'Bêhna nanê tenûrê bi ser bêhna barûtê dikeve'

Ji ber bombebarana dagirkeriya dewleta tirk binesazî û cihên pêdiviyên sereke zirarên mezin dîtin. Aşxaneya Amûdê jî yek ji wan cihên hat bombekirin e. Ezîza Abid bi çêkirina nanê tenûrê hewl dide çareseriyê bibîne.

SORGUL ŞÊXO

Amûdê- Dewleta Tirk ku di 13'ê Çileyê de êrîşên asîmanî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabûn destpêkirin, bi dehan cihên binesaziya herêmê bombebaran kir. Di 14'ê Çileyê de jî aşxaneya El-Xeyîrat ku li başûrî navçeya Amûdê ya Kantona Cizîrê di sala 2014'an de hatiye avakirin bombebaran kir. Aşxane pêdiviya ard ji bo beşek Kantona Cizîrê û Dêrazorê re dabîn dikir, her wiha aşxaneya herî mezin a duyemîn li navçeyê ye.

Aşxaneya ku ji ber bombebarana dewleta Tirk 750 milyon Lirayê Sûriyeyê xisar dît, rojane zêdetirî 50 ton arvan derdixist. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di êrîşa li ser aşxaneyê de du karkerên wê birîndar bûbûn.

Niha li Amûdê nan qut bûye, ji ber wê jî jinan zend û bendên xwe badane û destên wan di nav hevîr de ye. Ezîza Abid a 50 salî ji Sinciqa Xelîl a ku li başûrê navçeya Amûdê dikeve dijî, li ser vê mijarê axivî.

‘Piştî bombebaranê jinan li vir zend û bendên xwe badan’

Ezîza Abid a ku nanê tenûrê weke nanekî xwedî çêjeke cuda di nav hezkirina rabirdûyê û pêşerojê de pênase kir wiha ji me re behsa vê mijarê kir: "Arvanê ku niha ez jê nan çêdikim, me ji zeviyên xwe yê genimê hilandî ye. Em her sal tedbîrên rewşên wiha yên êrîşan, rêgirî û dorpêçê dikin." Ezîza bal kişand ser bombebarana li ser aşxaneya Amûdê û wiha tedbîrên girtine bilêv kir: "Niha ji ber bombebarana aşxaneyê arvan û nan qut bûye, ji ber wê min dest bi çêkirina nanê tenûrê kiriye. Şêniyan qûtê xwe yê îsal hilanîbûn û hesabê rojek wekî îro jî dikirin ku wê bi ser wan re were. Bêguman daxwazên cîranên min jî hene, ez tenûrê dadidim û nan ji wan re lêdixim."

‘Çend sal in em di bin êrîşan de ne’

Ezîza Abid 12 salên şoreşê ku êrîş li ser herêmên wan ranewestiyane bi bîr anî û ev tişt anî ziman: "Çend sal in em di nava êrîşan de ne, gelek rewşên zor bi ser me de hatin ji êrîş, dorpêç û qutbûna arvan, av û hwd. çawa em dikaribûn bi hêza xwe ya cewherî ya hundirîn ew rewş derbas bikin, niha jî em ê ji heqê van êrîşan derdikevin. Hikûmeta Şamê û dewletên din bi destpêkirina Şoreşa Rojava re xwestin me di nava dorpêçê de bixeniqînin.”

Ezîza keda Rêveberiya Xweser a di dabînkirina sotemeniyê ji wan re anî ziman û got ku wan careke din dest bi çandiniyê kirine.

'Civat li derdora tenûrê çêdibe'

Ezîza Abid bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bêhna nanê tenûrê dide ser bêhna barûtê. Civatên jinan ên li dora tenûrê jî dibe sedema dîtina çareseriyan ji pirsgirêkên jinan û malbatî re. Her wiha daxwaza min jî rawestandina şer e, vegera koçberan li warê xwe û em bi hêviya jiyîna rojên xweş in."