“Şoreşa Rojava xeyalên dapîr û bapîrên me pêk anî”

Mamosteya zimanê Ermenî Losîn Erdemyan tekez kir ku perwerdeya zimanê Ermenî derbaskirina dibistanan yek ji deskeftiyên pîroz ên şoreşê ye û wiha got: “Zarokek Ermen li ku derê hebe em ê wî fêrî zimanê wî yê dayikê bikin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Li ser bingehê Hevpêymana Civakî ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî tevahî tevahî netew, çand û baweriyan hembêz dike her civakek dikare bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdehiyê bibîne. Yek ji civakên ku di dîrokê de rastî komkujiyên mezin hatiye lê îro bi saya bendên Hevpêymana Civakî ya ku li ser bingehê projeya Netewa Demokratîk ji aliyê Rêveberiya xweser de tê jiyanîkirin xwedî li ziman û çanda xwe derdikeve civaka Ermenî ye. Civaka Ermenî ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî dijîn mîna her neteweyek din li ser bingehê zimanê dayîkê perwerdeyê dibînin. Mamosteya zimanê Ermenî Losîn Erdemyan ya têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî da zanîn ku ew weke civaka Ermenî hebûna xwe di pergala Netewa Demokratîk de dibînin, lewra êdî tu wateya pergala dewletê nemaye.

25 mamosteyên zimanê Ermenî ji bo perwerdehiyê amade ne

Mamoste Losîn Erdemyan da zanîn ku pergela Netewa Demokratîk pergalek serkeftî ye û wiha anî ziman: ”Li dijî hebûn û nasnameya gelê Ermen siyasetek qirkirinê hat meşendin. Piştî pergala Netewa Demokratîk êdî tu wate ji pergala netew dewlet re nema her netewek banga ziman, çand û zindîkirina hebûna xwe kir. Em jî wekî gelê Ermen me hebûna xwe di vê pergalê de dît û bi saya Rêvberiya Xweser me meclisa xwe ava kir heya ku me xwe komî ser hev kir. Bi vê yekê me dest bi serjmariya gelê Ermen kir. Hejmara zarokên Ermenî zêdeyî 200 zarokan e û hîn jî serjimarî dewam dike. Lewma Rêvberiya Xweser ji me xwest ku em mamosteyên pispor bibînin da ku zimanê Ermenî bi rengekî fermî derbasî dibistanan bibe. Me jî beriya 3 heyvan dewreyek ji mamosteyan re vekir. 25 mamosteyên me hene. Ev gava pîroz yek ji deskeftiyên şoreşa Rojava ye.”

“Zarokek Ermen li ku derê hebe em ê wî ferî zimanê wê yê dayikê bikin”

Losîn Erdemyan destnîşan kir ku pirtûka ku li ser wê perwerde were dîtin hatiya çapkirin û dê bi rengkî fermî derbasî dibistanan bibe û wiha axaftina xwe domand: “Pirtûka ku hat çapkirin me nivsandû û me pêşkêşî rêvberiya dibistanan a Rêvberiya Xweser kir, wan jî lê meyze kir û li ser vî esasî hat erêkirin. Pirtûk hemû bi zimanê Ermenî ne. Li kampa Waşokanî de 20 zarokên Ermenî hene. Li ku derê zarokek Ermenî hebe em ê wî fêrî zimanê wî yê dayikê bikin da ku em bikaribin xwedî li nasnameya xwe derkevin.”

“Em ê bi pêşxistina qada perwerdehî û fêrkirinê bersivê bidin hêzên qirker”

Losîn Erdemyan diyar kir ku şoreşa rojava şensek meizn e ji bo tevahî netewyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha anî ziman: “Şoreşa Rojava xeyalên dapîr û bapîrên me pêk anî. Lewma îro em jî zarokê vê şoreşê ne û ji bo ku em xwedî li nirx û deskeftiyên pîroz derkevin em ê asta xwe ya hişmendiyê pêş bixin û zarokên pêşerojê li ser fikirekî azad û demokrat perwerde bikin. Her çiqas êrîşî, komkujî li ser me çêbibe jî em ê hebin. Em ê bi avakirina nifşek azad û demokrat her wiha pêşxistina qada perwerde û fêrkirinê bersiv bidin hêzên desthilatdar.”