Bandora şîdetê li ser mexdûran heya dawiya jiyana wan didome
Rêvebera Navenda Pêşketin û Wekheviyê ya Edrak Necwa Remedan got ku tundutujî demeke dirêj bandor li ser jinên ku hatine çewisandin dike û jiyan û derûniya wan nebaş dibe loma jî mijar hewcedarî piştevaniya derûnî ye.
ASMAA FATHÎ
Qahîre- Yek ji jinên îstismarkirî ku serî li bijîjk daye, ji bo derbaskirina qeyranên ku tê re derbas bûye bêyî ku sedema vê veguherîna ku di kesayeta xwe de ku wekî "ecêb" binav kir, zanibe ji me re axivî û got: "Min digot qey ez baş bûm lê na, êrîşkar di xewnê de jî li dû min bû, min ji bijîjşkê xwe yê derûnî pirsî û fam kir ku bi qasî 30 salan dê ev êş bidome.
Hin kes bandora şîdetê li ser mexdûran kêm dinirxînin, nemaze dema ku şîdet ne fizîkî be. Dema ku şîdet ne fizîkî be di nava civakê de wekî şans tê nirxandin lê haya wan jê tune ye ku bandora wê ya neyînî li ser mexdûr heta dawiya jiyana wê didome. Her wiha bandora wê tenê di vê xalê de bi sînor namîne, dibe sedem ku di kesayetiya kesan de veguherînek ecêb çêbibe û dibe ku tevger, reaksîyon û heta pratîkên jiyanê yên cuda nîşan bide.
"Ji ber ku di zaroktiya xwe de rastî îstîsmarê hatim çûm cem bijîjşkê derûnî"
Salwa Cemal ku rastî bûyerek wisa hatiye, dibêje ku wê biryar daye biçe cem bijîjkê derûnî ji ber ku dîtiye êdî di danûstandinên xwe de helwestên nelihev pê re çêdibin, têkiliyên wê bi kesên ku nêzî wê dibûn re hişk bûn û wiha domand: "Min hîs dikir ku ez bi lenet im, jiyana her kesê ku nêzî min dibe xirab dikim. Bêyî ku hay ji metirsiya tiştê min dikir bizanibim. Her çendî pir caran min gav davêt û xwe nêzîk dikir û rê li ber hezkirinê vedikir jî gava ku min serkeftina xwe fam dikir di cih de min gav paşve diavêt.”
Salwa Cemal di berdewamiya çîroka xwe de got ku ew bûyer bûye sedema qeyranek tenduristiyê, bûye sedem ku biçe cem bijîjşkê derûnî û di xwesteka başbûnê de israr kiriye. Her wiha ecêbmayî may edema ku dîtiye vê rewşa nebaş a tê de û êşa ku ew dikişîne ji ber rûbirûbûna kiryarên cinsî yên endamek ji malbata wê ye. Heta ku mezin bû baş têgihît, haya wê jê tunebû ku êşa wê ya rastî encama îstîsmara zalimane ya ku di zarokatiya xwe de pê re rûbirû maye ku ew carna bi lêdanê carna jî bi gefxwarinê bû.
Pêdivî bi hişyarkirin û naskirina cihên pêşkêşkirina piştgiriya derûnî heye” "
Rêvebera Navenda Pêşketin û Wekheviyê ya Edrak Necwa Remedan got ku tundutujî demeke dirêj bandorê li ser jinên ku hatine çewisandin dike û jiyan û derûniya wan nebaş dike loma jî mijar hewcedarî piştevaniya derûnî ye. Ji bo wê dive girîngiyek zêdetir li ser piştevaniya zagonî û paşguhkirina aliyê derûnî hebe û rêxistinên sivîl ên ku ofîsên cihê şandina qanûnî digrin ser xwe divê li kêleka wan ofîsên piştevaniya derûnî hebin. Her çend cihên girêdayî Wezareta Tenduristiyê, beşên piştgiriya derûnî, yekîneyên girêdayî Encumena Niştimanî ya Dayik û Zarokan û yekîneyên piştgiriya derûnî ji jinan re li nexweşxaneyan hebin jî divê di vê mijarê zêdetir hişyarî hebe.
Necwa Remedan teqez kir ku saziyên civaka sivîl di bilindkirina hişmendiya girîngiya tenduristiya derûnî de xwedî roleke girîng in. Her wiha ji bo jinên ku destdirêjî li wan hatiye kirin bi riya kampanyayên ku vê yekê dikin armanc divê berpirsyariya herî mezin bigrin ser xwe. Ji bilî wê yekê pêwîstiya wan bi navendên piştevaniya derûnî heye. Ji bo ragihandin û belgekirina rêzgirtina ji bo wan û parastina nepeniya wan agahî û xebata ji bo avakirina sîstemeke exlaqî di birêvebirina daneyan de pêwîst e.
"Li Misirê di 2022'an de 262 sûcên tundiyê li dijî jinan û zarokên keç pêk hatine"
Necwa Remedan hejmara tawanên tundiyê di çaryeka yekem a sala 2022'an de ji ajansa me re eşkere kir û da zanîn ku hejmar gihîştiye 262 tawanên li dijî jin û zarokên keç li Misrê û da zanîn ku hejmara cînayetên ji aliyê Saziya Şopandina Şîdeta Zayendî ya saziya Edrakê ve di vê salê de hatine tomarkirin 72 ye. Di nav de nêzî 54 sûcên ji aliyê ferdek malbatê ve hatine kirin 12 ne, yên bi destên kesek ku eleqeya xwe bi mexdûr re nîn e û li ser 6 cenazeyên ku nasnameya wan nehat zanîn nîşaneyên îşkence, xeniqandin û lêdanê hebûn.
Der barê sûcên lêdanê de jî hat diyarkirin ku tesbît kirine, şikestin, birîn û şewatên giran çêbûne û çavdêriyê nêzî 31 tawanan tomar kirine ku 24 ji wan bi destên yek ji endamên malbatê hatine kirin.
Li ser daneyên mayî yên ku ji hêla çavdêriyê ve bi giştî di çaryeka yekem a îsal de hatine tomarkirin ku di nav de şantajên li ser medyaya sanal hene, bi qasî 55 tawanên şantajên zayendî yên ku hatine raporkirin, hene. Di tevahiya sala 2021'ê de hejmara dozên ku hatine şopandin ji 16 sûcan derbas nebû, nêzî 34 bûyerên xwekuştinê û 13 hewldanên xwekujiyê û nêzî 27 haletên destdirêjiya cinsî hatin ragihandin. Her wiha 7 bûyerên destavêtinê, ji wan 5 zarokên keç bûn, temenê wan di navbera 12 û 17 salî de bû û yek jî zarokek keç xwedî hewcedariyên taybet (astengdar) bû.
Hemû cureyên şîdetê bandorên neyînî li jinan dikin lê ya herî giran şîdeta ‘aborî’ ye
Li aliyê din damezrînera însiyatîfa "Barra El-Sûr" Asmaa Abdel Hamid got ku tundutujî bi hemû cureyên xwe bandorê li jinan dike. Ya herî xirab jî tundiya aborî ye ji ber ku bandorek mezin li ser jiyana jinan dike. Jin di mala xwe de êşê dikşînin ji ber ku hêza aborî di destên mêr de ye, her çend ew kar bikin û mûçe jî bigrin, hin kesên din jî ji bo pêşeroja zarokên xwe tundiyê tehemul dikin.
Asmaa Abdil Hamid anî ziman ku şîdeta civakî li dijî parêzvanên mafên jinan jî tê kirin, ji ber ku gelek ji wan bi tevlihevî û xwestina belavkirina nebaşiya exlaqî tên tawanbarkirin. Şîdeta aborî li cihê kar, bi binpêkirina mafên jinan tê kirin. Ji ber ku gelek kes naxwazin ragihînin ku ew hatine tacîzkirin. Wek nimûne, ji tirsa zexta ku li ser wan were kirin an jî derxistina ji cîhên kar ku beşeke mezin ji hêla desthilatdariya baviksalarî ve tê kontrolkirin.
“Şîdet bandorê li ser têkiliyên mirovî yên mexdûran dike”
Asmaa Abdil Hamid diyar kir ku qeyrana xilasbûna jinan ji hicab an çarşefê yek ji sedemên herî xurt ên şîdeta li dijî jinan e û hin jinên ciwan hene ku bi salan e di bin gefa lêdanê de, girtî ne û ji xwendinê bêpar hatine hiştin ji ber vê mijarê. Her wiha da zanîn ku jineke ciwan heye ku xwe spartiye însiyatîfê, ji ber ku biryar daye ji hicabê xilas bibe rastî êrîşê hatiye û di encdamê de hemû rûyê wê xirab bûye.
Asmaa Abdil Hamid diyar dike ku tundutujî bandorê li danûstandinên mirovan dike, dihêle gelek kes ji tirsa civakê dûrî her kesê bikevin û wê serpêhatiya xwe ya şexsî bi van gotinan vegot: "Li Qahîreyê li meydana Abdîn kesek hewl da bi wesayîda xwe li min bide. Ji wê kêliyê ve heta niha ez nikarim xwe nêzî vê meydanê bikim û ez ji wê tirsê xilas nebûme.”