Ahîn Elî: Li gorî pêvajoya heyî me pêwistî bi despêkirina qonaxa sêyem dît

Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Ahîn Elî da zanîn ku qonaxa sêyemîn a hemleya tundiya li dijî jinan bi armanca guhertina hişmendiya civakê ye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê 9’ê Îona 2020’an bi dirûşma “ Dev ji kuştina jinan berdin”des bi qonaxa yekem a hemleya na ji tundiya li ser jinan re kirin. Ji bo ku ev hemle bighije armanca xwe Sibata 2021’an derbasî qonaxa duyemîn a bi dirûşma “Na ji komployê re, na ji dagireriyê re û na ji tundiyê re” dewam kir. Bi dirûşma “Bê bi têkoşîn û hevgirtina jinan tundî bidawî bibe” hemle derbasî qonaxa xwe ya sêyemîn bû. Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Ahîn Elî derbarê girîngî û armanca hemleyê de axivî.

Ahîn Elî diyar kir ku tundiya li ser jinan tundiya li ser civakê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîrok a jinê tijî lehengî û têkoşîn e, di heman demê de tijî fedekariya jinên ku bi saya têkoşîna wan şoreşa me gihişt vê astê, di heman demê de jin di şoreşa Rojava de gihişt tevahiya qadên siyasî, civakî, leşkerî, diblomasî û çirûska azadî û hêviyê da hemû jinên cîhanê. Tevî van hemûyan jî diyardeya tundiya li dijî jinê bi hemû cûreyên wê ji aliyên hêzên serdest û zihniyeta baviksalarî ku her tim şikandina vîna azad armanc dike. Di civakê de bin navê kevneşopiyan jin rastî hemû cureyên şidetê tên, bi vê yekê dixwazin îradeya jinan bişkînin da ku civakê bidin şikandin û berjewendiyê xwe pêk bînin.”

Emê bi têkoşîn û israr bibin bersiv ji pêvajoyê re”

Ahîn tekez kir ku hemleya na ji tundiya li ser jinan li gorî pêvajoya heyî xwe zindî dike û wiha berdewam kir: “Ev 10 sal şoreş Rojava bi pêşengiya jinan geş bûye, lê hîn jî jin rastî qetilkirin, lêdan û zilmê tên. Em vê yekê şerim dibînin pêwiste li hember tundiyê zêdetir kar û xebat bidin meşandin. Hemleya me dema di qonaxa yekem de bû di riya semîner û civînan kar û xebat da meşandin, ya duyemîn bi taybet piştî dagirkeriya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin pêwistî bi derbasbûna qonaxa duyem bû, ew qonax bi dirûşma ‘Na ji komplo re, na ji dagirkeriyê re û na ji tundiyê re’ sibta 2021’an des pê kir. Ji ber ku siyasetek kur di şexsê jinê de li ser civakê tê meşandin. Komploya li dijî Rêber Apo, dagirkeriya herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û tundiya li dijî jinan a di herêmên dagirkerî de tê meşandin ji hev ne dûrin. Hemû jî yek armanc dike dixwazin civakê kole bikin û berjewendiyê xwe pêk bînin.”

“Hevgirtina jinan dê bibe çareseriya hemû pirsgirkan”

Ahîn balkişand ser girîngiya hevgirtina jinan di vê pêvajoyê de û wiha dom kir: “Di heyva nîsanê de li herêma Cizîrê 10 jin hatin qetilkirin, lewma me pêwistî dît em derbasî qonaxek nû bibin. Hemleya me bi daxuyaniyekê bi dirûşma “Bi têkoşîn û hevgirtina jinan wê tundî bidawî bibe” derbasî qonaxa sêyemîn bû. Em di pêvajoyek pir hesas û girîng re derbas dibin, li dijî jinan siyastek qirêj tê meşandin û ji bo têkbirina nirxê şoreşê ku bi ked û fedkariya jinan hat bidestxistin ji her alî de cureyên tundiyê li ser didin meşandin. Ji bo ku em bikarbin bibin bersiv ji vê pêvajoyê re û xwedî li nirxê xwe yê pîroz derkevin pêwistî bi hevgirtina jinan heye. Dema hevgirtin hebe dê dagirkerî, komplo û tundiya li ser jinê tê meşanidn têk biçe. Em wekî jinên ciwan erka sereke ya dikeve ser milê me guhertina hişmendiya civakê ye. Pêwiste li beramberî vê hişmendiyê em hişmendiyek li ser esasê hevjiyana azad ku wekheviya her dû cinsan esas digre bidin rûşkandin. Bernameya me ya vê qonaxê dewlemende ji bo guhertina hişmendiya civakê emê asta têkoşînê bilindtir bikin. Ji ber bi guhertina hişmendiyê dê rê li ber pirsgirkên civakê were girtin. Jin civake û ciwan dînamîkên civakê ne.”