“Armanca ambargoyê siyasî, polîtîk e”

Hevberdevaka komîteya tendirustiyê ya wargeha penaberan a Mexmûrê Bêrîvan Ûnver diyar kir ku ji ber ambargoya heyî nexweşên kronîk nayên tedawîkirin û nikarin dermanên xwe dabîn bikin.

ROJEVÎN RÛBA

Mexmûr- Wargeha Penaberan a Mexmûrê li quntara çiyayê Qereçoxê di nava sînorên navçeya Mexmûrê yê girêdayî bajarê Musilê de e. Li wargehê nêzî 12 hezar welatiyên ji Bakurê Kurdistanê ku di sala 1994’an de ji ber zulim û zordariya dewleta Tirk neçar mane derbasî Başûrê Kurdistanê bibin dijîn. Li ser wargeha Mexmûrê li gel êrîşên dewleta Tirk sê sal in rêgiriyek ji aliyê PDK’ê ve tê meşandin û rê nade bi sedan nexweşên rewşa wan giran ku ji ber nezanîna ziman nikarin berê xwe bidin herêma Mûsilê û neçar in derbasî Hewlêrê bibin.

Der barê zorî û zehmetiyên di nava sê salên amborgoyê de ku qada tendirustiya wargehê jiyane, de hevberdevka komîteya tendirustiyê ya wargeha penaberan a Mexmûrê Bêrîvan Ûnver ji ajansa me re axivî.

Bêrîvan Ûnver wiha behsa zoriyên ku di aliyê tendirustiyê de dikşînin kir û got: “Ev sê sal in amborgo heye, em jî weke qada tendirustiyê gelek zorî û zehmetiyan dikşînin. Gelek caran nexweşên ku serdana nexweşxaneyê dikin, piraniya wan nexweşan, ên dil, tansiyon û şekir in, ev kes em mecbûr dibin wan bişînin derve, ji ber ku li vê derê bijîjkên pispor û teknîka pêşketî nîn e. Ji ber wê jî nexweşên ku hene em mecbûr in wan bişînin derve lê belê piraniya wan ji ber ziman nizanin, em nikarin bişînin herêmên Geyare û Mûsilê. Piraniya nexweşan em dişînin nexweşxaneya Qereçoxê lê dema bi xwe li wan dinêrin û bi çavên xwe dibînin rewş lezgîn û giran e wan dişînin Hewlêrê, ev jî tiştek dijmirovî ye û ne li gorî destûrên tendirustiyê ye.”

“Gelek dayikên ducanî zarokên xwe ji dest dan”

Bêrîvan Ûnver bal kişand ser astengiyên ku nexweş û dayikên ducanî li seytereyên PDK’ê rû bi rû dimînin û wiha got: “Gelek caran dayikên ducanî ku li seytereyên PDK’ê zarokên wan jiyana xwe ji dest dane hene. Gelek caran kesên ku diçin seyterê rastî astengiyan tên û wan disekinînin bi saetan. Dema ku kesek nexweş bi saetan li seyterê bimîne kesek ducanî be yan jî rewşa wan gelek acîl be wê jiyana xwe ji dest bide. Ji ber li vê derê sezeryan û teknîk tune ye em neçar dimînin nexweşan dişînin derve. Ji bo mirovên nexweş deqe girîng in her deqe ji bo mirovek nexweş gelek girîng e.”

“Gelek caran dermanên ku ji bo me dihatin di seytereyan de hatine zivirandin”

Bêrîvan Ûnver da zanîn ku di aliyê dabînkirina derman û nêzîkatiyên hikumeta herêmê li beramberî nexweşên wargehê de gelek zehmetiyan dikşînin û wiha domand: “Di aliyê dabînkirina derman û pêwîstiyên nexweş de em gelek zehmetiyan dikşînin. Beriya ambargoyê em bi xwe diçûn me li dermanan dinêrî û kesên nas hebûn bi me re dibûn alîkar lê belê vê ambargoyê wisa kiriye ku em di aliyê dermanan de gelek zehmetiyan dikşînin. Gelek caran dermanên ku ji bo me dihatin di seytereyan de hatine zivirandin. Tiştekî ji tendirustiya mirovan girîngtir nîn e. Nexweşxaneyek me heye ev nexweşxane ne tenê ji bo gelê wargehê ye, ji bo gelê derdorê ye jî. Em li vê derê hewl didin ji bo hemû kesan bibin bersîv, em nikarin bibêjin kesek Soran be yan Ereb be em bibêjin neyên nexweşxaneyê. Ev tiştek dûrî exlaq e, ji ber ku em ji aliyê tendirustiyê ve van tiştan qebûl nakin. Kes werin bere deriyê te xwe hewceyî te bike û êş û azarê bikşîne divê tu xwe bixî şûna wan û ew kes neyên zivirandin û ev tişt hem bijîjkek ji xwe re hem jî ji kesê beramberî xwe re napejirîne.”

“Ambargo bandorê li ser nexweşiyan dike”

Bêrîvan Ûnver diyar kiri ku hem ji ber ambargoya heyî, hem jî ji ber rewşa hewayê gelek nexweşî derketine û wiha got: “Li wargehê di van demên dawî de gelek nexweşî derketine, her kesê ku serdana nexweşxaneyê dike dema em lê dinêrin, dibînin ku kesên bi wan re nexweşiya tansiyonê nîn e peyda bûye, nexweşiyên şekir zêde bûne. Di van demên dawî de nexweşiya penceşêrê gelek zêde bûye, penceşêra kolonê di van demên dawî de gelek zêde bûye. Ev bandorên wê hene, tendirustî ne tenê fizîkî ye, civakî û derûnî ye. Ev nexweşî encax divê di mejî de were çareserkirin, mirov dikare bibêje ambargoya ku heye bandorek pir neyînî li ser ruh, derûnî û tendirustiya mirovan dike.”

“Di wargehê de 1300 nexweşên kronîk hene”

Bêrîvan Ûnver bi bîr xist ku 1300 nexweşên kronîk hene, pêwîstiya wan bi derman û kontrolê heye û wiha got: “Her sal em lîsteyên nexweşên kronîk ên di nava wargehê de ne amade dikin, li gorî lîsteyên ku hatine amadekirin 1300 kesên nexweşên kronîk hene, bi vê ve girêdayî bi hinek kesan re sê nexweşiyên weke şeker, tansiyon, dil û astim bi hev re hene. Li waregê nêzî 30 kes nexweşên razayî ne, ev jî pêwîstiyên wan ên weke text sandalye hene lê belê em nikarin ji van tiştan re bibin bersiv bi qasî ku ji me tê em dibin alîkar lê belê rewşa wargehê li ber çavan e û ev sê sal in di nava amborgoyê de ye, rewşa wan a aborî diyar e, hinek nexweşên kronîk hene pêwîstiya wan bi dermanan heye divê her meh dermanên xwe bi awayekî bi rêk û pêk bigrin lê belê hem ji ber rewşa ambargoyê hem jî ji ber rewşa aborî nikarin dermanên xwe bigrin.

“Hikumeta herêmê daxwazên me li ber çavan nagire”

Bêrîvan Ûnver bi bîr xist ku hikumeta herêmê seranser nêzê nexweşxaneyê dibe û di aliyê dabînkirina derman û bijîjkan de gelek lawaz e û wiha got: “Em hatine wargehê heta niha nexweşxaneyek me ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, hikumeta Iraqê û herêma Kurdistanê ve hatiye avakirin heye. Hikumet seranser nêzî vê nexweşxaneyê dibe. Di aliyê dabînkirina bijîjk û dermanan de gelek lewaz e û ji bo wargehê nabe bersiv, bijîjk hefteyê du rojan li cihê xwe ne û rojên din vala dimîne. Di aliyê dermanan de jî dermanên pêwîst nîn in. Me gelek caran hem di aliyê bijîk de hem jî di aliyê dermanan de daxwaz kiriye lê belê ji aliyê hikumeta herêmê ve ev daxwazên me li ber çavan nehatine girtin û xemsariyek ji aliyê hikumeta herêmê ve li ser wargehê heye.”

“Ambargo tê wateya qetilkirina mirovan di aliyê aborî tendirustî û perwerdeyê de”

Hevberdevaka komîteya tendirustiyê ya wargeha Penaberan a Mexmûrê Bêrîvan Ûnver di dawiya axaftina xwe de bang li hemû saziyên navdewletî kir ku bêmafiya tê kirin ji nedîtî ve neyên û got: “Di pêvajoya amborgoyê de em di nexweşiya vîrusa koronayê re derbas bûn, ev nexweşî bû sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Ew alîkariya ku hemû dewletên cîhanê bi welatan re dikirin nebû para wargehê. Meclisa Gel û komîteya tendirustiyê bi îmkanên xwe pêşî li vê nexweşiyê girtin. Em jî weke komîteya tendirustiyê ya wargeha Mexmûrê bang li saziyên tendirustiyê yên sînornenas û yên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin dikin û dibêjin ku pêwîst e xwe bigihîjînin me, heta niha gelek caran ev daxwaz hatine kirin lê hemû kes di vê mijarê de bêdeng in. Ambargo tê wateya qetilkirina mirovan di aliyê aborî, tendirustî û perwerdeyê de her tişt li ser me hatiye qutkirin û tê wateya ku gelek were tunekirin û ji nedîtî ve were dîtin. Banga me ji hemû kesan re ew e ku li hemberî vê yekê bêdeng nemînin.”