Şêniyên Hesekê: Em bang dikin ku krîza qutkirina avê were çareserkirin

Jinên bajarê Hesekê qutkirina ava Stasyona Elok şermezar kirin û teqez kirin ku qutkirina avê li ser şêniyên Hesekê sûcekî şer e. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku rê li ber kiryarên dewleta tirk bigrin û çareseriyeke mayinde ji krîze qutkirina avê re bibînin.

 
RONÎDA HACÎ
Hesekê- Stasyona Elok avê ji bo bajarê Hesekê, navçeya Til Temirê û herêmên Başûrê Hesekê yên weke Hol, Erîşe, Şedadê û kampên koçberan ên li herêmê weke kampa Erîşe, Hol, Waşûkanî û Serêkaniyê peyda dike. Bi dagirkeriya dewleta tirk ji stasyona Elok re bi hezaran mirov, xweza û lawir li Hesekê ji ava vexwarinê bêpar mane û jiyana wan di metirsiyê de ye. Jinên bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî qutkirina ava Elok banga rawestandina kiryarên qutkirina avê kirin û nêrîna xwe bi me re parve kirin.
“Qutkirina avê jiyana me dixe metirsiyê”
Esma Biro yek ji şêniyên bajarê Hesekê ye da zanîn ku bi dagirkeriya dewleta tirk a stasyona Elokê şêniyên Hesekê rehetî nedîtine û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Dewleta tirk a dagriker bi êrşên xwe li ser bajarê Serêknaniyê Stasyona Elok dagir kir, bi dagirkirina stasyonê re av li ser şêniyên Hesekê tevî kampên koçberan qut kiriye. Em weke şêniyên Hesekê bi demsala havînê re pir zehmetiya dikşînin, em ava xwe ji depoyan dikirin ew jî ne paqij e û gelek jin û zarok jê nexweş dikevin. Qutkirina avê jiyan me dixe mertirsiyê, em bi tirs avê vedixwin. Ev yek sûcekî li dijî exlaqê mirovahiyê ye.”
Her 20 rojan carekê avê peyda dikin
Esma da zanîn ku her 20 rojan carekê avê peyda dikin û ev yek têrî pêwîstiyên jiyana wan nake û wiha domand: “Her 20 rojan carekê av tê, ji ber birîna ava Elok ji aliyê dewleta tirk ve pir zehmet e av peyda bibe. Ev yek pir zehmetiyên jiyanî bi me re derdixe, ji ber av herkîna jiyanê ye. Av ji mafê her kesê ye, ne tenê mirov pêwîstiya wan bi avê heye, xweza û lawir jî li Hesekê tî mane. Qutkirina avê şerekî li dijî xweza û mirovan e. Bi riya qutkirina avê dixwazin Hesekê ji şêniyên wê vala bikin, da ku rehet dagir bikin. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku bi rengekî lezgîn pirsgirêka avê çareser bikin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
“Li Hesekê aloziyeke mirovî tê jiyîn” 
Sebah Ebid El- Mecîd destnîşan kir ku qutkirina avê bû sedema derketina nexweşiyan û wiha got: “Ji dema dewleta tirk stasyona Elok dagir kiriye ve, em neçar man avê ji depoyan bikirin lê ev av jî ne paqij e û bû sedema ku gelek nexweşî derkevin holê. Piraniya şêniyan nexweş in, pir mirov hene derfetên wan nîn e avê bikirin û neçar dimînin ava depoyan vexwin. Zarokên me nexweş ketine, darên me tî mane, qutkirina avê tê wateya qutkirina jiyanê li ser mirovan. Em êdî çareseriyê dixwazin, em westiyan ji bangewaziyan. ”