Azade Cemaetî: Divê jin bizanibin xwe biparêzin

Azade Cemaetî têkildarî bûyera Şilêr Resûlî got: “Ji ber ku Şilêr li dijî tecawizê derket ber bi xwekuştinê ve çû. Ev yek wekî qehremaniyek tê dîtin. Şilêr qehreman nîn e qurbanek e. Hemû kesên civakê ji vê mirinê berpirsyar in. Divê em şerma xwe îtîraf b

HÎMA RAD

Sinê – Tevî goya “pêşketina” civakê, ya teknolojiyê û yên din, her roj jin tên qetilkirin, bi qirkirinê re rûbirû ne. Kirasê ku li qirkirina jinan tê kirin jî carna di bin navê “kuştina toreyî” de carna jî di bin navê “namûsê” de an kuştin an jî “xwekuştin” e. Êdî divê jin ji bo mafê xwe yê jiyanê li ber xwe bidin. An jî divê ji ber ku zîhniyeta baviksalar xwekuştinê li ser wan ferz dike, haya wan ji her awayê mirina bi jehr hebe. Bi ben re dost, bi şibakê re lihevhatî bin da ku rojek xwe teslîmê wan bikin. Bêguman em behsa Şilêr Resûlî ya ji Merîwanê ku ji bo xwe ji tecawizê biparêze ji qata duyemîn a malê xwe avêt dikin.

Ji ber ku hevkariyê dike tê parastin

Goran Qadirî yê cîranê wê û hevkarê rejîma Îranê, gelek caran ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye binçavkirin lê ji ber ku bi rejîmê re di nava hevkariyê de ye nehatiye girtin. Ev yek gelek caran di çalakiyên şermezarkirinê yên jinan de hatibû ziman. Di serî de dizî, xesp û tacîz, di gelek mijaran de sabikaya wî heye lê heta îro ji ber hevkariya xwe ya bi hêzên rejîmê re nehatiye girtin.

“Pirsgirêkek pergalî ye”

Piştî ku Şilêr Rasûlî jiyana xwe ji dest da, di serî de li Merîwanê, li bajarên Rojhilatê Kurdistan û yên Îranê jin rabûn serhildanê. Em bi aktivîstên jin ên Sineyê re, li ser Şilêr Resûlî ya ji bo xwe ji tecawizê biparêze ji pencereyê avêt axivîn. Ji Komeleya Jiwano û aktivîsta mafên jinan Azade Azade Cemaetî ragihand ku pirsgirêka jinan a li welat, bi pergalê ve girêdayî ye.