Baxçeyê Hêvî cihê kêfxweşiya zarokên astengdar e

Baxçeyê Hêvî, ji bo kesên xwedan hewcedariyên taybet, cihekî ku ji pêdiviyên wan re dibe bersiv e. Li vî bexçeyî piştevaniya derûnî û bedenî ji bo zarokan tê pêşkêşkirin. Ji gelek zarokên ku di warê bedenî û derûnî de nexweş in re xizmet tê pêşkêşkirin.

]
DELAL REMEDAN
Kobanê - Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê di Çileya 2015'an de û ji nû ve avakirina binesaziya bajêr, komîteya jinan a li herêma Firatê di sala 2017'an de baxçeyê "Hêvî" vekir da ku xizmetên civakî û derûnî ji bo zarokên astengdar pêşkêş bike ku dihêle ew îtîmadê bidin ser xwe, ev xizmet bi awayekî xwebeş tên pêşkêşkirin. 
Rêvebera Baxçeya Hêvî ji bo kesên xwedan hewcedariyên taybet, Hala Elî, 32 salî, derçûyê baxçeyê zarokan e û bûye nêzî salekê ku li navendê dixebite got; "Li bajarê Kobanê yekemîn car navendeke bi vî rengî tê vekirin, ji bilî ku ew girîngiyê dide zarokan her wiha li ser pêşkêşkirina xizmeta derûnî jî kar dike da ku piştî temenê 14 salî ew zarok karibe îtîmadê bide ser xwe."
Li bexçeyê zarokan waneyên zimanê Kurdî, Erebî û Înglîzî tên dayîn
Der barê rewşên nexweşî yên ku zarok pê diêşin de, ev xal destnîşan kir; "Piraniya zarokan ji kêmasiyên bedenî, wek êşa falincê, veqetîna zikmakî, otîzm, mengolî û sendroma down êş dikşînin dermanê pîskolojîk û fizîkî ji aliyê bijîşk an kadroyên pispor ve ji zarokan re tê dayîn da ku asta wan a hişmendî, derûnî û fîzikî baş bibe."
Der barê dersên ku zarok digrin de, Hala Elî got; "Di baxçe de zarok, wek zarokên dibistanê waneyên xwe yên zimanê Kurdî, Erebî û Engilîzî dibînin her wiha bîrkarî jî di nav de, wane li gorî têgihîştina zarokan û asta wan tê dayîn, li kêleka vê yekê jî çalakiyên curbecur wekî reqs, xêzkirn, stranbêjî û pêşkêşkirina şanoyan jî hene." 
“Divê malbat zarokên xwe yên astengdar wekî bar nebînin”
Der barê teşwîqkirin û piştgiriya malbatan a ji bo ku zarokên xwe bişînin navendê, wê diyar kir ku wê û hevkarên xwe reklamek ji bo baxçe çêkirine ku ew jî ji piraniya dê û bavan re bû alîkar da ku zarokên xwe tomar bikin. Hala Elî ev encam wekî destkeftiyek rastîn nirxand; "Gelek malbat zarokên xwe yên astengdar wek barekî li ser milên xwe dibînin. Ji ber vê yekê me rûpelek taybet li ser navê baxçeyê zarokan çêkir û em li ser belavkrina çalakiyên ku zarok pê radibin xebitîn, ev yek jî ji bo malbatan tiştek erênî bû ku zarokên xwe li navendê tomar bikin. Hebûna otobusek taybet ji bo veguhestina zarokan bû sedema zêdebûna baweriya malbatan.” 
Li ser çawaniya danûstendina bi zarokên ku rewşên wan ên taybet hene jî got; "Zarokên astengdar bi hewceyî danûstandineke bi taybet in û heya ku ji dest tê em hewl didin ji hêla psîkolojîk ve alîkariya wan bikin, dema ku ew ji xwendinê aciz dibin, em serî li çalakiyên din wek reqs û stranên ku jê hez dikin didin."
"Digel hemî çalakî, şahî û piştevaniya psîkolojîk, em bi zarokan re diçin parkên nêz, zarok ji mamosteyên xwe pir hez dikin û ew êdî fêrî hatina navendê bûne ji ber vê dê tu carî jê qut nebin.”
Ji bo zarokên astendar baştir bên perwerdekirin dê navendeke nû bê vekirin
Navend hewl dide di nav çend rojên pêş de şaxek din veke da ku zarokên astengdarên bedenî ji yên giyanî veqetînin, avahiya niha tenê sê odeyan digre nav xwe û ew têre zarokên heyî nake.
Her wiha destnîşan kir ku piraniya rewşên baxçe digre nav xwe girêdayî "bihîstin û axaftinê" ye û destnîşan kir ku hin zarok cîhazên xwe yên bihîstinê hene lê yên din ji ber şert û mercên darayî yên malbatê cîhazên wan tune ne, ji ber vê di riya nivîsandin an xêzkirinê bi wan re danûstandin tê kirin ji ber ku mamosteyên pispor di vî warî de tune ye."
Di dawiya axaftina xwe de, Hala Elî bang li malbatên zarokên astengdar kir ku zarokên xwe bişînin navendê û got; "Em her cure piştgiriyê didin wan û dibin alîkar ku zarok behremendî û jêhatîbûnên xwe îfade bike da ku ew xwe li ber hevalên xwe kêm nebîne divê malbat zarokên astengdar wekî bar li ser xwe nehesibîne."
“Zarokên astengdar hewceyî lênêrîneke taybet in”
Der barê zehmetiyên ku mamosteyên jin di navendê de dikşînin, Roşîn Hamî ya 22 salî, mamosteya beşa zimanê Kurdî got; "Her zarok ji astengdariyeke cuda êş dikşîne, ji ber vê yekê em carna di danûstandina bi wan re zehmetiyan dikşînin, ji ber ku ew bi hewceyî lênêrînek taybet in lê digel vê yekê jî em pir dixebitin ku wan bextewar bikin."
Li ser awayê hînkirina wan û teşwîqkirina wan ji bo fêrbûnê jî got; "Gava ku ez di danûstandinê de dijwariyê dibînim, ez alîkariyê ji mamosteya psîkolog an jî ji malbatê dixwazim da ku wan fam bikim, çawa bi wan re mijûl bibim û riyên ku di danûstendinê de têne şopandin çi ne." Roşîn Hamî teqez kir ku armanca wan alîkariya zarokan e û pêşxistina jêhatiyên wan ji bo ku di civaka xwe de rolek bi bandor bilîzin û got; "Ez dixwazim bi awayên hêsan alîkariya wan bikim û wan fêrî çalakiyan bikim da ku pêşerojek wan a geş hebe." 
Divê ku saziyên pêwendîdar alîkariyê bikin
Ji ber ku navend girîngiyê dide zarokên 14 salî, Roşîn Hamî banga vekirina navendan piştî vî temenî kir; "Divê ew xwendina xwe li zanîngeh û enstîtuyan biqedînin û di xalek diyarkirî de nesekinin her wiha pêwîst e saziyên pêwendîdar ên girêdayî zarokên astengdar alîkariyê ji wan re rê bikin." 
Li aliyê din, keça 12 salî, Maysa Elî ku ji zaroktiya xwe ve ji ber astengdariya ji destê xwe yê çepê êşê dikşîne, got ew kêfxweş e ku li navendê ye û got; "Ez li vir bi çend zimanan fêrî xwendin û nivîsandinê dibim û tedawiya fizîkê jî dibînim."
Hêjayî gotinê ye ku zarokên Baxçeyê Hêvî di van çar salên dawî de beşdarî sê mîhrîcan û pêşangehên hunerî bûne û navend dê di meha Îlona li pêş de beşdarî mîrhîcana zarokan bibe.