Bandora malperên tora civakî li ser pirsgirêkên jinan

Jinên rojnameger têkildarî bandora malperên tora civakî li ser pirsgirêkên jinan nirxandin kirin û bi giştî ji bo peyîwendîdar xwe bigihînin pirsgirêkên jin pêre ru bi ru dibin erênî dîtin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre - Di van salên dawî de malperên curbecur ên torên civakî bandorek erênî li xebatên jinan kiriye. Li gel wê di aliyê neyînî de jî bandor kiriye ku herî dawî li ser torên civakî şantajên elektronîkî bû sedmea xwekuştina keçeke ciwan. Ev leza ku ji malperên torên civakî derketiye bi ronîkirina pirsgirêkên cuda yên jinan, ji bo sazî û însiyatîfa jinan jî qadeke nû û bibandor afirand û ji bo têkoşîn ji kolanan ber bi platformên ragihandinê yên cihêreng ve biçe rêze kampanyayên hişyarkirinê hatin destpêkirin.

"Malperên tora civakî amûrek zextê ya qada perwerdehiyê ye"

Rojnamegera femînîst Hind Hamdallah û damezrînera Înîsiyatîfa Waslayê diyar kir ku malperên tora civakî rolek xwe ya bi hêz û bandor di dozên jinan de heye ku kelecaneke mezin di van mijaran de afirandinye û da zanîn ku yek ji bandorên wê yên herî girîng jî ew e ku bi giştî ji bo jinan rewşek hişyariyê çêdike. Hind Hamdallah da zanîn ku bikaranîna malperên tora civakî ji aliyê rêxistinên jinan ve li hemberî hişmendiya mêrsalar ji bo jinan bûye alîkar û wiha domand: “Bandora malperên tora civakî di encama geşedana tevgera jinan de ji kolanan heta bikaranîna platformên cihêreng, ji ber ku rola wan di afirandina rewşek hişyariyê de heye û li ser beşek mezin bandor dike. Înîsiyatîf û saziyên jinan xwedî roleke xurt in di pêla vê dawiyê ya ku di derbarê qeyranên jinan û pêwendiya bilez a bi piraniya wan re çêbûyî. Her wiha di kampanyayên armanckirî de qadeke berfireh ji bo nasîna pirsgirêkên jinan.”

"Gelek pirsgirêkên jinan bi rêya medyaya civakî tên zanîn"

Endezyar Elaf Hîcazî jî têkildarî mijarê got ku gelek qeyranên jinan bi berfirehî nehatine zanîn heta piştî ku li ser torên civakî derketine û wiha dimand: “Ev malper bi rêjeyeke mezin bûne alîkar di nirxandina van qeyranên demên dawî de ji xwe  mijara şîdeta jinan nayê ronîkirin heya ku bi vîdeo an jî nivîs were belavkirin, wek bûyera lêdana mêran ku li Îsmaîliyeyê hema hema her roj dubare bû. Ger ne ji kişandina dîmen û belvabûna wê bûya mêr neçar nedibû ku lêborînê bixwaze. Jin ji hev re piştgir in, dema ku ew alîkariyekê dinivîsin an vîdyoyekê diweşînin, jin bi piştgirî û beşdariyê tevdigerin heta ku mijar bigihe rayedarên pêwendîdar û jin mafê xwe bi dest bixe. Ji ber ku êş û zextên hevpar ên civakî hene, her yek ji wan bi ya din hîs dike û hewldana piştgirîkirinê ji têgihîştina berfirehiya êşê tê.”

Rojnamevana pispor di karûbarên jin û malbatê de Madeleine Nader jî got ku malperên curbicur ên torên civakî di van demên dawî de bûne wek penageheke ewle ji jinên ciwan re ku ji bo pêşkêşkirina pirsgirêk û êşên xwe serî lê didin û wiha dom kir: “Gelek jin serî lê didin ku di mijarên cûrbecûr de bi wan re bibin yek, an jî ji bo alîkarî û parastinê bigerin ku jinên ciwan rapor pêşkêşî Dozgerê Giştî kirine û bersiva wan hatiye dayîn. Dozgeriya Komarê dest bi lêkolînan kiriye. Kesên ku tawan kirine û bûne sedema tawanan, ceza bike

Malperên tora civakî şûrek dudevî ye, ji ber ku ew bi gelemperî penagehek ewle ye ji bo jinan, lê di heman demê de dibe ku ji bo eşkerekirina wan li ber tacîz an şantajên elektronîkî jî were bikar anîn. Ji xwe hişmendî di vê mijarê de faktora diyarker e û rolek xurt dilîze ji bo ku jin karibin bizanin ka mirov çawa bi van malperan re bi gelemperî re mijûl dibe.”

Madeleine Nader di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku divê bi torên civakî re danûstandin bi hişyariyek mezin be, rê û rêbazên parastin û ewlehiyê û aliyên ku di dema her tawanek û şantajeke elektronîkî de werin kirin bê zanîn.