“Bêhna xuşka min hertim di serê min deye”

Esmer jinek dû canîbû, ew jî yek ji wan bi sedan kes bû ku di kimyabarana Helepçe de aqubeta wê nayê zanîn heta niha jî biranîn wê li gel malbata wê zindiye.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe- Helepçe bajarek bê deng û jiyanek asayî bû heta berî 34 salan bêhna sêvê lê belav bibe. ji wê rojê ve bi hezaran çîrokên tirajedî li Helepçe çêbûn. tenê bi gotina çîrokan û bîranînên wê nikarîbû êşa Helepçeyiyan derbixe, tiştek jî nikare wê birîna kes û karên wana sax bike. Di kimyabarana Helepçe ya 16’ê Adara sala 1988’an ji aliyê rejima Baas ve bi gazên kîmyayî hat bombabarankirin bi hezaran kes şehîd bûn, bi hezran koçber bûn û çarenûsa bi sedan kesan jî heta niha nayê zanîn. Yek ji wan kesên ku aqubeta wan nayê zanîn Esmer Ferec Kowêx a dû canî ye. Ka em bi hev re çîroka Esmer Ferec Kowêx ê ji xwişka wê Soran Ferac Kowên guhdarî bikin.

 “Rojane Helepçe bomba dikirin”

Soran Ferac Kowêx bi hesret behsa bîranên xuşka xwe dike û dibêje: “Xuşka min dû zarokên keç û xortek hebû û di meha xwe ya dawî ya dû caniyê debû. Li vê taxê me hemûyan hevdû di nasî û mala xuşka min wan li serê taxa me bû. Ji ber kimyabarênê hemû çun di jêrzemînan de hewikdan xwe bi cîh bikin. Rojane Helepçe di hat bombaran kirin. Rejîma Baas dewrûber û çiyayên Helepçe bombardûman dikir, ev jî tirs xist dilê hemû hemwelatiyan. Sihara 16’ê Adara 1988’an balefirên şer ên rejîma Baas Helepçe kimyabaran kirin û yek carê bi hezaran kes ji ber bîna gazê xeniqin, bi hezaran koçber bûn û aqubeta sedan kesan jî nayê zanîn.”

“Xuşka min a du canî di jêrzemînan de windabû”

Soran Ferac Kowêx da zanîn ku ji ber dû caniyê xwişka wê di jêrzemînê de zehemtî dikêşe û wiha got: “Piştre me nezanî li ku ma û çi bi serde hat. Her yekê gotinek dikir û tu belegeyek ya me jî nebû ku em bizanin dijî, şehîde, windaye yan jî  birîndare. Tenê ji hevjînê wê re gotibûn gora wê heye, lê belê me gora wê jî ne nedît. Hemû tişt gotinbûn tu belgeyek nine ku em bi zanin di mîne yan jî Şehîde.”

“Ez hîna li bendê me rojekê Esmer li deriyê me bixe ”

Soran Ferac Kowêx dema behsa biranên xwe yên li gel xuşka xwe Esmer dike hestiyar dibe û dibêje: “Xuşka min ji me mezintirbû û weke dayika me bû. Wê dayikti ji bo min dikir, pora min şeh dikir, cil û bergên min yên dibistanê li ber min dikir. Hêj bi hesret çavê min li vegera wêye. Hercar dibêjin zarokek hatiye ditin lê ez hîna li bendême jinek temam li deriyê me bide.”

Em gelek ji êşên enfalkirinên fam dikin

Soran Ferac Kowêx bi bîr xist ku enfal gelek zehmete û wiha dom kir: “Hîna jî dema ez difikirim bêhn  dikeve serê min. Xwişka min darek a tuyan di hewşê de çandibû û ji mere got: ‘wê rojek were hunê bêjin xuşka min ev dara tuyê çandiye.’ Ew dara tuyê jî weke me hîna bendewarê dîtina Esmerê ye.”