Ava baranê ji jinên Zirganê re dibe çavkaniya jiyanê

Di vê pêvajoya ku êrîşên dewleta Tirk gelek krîz bi xwe re ava kir, jinên navçeya Zirganê bi derfetên herî biçûk çareseriyên demkî dibînin û xwe bê alternatîf nahêlin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Dewleta Tirk di Cotmeha 2019'an de êrîş bir ser Serêkaniyê û Girê Spî, navçeya Til Temir û Zirganê jî jê bi bandor bûn. Bi dehan gundên navçeya Zirganê niha di bin dagirkeriyê de ne, nexasim li gel derxistina krîzên avê û cereyanê her wiha di gelek waran de jî bandor çêbû. Stasyonên avê û cereyana navçeyê û gundewarên wê jî hatiye qutkirin û ev li cem jinan zehmetiyên pir mezin çêdike. Her wiha tunebûna dermanan jî nexweşiyan zêdetir dike. Jinan rûxmê hemû zehmetiyan bi xwe tevdigerin û derfetê herî biçûk karek diafirînin. Jinên Zirganê der barê zehmetiyên xwe de wiha axivîn.

'Çavkaniya ava şêrîn şirika ava baranê ye'

Meryem El-Sayil a ku bi satilan ava baranê ji ber şirikan dikşîne hundirê malê der barê zehmetiyên dikşîne de wiha axivî: "Belê! Em di rewşeke zehmet de ne bi van êrîşên dewleta Tirk a dagirker û topbaranên ku navçe û gundewarên wê herî zêde hedef digre. Êrîş gelek zirarê bi xwe re tînin, mînak ji ber topbaranê ez nikarim biçim taxa rojavayî ya navçeyê cihê ku mala min lê ye ji vê yekê zêdetir wê zirarek çawa hebe. Zehmetiyên me yên avê jî pir in. Niha em bi satilan ava baranê li ber şirikan tijî dikin, da ku em ji bo şûştina laş, cil û mala xwe bi kar bînin. Ji bîra ava şor jî em avê dikşînin û ji bo şûştina hewşê bi kar tînin. Piçek ji bîrê û piçek ji baranê em karê xwe pê diqedînin. Êrîş di demsalên zivistanê de rewşa me zehmetir dikin. Ji ber wê jî em mafên xwe yên herî rewa dixwazin. Daxwaza me ew e ku em bikaribin bi aramî bijîn û zehmetiyên me yên weke avê û cereyanê bên çareserkirin."

Bi bêrê hewl dide kanala avê veke!

Me di nûçeyên xwe yên berê de jî gotibû ku dewleta Tirk navenda Şaredariya Gel topbaran kiribû, di encamê de gelek alavên wê yên ku xizmeta gel dikirin ji xizmetê derketin. Fatima Hiso ji ber girtina kanala avê ya malê û kolanê gelek zehmetiyan dikşîne, der barê wê de ev tişt anî ziman: "Ji bo xatirê vî welatî em ê xwîna xwe bidin, ji ber wê jî îro em li hemberî dagirkeriyê li ber xwe didin. Ji ber kanalên avê hemû hatine girtin û ev çend sal in nehatine vekirin, divê ku şaredariya gel alîkarî bide. Ji bo wê hinek ji me û hinek ji şaredariyê em bikaribin van pirsgirêkan çareser bikin."

'Dermanxaneya me niha gihayên xwezayî ne'

Qada tenduristiyê jî li Zirganê gelek zirar dîtiye. Zehra Mihemed a ku li hemberî van zehmetiyên peydakirina dermanan xwedî alternatîf e wiha behsa vê mijarê kir: "Zarokên me bi nexweşiyên demsalî dikevin, ji bo wê jî li navendên tenduristiyê dermanên pêwîst gelek caran nayên peydakirin û li dermanxaneyan jî bi buhayê zêde tên firotin. Ji ber wê jî em gihayan di biharê de ji çolê kom dikin û ji bo rewşên wiha hiltînin. Niha em li şûna dermanan gihayan bi kar tînin. Em xwe li ber zehmetiyan dest girêdayî nahêlin em bi xwe tevdigerin û alternatîfan çêdikin. Ji bo wê jî çi bibe em dest ji vê axê bernadin û ji dagirkeran re nahêlin."