew jinan ciwan ya ku ji aliyê bavê xwe ve hatî kuştin tu hêcetek ya kuştina wê nebû, lê belê civakê xwe bêdeng kir.”
‘Divê malbat bê cûdahî zarokên xwe perwerde bike’
Dîmen Mihemed diyar kir ku divê malbat vê cûdahiya di nav akeç û xortan de zarokên xwe perwerde bikin û di civakê de bibe kesek bi perwerde ger jinek pêwîstiya wê bi alîkariyê hebe bikare alîkarî bike. Lê belê heta niha nekarîne kesekê perwerde bikin ku tiştan bipejîrînin. Peyama min ji bo hemû dayik û bavan ew e ku zarokên xwe bi awayek baş perwerde bikin ku mafê jin û xaka xwe bi parêzin û tundîtûjiyê li beramberî jinan nekin.”
‘Ragihandin dikare bûyeran bi awayek baştir raxe ber çavan’
Dîmen Mihemd wiha behsa rola medyayê ya di dawîkirina tundiyê de kir û got: “Mixabin medyaya vê serdemê bûye medyaya ku tenê li pey nav û dengiyê ketiye. Wisa lê hatiye ku kê di malperên xwe de mijarên zêdetir parve kiriye. Ragihandin dikare bi awayek baştir bûyeran rabixwe ber çavê bîneran. Salên bûrî rola medyayê ne baş bû. ji ber wê ez di wê hêviyê de me ku sala 2023’an bibe salek ku di ragihandinê de guherîn were çêkirin û di dema ku bûyerek rû dide rastiya bûyerê raxin ber çavan da ku sedemê bûyerê were zanîn.”
‘Yasa ceza nadin kesên tewanbar’
Dîmen Mihemed di dawiya axaftina xwe de destnîşankir ku polîtîkayên hikumetê yên necakirinê rê li zêdebûna tundiyê vedike û wiha dom kir: “Li welatê me yasa ne serwer e, ev jî wisa kiriye ku suckirin asan bibe û kes ji cezagirtinê natirse. Dema kesek di girtîgehê de be û dubare derdikeve nava civakê û cardin heman sûcê dike, ji ber vê yekê tundîtûjî zêde dibe.”