"Alîkariya jinan ji bo redkirina şîdetê bi parastina daneyên mexdûran dest pê dike"

Krîza belavkirina daneyên mexdûran û belavkeran di bûyerên curbecur ên şîdetê de, çi tacîz, destavêtin, an jî şîdeta nava malê be, gelek jinan tirsand ku nikarin êşên xwe eşkere bikin.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre - Di heyama berê de, gelek jinan piştî ku biryar dan êrîşên ku li wan hatine kirin ragihînin, çi li kolanan, çi li ser kar û çi li malê, rastî kampanyayên riswakirinê hatin. Krîza belavkirina daneyên mexdûran û belavkeran di bûyerên cûrbecûr ên şîdetê de, çi tacîz, destavêtin, an jî şîdeta nav malê be, çavên gelek jinan tirsand ku êşên xwe eşkere bikin. Ev krîz berhema mîrateyek kevn a civakê ye ku piştgirî dide tundiya li ser jinan. Heyama vê dawiyê pir dijwar bû, nemaze bi îstîsmarkirina malperên tora dijîtal ji bo berjewendiya tawankaran û çêkirina rûpelan ji bo piştgirîkirina wan ji bo bêrûmetkirina qurbaniyên wan, tevî ku ew mirî bûn. Vê yekê hewce kir ku encamên parastina daneyên kesane yên mexdûran û belavkeran û rêgirtina li belavkirina wan di medyayê de bên liberçavgirtin.

Hewldan rê li ber belavbûna daneyên qurbanî û belavkeran digrin

Xebata ji bo pêşîgirtina li belavbûna daneyên mexdûran ne mijareke nû ye. Rêxistinên jinan û civaka sivîl, hewl dane ku li ser vê dosyayê bixebitin, ji bo parastina daneyên belavkeran û mexdûran. Encumena Bilind a Ragihandinê jî koda kontrolên exlaqî ji bo karkirina li ser nûçeyên sûc û vekolînên di medya û ragihandina çapemeniyê de weşand û tê de komek hişyarî daniye ku divê li ber çavan bên girtin da ku baştir û sûdmendtir ji civakê re kar bikin. Her wiha hişyarî da ser weşandina wêne û navên qurbaniyên tecawiz an tacîzê.

"Astengkirina belavkirina daneyên qurbaniyan wan û malbatên wan diparêze"

Endama Eniya Niştimanî ya Jinên Misrê Kerîma El-Hefnawî got ku parastina qurbaniyan û daneyên wan gaveke girîng e di pêvajoya bûyerên tundiyê de û wiha pê de çû: "Amarek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve heye ku diyar dike her 40 jinên tundî li wan hatiye kirin, tenê 10 ji wan dikarin rûbirûbûna xwe ya tundiyê ragihînin û tenê yek ji wan dikare gilî bike. Xebata li ser vê dosyayê ji aliyê gelek dezgehên pêwendîdar ve dibe sedema zêdebûna hejmara giliyên ji aliyê jinên ku rastî şîdetê hatine ji ber ku êdî ew dizanin wê dane û agahiyên wan bên parastin û nayên belavkirin. Astengkirina belavkirina daneyên qurbaniyan wan û malbatên wan diparêze. Gelek qanûn hene ku welatiyan diparêzin. Ez bang li her jineke ku rastî tundiyê hatiye dikim ku tiştên hatine serê wê ragihîne. Binpêkirina nepeniya kesên din, heta di bin navê xebatên medyayê de jî êrîşeke li dijî nirx û exlaq e. Alîkariya jinan ji bo redkirina şîdetê bi parastina daneyên mexdûran dest pê dike."