Amîna Bajajî: Nabe ku pêşdarazî li ser jinên rastî şîdetê tên hebe

Çalakivana femînîst Amîna Bajajî destnîşan kir ku pêvejoya guhdarkirina jinên ku rastî tundiyê hatine, di bingehê de atmosferek bi bawerî di navbera kesê û kesa guhdar de hewce dike da ku bihêle ew biaxive û piştre wê rênîşandan bike.

HANAN HARITE

Mexrib- Guhdarkirina li jinên ku rastî tundiyê hatine zanabûn e, ew huner e û giraniya xwe ya psîkolojîk û pîşeyî heye. Bi taybetî dema ku rûbirûyî hin rewşan tên ku çareserkirna pisgirêkên wan li ser asta qanûnî û civakî zehmet dibe.

Ajansa me bi çalakvana femînîst, guhdervan û xebatkara civakî ya li navenda guherdarîkirin û rênîşandana girêdayî komeleya kêşeyê ji bo wekhevî û hemwelatîbûn Amîna Bajajî re hevdîtin pêk anî ji bo ku ji me re behsa rola xwe ya di pêvejoya guhdarîkirina li jinên qurbaniyên tundiyê de bike û em bizanibin ka çawa piştgirî daye wan û rê nîşanî wan daye.

Weke alîkara civakî çawa hewl didî destekê bidî jinên rastî şîdetê hatine ku xwe dispêrin navenda guhdarîkirn a girêdayî komeleya kêşeyê ji bo wekhevî û hemwelatîbûnê?

Dema ku jinek rastî tundiyê hatibe berê xwe dide komeleyê, tişta destpêkê em dikin ew e ku atmosferek ji bawerî û rehetiya derûnî ava bikin. Pêvejoya guhdarîkirinê ne hêsan e ji ber ku jin di rewşên derûnî yên xirab de tên. Loma ku ev yek ked, jîrbûn û bêalîbûnek mezin dixwaze ji bo danûstandina bi wan re da ku em wan ji rewşa tundiya li ser wan tê meşandin rizgar bikin û derfetan çêkin ew bi azadî biaxivin.

Hêmana baweriyê tiştekî sereke ye di vê pêvejoyê de. Em dizanin ku jinên rastî şîdetê hatine derûniya wan pir xirab e û bi hewceyî guhdarîkirina kesek in. Ji ber vê, pêvajoya guhdarîkirinê ji bo me hewce dike divê em wê pir rehet bidin hîskirin da ku bikaribe biaxive û pirsgirêka xwe vebêje.

Çawa jinên qurbaniyên tundiyê digihîjin komeleyê û rewşên ku navenda guhdarîkirin û rênîşandanê ya girêdayî komeleyê pêşwazî dike çi ne?

Ji ber ku komeleya hemwelatîbûn û wekheviyê êdî li ser asta niştimanî hatiye naskirin, jin ji her alî ve xwe digihîjînin me. Yan bi riya şaneyên li dijî tundiyê yan bi riya dadgehan an jî bi riya komeleyan. Jixwe navend hemû rewşên tundiyê ku jin di civakê de rast tên pêşwazî dike.

Mînak hin rewş hatin pêşwazîkirin. Diyar bû gelek jin ji aliyê hevserên xwe ve rastî tundiya aborî hatine. Hin kesên din rastî tundiya derûnî hatine, hin kes rastî tundiya cinsî û tecawiza hevser hatine. Her wiha hin rewş hebûn jin rastî tundiya bi riya dîjîtal hatibûn ku ev yek bûye diyardeyeke mezin û belav dibe.

Pêvajoya guhdarîkirina jinên mexdûrên şîdetê hewldaneke mezin dixwaze. Hûn çawa rê nîşanî mexdûran didin û tiştê herî girîng ku mexdûr hewceyî wî ye çi ye?

Bi rastî, jina ku bûye mexdûra şîdetê, pêdiviya wê destpêkê bi tiştekî heye. Ew jî ev e: Dixwaze kesên li wê guhdarî dikin bi pêşdarazî nêzî wê nebin. Pêvajoya lênêrîna jinên mexdûrên şîdetê bi xizmetên pêşwazî û guhdarîkirinê tê kirin û piştre wan dişînin ba pisporên psîkolog û zagonî.

Piştî guhdarîkirina mexdûran û pirsgirêkên wan, em dibînin ku pêdiviya wan bi piştgiriya psîkolojîk heye. Paşê wan dişînin ba pisporên derûnî yên girêdayî komeleyê lê ger ku pêdiviya wan bi piştgiriya qanûnî hebe, mexdûr dişînin ba parêzer.

Têkildarî piştevaniya civakî jî ji aliyê aborî ve bi avakirina kooperatîfan, ev yek tê bidestxistin, ji bo ku jin bikaribin di bazara kar de cih bigirin û bi vî awayî serxwebûna aborî bi dest bixin.

Di giliyên hatin kirin de hat dîtin ku qanûnên heyî ji bo parastina jinan ji tundiyê têrê nakin tevî hebûna qanûna 103/13 ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li Mexribê. Mixabin di bendên vê beşê de ev qanûn nayê bikaranîn divê jin tundiyê ragihînin û bêdeng nemînin ji bo bidestxistina xwe hewl bidin.