Aktîvîsta Sûriyeyî: Rakirina zextên navnetewî baş e lê divê baş bê dagirtin
Aktivîsta civaka sivîl Tîma Îsa ku bi eslê xwe ji Culan e û li Şamê dijî, diyar kir ku rakirina zextên navnetewî yên li ser Sûriyeyê firsendek e, lê divê şûna wan baş bê dagirtin.

LAMÎS NASIR
Şam – Herî kêm ji sedî 90’ê nifûsa Sûriyeyê, di bin sînorê xizaniyê de dijî. Torên destek û parastinê hatine rewşa hilweşandinê. Di van şertan de zextên navnetewî yên li ser rejîma Sûriyeyê bi demê re ji amûrek zextê ya siyasî derbas kir, vegeriya pirsgirêkek ku barên giran li ser gel û bi taybetî jinan ava dike.
Aktivîsta civaka sivîl Tîma Îsa ku bi eslê xwe ji Culan e û li Şamê dijî, vê demê wiha pênase dike: “Jin peraseya ku van hemû baran bêdeng hildigre ye. Lê belê bêdengî nayê wateya tunebûnê. Berovajî wê, ev berxwedanek rojane bû. Li gel hilweşandina aboriya Sûriyeyê û paşketina xizmetên bingehîn, jinê têkoşîna li dijî hilweşîna civakî, kêmaniya ewlehiyê û birçîbûnê, di çeperên herî pêş de dom kir.”
‘Karên derveyî qeydan û bazarên reş, şikestina jinan zêde dike’
Tîma Îsa da zanîn ku zext cihê jinê hê zêdetir şikandiye, gelek ji wan berê xwe dane qadên kar ên ji derveyî qeydan, ne xwedî ewlehiya hiqûqî û wiha got: “Jin di karên xeter de dixebitin. Li beramberî tacîz, kedxwarin û mûçeyên kêm, bê parastin in. Ji ber ku mekanîzmayeke bi bandor tuneye ku jin giliyê xwe lê bikin, jin li gel hilweşîna saziyên dewletê, di hêza kar de tenê wek keda erzan tên dîtin. Di heman demê de jin hewl didin valatiya ku hem di civakê de hem jî di malbatê de ava bûye tije bikin, bedelê vê jî bi tenduristiya ruhî û fîzîkî didin. Ji ber berpirsyartiya xwe ya malê, zextên derûnî û bûyerên tundiya di nava malê de zêde bûne.”
‘Jin di navenda krîzên tenduristiyê de ne’
Tîma Îsa destnîşan kir ku bandorên zextê tenê bi aboriyê re sînordar nemaye, rasterast bandor li pergala tenduristiyê kiriye. Tîma Îsa diyar kir ku êdî gelek pêwîstiyên bingehîn ên derman nayê dîtin û gelek buha ne û wiha got: “Jinan xwe gihandina xizmeta tenduristiya welidîn, şopandina ducanîbûnê û zêdekirinê winda kirin. Êdî berhemên paqijiyê jî bûne luks, nikarin bigrin. Krîza avê, hişkesalî û xirabbûna ewlehiya xwarinê, têr nexwarina jinan û li dijî nexweşiyan bê parastin hiştiye. Xirabbûna tenduristiya jinê ne tenê pirsgirêkek şexsî ye, tê wateya xirabbûna aramiya malbat, perwerde û civakê jî.”
‘Rakirina zextan ji bo jinan firsend e’
Tîma Îsa anî ziman ku divê rakirina zextê tenê wek biryarek aborî û siyasî neyê dîtin, ev di heman demê de ji bo jinan firsenda vegerê ye û wiha got: “Destekfetiya ku jin di vê pêvajoyê de bi dest bixe, mafê ku vegere qadên ku bi zorê winda kirine. Divê jin di navenda pêvajoyên ji nû ve avakirina siyasî û aborî de cih bigrin. Em cûdahiyê naxwazin, em tenê mafê xwe yê bingehîn wek xwarin, derman, perwerde û ewlehiya şexsî û beşdariya siyasî dixwazin. Ji ber em di hemû qadên jiyanê de hene. Di demên herî xirab de me jiyan li ser piyan hişt. Niha jî divê em di pêvajoyên avakirina nû, edalet û aştiyê de li pêş bin.”
‘Ne jinên şer, jinên aştiyê ne’
Tîma Îsa di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Nîşandana jinan tenê wek qurban, xelet e. Êşa herî mezin me kêşa, lê di heman demê de em hilgirên aştiyê ne. Em hafiza hildigirin. Aştiya rast bi jinan pêkan e. Ger jin di masayên biryardanê de nebin, wê li Sûriyeyê aştiyek domdar nebe.”
Ev daxwaza Tîma ne hêviyek ferdî ye, daxwaza hevpar a jinên li benda vegerê ne.