Şervanên Ermen: Em hemû jinên Rojhilata Navîn diparêzin

Şervanên Jin ên Ermen gotin ku Şoreşa Jin derfet daye ku civaka Ermenî dîsa were cem hev û hêzeke xwe ya leşkerî ava bikin, ew ê ji bo parastina van nirxan hemû kêliyên jiyana xwe bikin xizmetê.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Ji nava xweliyê rabûn, toza li ser xwe pak kirin û ji nû ve gotin, “Em hene, komkujiyên we koka me naqelînin, em ji nû ve şîn tên û wê dîsa pelên me yê weşiyayî kesk bibin û mizgîniya bihareke nû bidin.” Gelê Ermen wekî Aşûr, Suryanî, Kurd û Ereban bi komkujiyên Osmaniyan û dewleta tirk a dagirker re rû bi rû hatine. Şervanên Jin ên Tabûra Şehîd Nûbar Ozaniyan a Ermeniyan li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker nêrînên xwe anîn ziman.

‘Em jinên Ermen in em jî hene û şervan in’

Şervan Guhar Kayîpaka got ku jinên Ermen bi destpêkirina Şoreşa Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûna xwe reng û dengê xwe dan îsbatkirin û wiha domand: "Em her sal 24'ê Nîsanê komkujiyên li ser Ermeniyan bi bîr tînin. Lê di roja me ya îro de wekî jin dîsa em wê perdeyê ji ser xwe radikin û gotina xwe dibêjin ku em hê jî hene û li vir in. Bêguman me îlhama xwe ji Şoreşa Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtiye, em bi hev re jî dikaribûn destkeftiyên bi nirx qezenc bikin. Teqez ev jî bandor li kesayeta wê di hêza leşkerî de kiriye ku ew jin dikaribûn bibin şervanên bi hêz û şervan. Di bingehê de îro şerê ku em dikin, ji bo zindîkirina zimanê me yê Ermenî, çand û dîroka me ye. Ne tenê em şervan in, di warê bîdozî de jî em xwe bi pêş dixin. Yekitiya me jinan ji hemû neteweyan hêzeke bi me re dide afirandin ku em bikaribin li hemberî êrîşên herî dijwar jî serkeftî encam bigrin."

‘Hêza jinên Ermen hedef digre’

Guhar Kayîpaka da zanîn ku ew li cihê qelsiyên xwe disekinin bihêz dikin û meşa xwe berdewam dikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em naxwazin komkujiyên ku çêbûn, dîsa dubare bibin. Li cihên ku em qels bin, em li wir disekinin xurt dikin û wiha têkoşîna xwe dimeşînin. Dewleta tirk a dagirker jî hêza jinên Ermen a ku bi şoreşê re hatiye avakirin, hedef digre û hewl dide hemû destkeftiyên heyî têk bibe. Em jî rê nadin tiliya jinek û gelê me careke din xwîn bibe û komkujî pêk werin. Ew hêza jinên Ermen û giştî jinan hedef digire, bersiva me jî wê ev be; em nakevin, ji berê xurtir in û wê serkeftin para me be. Em her tim amade ne ku gel û jinan biparêzin."

‘Destkeftiyên ku piştî sed salan hatiye bidestxistin, diparêzin’

Sêlîna Sunsuz jî bal kişand ser komkujiya ku rastî Ermeniyan hatiye û got ku komkujiyeke ne wisa hêsan û ji rêzê bû, wiha pêl da gotinên xwe: "Sekn, berxwedan û têkoşîna me ya îro di xetên eniyê de tê wateya ku em ne tenê jinên Ermenî, hemû jinên Rojhilata Navîn diparêzin. Komkujiya berî 100 salan bandorek mezin li civaka me kir û êşên mezin da kişandin bi taybetî ew jinên ku rastî tecawizê hatin û bi rengekî hovane hatin serjêkirin. Ji ber wê destkeftiyên ku piştî 100 salan me bi dest xistine em hewl didin biparêzin û mayînde bikin. Bi taybetî komkirina civaka Ermen û anîna cem hev erka jinan e û jin vê erkê baş bi cih tînin. Ne tenê Osmanî, zexta Rejîma Baasê jî li ser gelê me yê Ermen hebû ku rê nedidan ji nû ve xwe ava bikin, zimanê xwe zindî bikin û dîroka xwe nas bikin. Em ketibûn nava pencên hişmendiya baviksalarî û netew dewletê."

‘Em koletiyek din ne li ser xwe ne jî li ser jinên Rojhilata Navîn qebûl nakin’

Sêlîna Sunsûz da payin ku îro yeiîtiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye bersiv û şeqamek li rûyê dijmin ketiye û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Yekitiya me wekî jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorê li tevahî Rojhilata Navîn dike ku em bi hev re hebûna xwe diparêzin û li hemberî êrîşan jî em bi yek helwestê derdikevin pêşberî dijmin û sîstemên baviksalarî. Armanca dewleta tirk a dagirker ji van êrîşan ew e ku jin serî bitewînin û careke din li hemberî hişmendiya wî ya qirker serî hilnede. Her wiha naxwazin jin bibin şervan û şoreşgerek û bi çeka xwe hebûna neteweyan biparêze. Ji ber ku êşa me yek e, bêguman em bi yek armanc û helwestê li ber xwe didin. Em ê koletiyeke din ne ji bo xwe û ne ji bo jineke din di Rojhilata Navîn de qebûl bikin. Em bang li tevahî jinan dikin ku werin beşdarî şoreşa rûmetê bibin û destkeftiyên hemû jinan biparêzin."