Bajarê ku nasnameya wî ya mîmarî hatiye tunekirin: Amed
Mîmariya dîrokî ya Amedê, di navbera avahiyên yektîp ên roja me de winda dibe. Nivîskar Bîrsen Înal, texrîbata li ser mîmariya ku nasnameya bajar e, bi gotinên “Ka ew Ameda berê. Ez êdî li vir xwe biyanî hîs dikim” vedibêje.
Mîmariya dîrokî ya Amedê, di navbera avahiyên yektîp ên roja me de winda dibe. Nivîskar Bîrsen Înal, texrîbata li ser mîmariya ku nasnameya bajar e, bi gotinên “Ka ew Ameda berê. Ez êdî li vir xwe biyanî hîs dikim” vedibêje.
PINAR URAL
Amed- Bajar dîroka xwe di heman demê de bi avahiyên xwe yên mîmarî ava dikin. Ev mîmariyên dîrokî dibin nasnameya bajar lê her sala ku derbas dibe, nasname diguherin an jî texrîb dibin. Guhertinên ku di bin nave nûjenbûnê de çêdikin, wekî mînakên bi êş ên nasnameya wan tune dibe derdikevin pêşberî me.
Heta roja me ya îro jî yek ji bajarên ku nasnameya wî ya çandî, civakî û siyasî pir hatiye guhertin bêguman Amed e. Ev bajarê ku bi bircan derdora wî hatiye pêçandin û bi Çemê Dîcleyê bi sedan sal e bêhn û bereketê dide derdora xwe; nêzî 7000 sal e li ser piyan e; li ser qevda şûrê hukumdarê Asûr Adad-Nîrarî bi navê “Amed” hatiye nivîsandin. Di çavkaniyên Roma û Bîzansê de bi navên ”Amed, O’mîd, Emît, Amîde” derbas dibe. Dûre jî ji ber rengê kevirên bircan jê re dibêjin “Kara Amed” lê ji ber ku dikeve destên eşîra Ereb ji ber navê wê eşîrê dibe“Diyar-î Bekir.”
Bi bircên ku nivîsên 12 şaristaniyan li ser wan hene, bi pirên kevir, Bexçeyên Hevselê, Çemê Dîcleyê, îbadetxane, pir, malên hezarsale yên kevir û kolanên xwe Amed, yek ji cîwarên herî kevn ê dîroka mirovahiyê ye. Vî bajarî ji serdema ku ji koçberiyê ber bi cîwarbûnê ve çûye, ji nêçîrvaniyê ber bi hilberîna çandinî ve çûye re, mazûvaniyê kiriye. Li vî bajarê ku ji Împaratoriya Roma, Akkoyunlu, Merwanî, Artûklu, Emewî, Ebasî û gelekên din re bûye war; Misilman, Musewî, Ortodoks Êzidî, Kurd, Protestan, Nastûrî, Keldanî û Rûm bi hev re jiyane. Çi heyf ku îro ne pêkan e mirov behsa vê yekê bike.
Mîrasa çandê
Dema ku Amed tê gotin destpêkê bircên derdora bajar pêçane tên bîra mirov. Ev bircên ku bi nivîs, kîtabe û fîgurên li ser hatine çêkirin wekî muzeyeke vekirî ne, 5 hezar û 700 metre dirêj in, 22 metre bilind in. Bexçeyên Hevselê yên bi hezaran sal e bûne warê ajal û giyayan, wan parastine jî xweşikbûneke din û bêhempa ya vî bajarî ne. Ev her du mîrasên bêhempa yên mirovahiyê, di sala 2015’an de ket lîsteya Mîrasa Çandî ya Cîhanê UNESCO’y lê di heman salî de ji ber qedexeya derketina derve ya li bajar, şer û pevçûnan û koçberiyê, li aliyê rojhilatê bajar gelek malên dîrokî û kolan hatin rûxandin.
“Wekî biyaniyek im”
Nivîskar, perwerdekar Bîrsen Înal bi pirtûkên xwe yên bi nave Sîmurg’un Ahi, Îssîz Çira, Tentene, Ozumsen Diyarbekir, Kalbimiz Dort Yılda Kaldı û Cemîle û Çarkin Kirila Felek, de zêdetir çanda berê ya Amedê bi çavên jinan vegot, behsa jiyana jinan a li malên bi hewş ên berê û apartmanên niha kir.
Bîrsen Înal a di sala 1954’an de li Amedê hatiye dinyayê, zêdetir li vî bajarê jiyaye. Înal dema behsa berê dike, xwe wekî “Nifsa bi şans” bi nav dike. Zarokatî û ciwaniya wê, bi cîranên Suryanî, Ermenî û Êzidî re di nava çandeke rengîn de derbas bûye, ji ber wê dibêje ku ew êdî li Amedê xwe biyanî hîs dike. Bîrsen Înal wiha dibêje: “Gelek nasname bi hev re dijiyan li wan taxan. Ez jî bi çanda wan xwedî bûm lê niha ew çand pir tevlihev û biyanî bûye. Bi koçberiyê re wisa tevlihev bûye ku ez êdî xwe li Amedê biyanî hîs dikim. Mînak berê dema em li Kolana Gaziyê bi rêve diçûn, her kesê hev nas dikir lê niha wisa nîn e. Bêguman mezinbûna bajar tişteke xweş e lê bi mezinbûnê re bi koçberiya ji derve û mudaxeleya li ser mîmariya wî re çanda bajar hem dejenere bû hem jî tune bû. Ka ew Ameda berê.”
"Ji sedî 50 mîmariya bajar tune bû"
Bîrsen Înal, balê dikşîne ku şopên dîrokî yên li bajar hatine tunekirin û wiha didomîne: “Ji sedî 50 mîmariya berê ya Amedê hatiye tunekirin. Avahiyên niha tên çêkirin tu eleqeya wan bi mîmariya berê re tune ye. Avahiyên beton in ji derve bi boyaxê xwestine bişibînin malên Amedê. Ev li gorî çand û nasnameya bajarê me nîn in. Ez kesek ji Amedê me vê yekê napejirînim. Xwezî malên me wekî berê bimana. Dest nedana reseniya wan, wisa restore bikirana. Xira nekirana jî dikaribûn restore bikirana. Avahiyên me yên dîrokî tên tunekirin, li welatên din komek kevirên biçûk dikin bîrdarî. Gelo tişteke wiha li ku heye?”
"Ger Sûr nebe têkiliya me bi jiyanê re tê birîn"
Înal diyar kir ku avahiyên di roja me de tên çêkirin hemû ji hev in loma jî bermahiyên dîrokî yên li Sûrê ji bo niştecihên bajar girîng in û wiha dibêje: “Avahiyên niha ji aliyê çandî ve jî xîtabî me nakin. Em hînî rengînî û pirçandiyê bûbûn. Ev jihevbûna avahiyan bêguman ji aliyê manewî ve bandorê li ser me çêkir. Ji van malên ji hev li her derê hene. Apartman li her derê hene. Li hemû derên cîhanê, yên ji vana moderntir hene. Em di nava avahiyên xwe yên mîmarî de bi çanda xwe re bûbûn yek. Em îro li Sûrê nemînin jî dawiyê hefteyê yan jî di demên xwe yên vala de em tên li van kolan û mekanan digerin lewre li van deran bîranînên me hene, çand û bîra me heye. Gelek ji wan kolan û malan xirab bûn êdî tune ne. Niha dema em bixwazin ji zarokan re behsa wan rojan bikin em ê çi nîşanî wan bidin? Mînak ger em Cadeya Gaziyê mînak nîşan bidin; berbanikên ehşab, li pêş dikanan heman camekan hene, ez behsa kîjan ji wan bikim kîjan nekim. Mînak berê, tezgaha pêş a dikana qumaş cuda bû, ya manav cuda, ya bazarvan cuda bû. Çarşiya mast cihê em her dem diçûnê bû, her cure berhemên şîr li wir dihatin firotin, em diketin nava wê bazara qelebalix a rengîn. Wê derê me bi bîranînên me re dikir yek û hesta demên borî dida jiyîn. Gelo niha wisa ye? Niha ji Cadeya Gaziyê bi dehan heta bi sedan cih hene. Êdî ew der ji bo me pir tişt îfade nake. Çendek ez nedihatim nava Sûrê, nikaribûm bihatama lê heta kengê ez ê nehatama lewre Sûr ruhê me ye. Em tenê li sûrê dikarin bêhnê bigrin. Em li malên xwe jî bextewar in, malên me li derveyî Sûrê ne lê di demên xwe yên vala de ji bo em demên berê bi bîr bînin pêdivî bi van mekanan heye. Ger ev mekan tunebin, tu wateya Sûrê namîne. Mînak di dema welidînê de navoka zarok jêdikin wisa ji dayikê diqetînin îcar ger Sûr nebe dê têkiliya me ji jiyanê bê veqetandin.”
"Li malên bi hewş ên berê ji bo jinan cih dihatin çêkirin"
Jiyana li bajar, ji aliyekî ve ji bo civakîbûna kesan dibe zemînek cuda lê di heman demê de ev yek di nava civakîbûnê de têkildarî zayendê kodên wateyê jî ji nû ve diafirîne. Bajar jiyana jinan bi malê û nava malê re dike yek, di nava pratîkên rojane de berê mêran jî dide qadên cuda yên jiyana civakî. Bîrsen Înal dibêje ku tevî rolên zayendî yên civakî jî li Amedê jinan li malên dîrokî yên bi hewş ji bo xwe qadan çêkirine û muqayeseya jiyana li wan malên dîrokî û ya niha di nava malên apartmanan de bi sînor maye dike û wiha didomîne:
“Ji aliyê jiyana jinan ve her çiqas zexta desthilatdariya mêr hebe jî li wan malên bi hewş, jinan ji bo xwe gelek cih veqetandibûn. Li wan malan bi tenê nebûn, azad bûn. Çanda têkiliyên cîrantiyê pir zêde bû. Cîran bi hev re bûn her dem, taştê, xwarin, amadekariyên dawetan, şîn, ger û geşt, hemam, sohbetên li ber kaniyan, ev hemû di jiyana wan de hebûn bi hev re dikirin. Ango jin di hin waran de azad bûn, ango tenê di nava wan malên bi hewş de bi sînor nediman. Niha dema em dinêrin, ji derveyî Sûrê gelek apartman û sîte hene. Gelek avahiyên bilind hene. Dibe ku modern bin lê jiyana jinan li wan malan di nava 300-400 metrekareyê de derbas dibe.”
Înal dibêje ku li Sûrê jiyan pir cuda ye û wiha behsa wê jiyana ku yekitiyê afirandiye dike:
“Cîranan mehên havînê bi hev re taştiya sibehê amade dikir. Her kesê ji mala xwe çi hebûyir ji bo taştê amade dikir, çay çêdikir, hinek caran jî dema ku qelebalix bûya, semaweran datanîn. Xwarinên taştê û zahter ên li her metbexê hebûn bi hev re dihatin amadekirin datanîn ser sîniyan. Zahter çanda ermeniyan bû, li metbexên me ji bo taştê tameke xweş bû. Li her taxê teqez firinek hebû. Li firinan ji bo taştiya sibehê nanê sêlê yê bi rûn çêdikirin. Me bi hev re bi sohbet û henekên xweş taştiya xwe dixwar. Piştî taştê her kes diçû mala xwe, hewşên xwe dişûşt, amadekariya xwarina nîvroyê dikir. Piştî xwarina nîvroyê jin her roja înê diçûn geştê. Di rojên diyar de bi hev re diçûn hemamê. Hemam bi serê xwe çandeke mezin bû. Parvekirin û hurmet hebû. Em nifşeke bi şans bûn lewre em bi çandeke wiha mezin bûn.”
Jiyana ku di nava malên apartmanan de hatiye hepskirin!
Înal diyar dike ku di jiyana li bajarê Amedê de jin diyarker bûn û wiha didomîne: “Bazinê hesîr sembolek bû. Her tişt hindik bû lê jiyan bi qelîte û îtîna bû. AVM nikarin çanda Amedê temsîl bikin. Jin bi lez û bez diçin du sê AVM’yan lewre cihekî din ê biçinê tune ye.”
Înal balê dikşîne ku pêdiviya Amedê bi avakirina navendeke çandê heye, çêkirina wê jî pir zor nîn e û wiha dibêje:
“Dibêjin park hene, berê park tunebûn lê sînemayên ku jin bi hev re diçûn û kêfxweş dibûn hebûn li Ameda berê. Ger di destê min de bûya min ê ew sînema ji nû ve vekira. Mînak Sînemaya Dîlanê dibe ku mînaka wê di cîhanê de tunebe. Hatiye girtin û terikandin. Ji derveyî AVM’yan cihên şano û sînemayê hebin nabe qey? Ji bo jiyana jinan a civakî şert e lê mixabin tune ne. Em diçin li ku. Ka park? Park zêdetir li derveyî bajar hatine çêkirin, ên ku seyareyên wan tunebin gelo dikarin biçin Parka Newrozê? Divê ev hemû li ber çavan werin girtin û ji bo jinan cih û war werin avakirin.”
Bîrsen Înal kî ye?
Perwerdekar, nivîskar, helbestvan di 17’ê Hezîrana 1954’an de li Amedê hatiye dinyayê. Piştî ku Dibistana Seretayî ya Îsmet Paşa û Enstîtuya Keçikan a Amedê xilas kir, (1974) ji Dibistana Diyarbakirê a Mêran Îlkogretmen mezûn bû, dest bi kar kir. Di sala 1988’an de li Zanîngeha Anadolu Beşa Perwerdeyê lîsana destpêkê xilas kir. Li Çewlik, Sakarya û Amedê Mamostehiya polê û rêveberî kir. Dayika 3 zarokan e. Di sala 1997’an de ji bo di sektora taybet de bixebite malnişîn bû. Jiyana wê ya rojane bi helbestên ku bi devoka Amedê nivîsîne, cerebe, çîrok û bîranîn û nivîsên têkildarî perwerdeyê, notên rêwîtiyê, di kovar, rojname yên wekî Guney, Diyarbakir Haber, Malabadî, Yenîyurt, Milliyet Blog, Edebiyatevî, Amedîn Sesî û sîteyên înternetê de hatin weşandin. Di sala 2011’an de koordînatoriya giştî ya Kovara Kastal kir. Endama PEN’ê ye. Berhemên wê ev in: Sîmurgun ahi, Îşsiz çira, Ozümsen Diyarbekir, Tentene, Kalbimiz dort yilda kaldi û Cemîle: Çarkin kirila felek.