Şêniyên Hesekê: Ava me tuneye, bila îstasyona Elokê bê vekirin
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, qeyrana avê ne tenê ji ber kêmbûna avê ye, her wiha bûye barekî rojane ku bi hezaran jin û zarok pê re rûbirû dimînin.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Ji ber ku îstasyona Elokê demeke dirêj e ji xizmetê derketiye, hê jî bajarê Hesekê bi qeyrana avê ya giran re rûbirû ye. Ev îstasyon yek ji çavkaniyên sereke yên dabînkirina ava vexwarinê ya ji bo sedhezaran niştecihên bajarê Hesekê û derdora wê ye. Herî zêde jin û zarok ji vê qeyranê bandor dibin. Ew her roj ji bo peydakirin û veguhestina ava vexwarinê û ava malê, bi galonan li ser piyan avê dikişînin. Tevî sozên ku hatine dayîn jî, hê jî krîza mirovî li bajarê Hesekê bi dijwarî didome û gel ji ber dabînnekirina avê bang li aliyên pêwendîdar dike da ku vê krîzê di zûtirîn demê de çareser bikin.
Îstasyona avê ya Elokê çavkaniya jiyanê ya Hesekê ye
Îstasyona avê ya Elokê ya ku dikeve rojhilatê bajarê Serêkaniyê û nêzî sînorê Sûriye-Turkiyeyê ye, yek ji girîngtirîn çavkaniyên ava vexwarinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê hesibandin. Ava ku ji bîrên binerd tê derxistin, bi rêya xetên boriyan dighîje bajarê Hesekê, Til Temir û bi dehan gundên derdorê. Beriya sala 2019’an, Îstasyona Elokê bi awayekî asayî kar dikir û bi sedhezaran mirovan ji ava wê sûd digirt. Piştî êrîşên 9’ê Cotmeha sala 2019’an ên li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê ve, îstasyon hat dagirkirin û ji wê demê ve heta îro ji xizmetê derketiye. Rawestandina îstasyona Elokê bû sedema krîzeke mirovî ya giran û bi sedhezaran mirov ji ava vexwarinê bêpar hatin hiştin.
Gel neçar dimîne ku tanker û bîrên taybet bi kar bîne
Îstasyona Elokê ava vexwarinê ji bo bajarê Hesekê, Til Temir, gelek gundên li ser xeta boriyan û kampên koçberan peyda dike. Li gorî agahiyên Neteweyên Yekbûyî, nêzî 460 hezar kes rasterast ji vê îstasyonê ava vexwarinê distînin û dema ku ew raweste, bandora wê dighîje nêzî milyonek kesan. Krîza avê li Hesekê bûye sedema kêmbûna ava paqij û zêdebûna nirxê avê. Lewma gel neçar dimîne ku tanker û bîrên taybet bi kar bîne. Ev rewş metirsiya belavbûna nexweşiyên girêdayî ava nepaqij jî zêde dike.
‘Gelê Hesekê bi rihê berxwedanê li hember siyasetan rawestiya’
Digel van şertên dijwar, gelê Hesekê bi berxwedan û hevkariya civakî jiyana xwe domand. Malbatan gelek caran av bi hev re parve kirin, komîteyên herêmî ji bo belavkirina avê xebitîn û tevî hemû zehmetiyan jiyana rojane berdewam kir. Dewleta Tirk ji bo ku vîna gel bişkîne û wan radestî rewşa heyî bike, îstasyona ava Elokê mîna çeka şer û amûrekî zextê ya li dijî gelên herêmê bi kar anî. Vê yekê zexteke mezin li ser jiyana sivîlan çêkir û krîzeke mirovî ya kûr afirand. Lê tevî hemû zehmetiyan, gelê Hesekê bi ruhê berxwedanê, hevkariya civakî û baweriya bi jiyanê, li hember van şertan bi vîneke ji pola rawestiya.
Têkildarî vê mijarê jinên bajarê Hesekê bi rêya ajansa me banga çareserkirina pirsgirêka îstasyona Elokê kirin, daxwazên xwe rêz kirin û gotin ku “Pêwîst e hikûmet bi erka xwe rabe û îstasyonê bide xebitandin.”
‘Em dixwazin îstasyona Elokê dest bi kar bike’
Fatma Huseyn a ku li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê dijî, diyar kir ku di nav civakê de herî zêde jin û zarok barê giran hildigirin û wiha domand: “Em nikarin avê ji tankerên taybet bikirin. Ji ber ku bihayê wê pir bilind e. Her roj em diçin ser depoyên avê yên li taxê û avê li ser milên xwe dikşînin malê. Her wiha, em erebeyên zarokan wekî amûrekê ji bo veguhestina avê bi kar tînin. Milên me westiyane û êdî em nikarin vê qeyrana dijwar bikşînin, bi taybetî di vê germa havînê de. Em dixwazin îstasyona Elokê dest bi kar bike da ku êşa gelê Hesekê kêm bibe.”
‘Nexebitîna îstasyona Elokê bûye sedema gelek pirsgirêkan’
Emîne Elî ku ew jî ji heman taxê ye, diyar dike ku nexebitîna îstasyona Elokê bûye sedema sereke ya gelek pirsgirêkên ku herêm pê re rûbirû ye. Emîne ji ber berfirehbûna krîza avê anî ziman ku zarokên wan nexweş ketine û wiha axivî: “Em ji nexweşiyên mîdeyê û nexweşiyên din êşê dikşînin. Heta kengî em ê vê qeyranê bikişînin? Veguhestina avê, milên me westandin.”
Emîne bang li aliyên pêwendîdar kir ku ji bo çareserkirina qeyrana avê gavên cidî bavêjin û got ku peydakirina ava vexwarinê mafekî bingehîn e û divê bi lez were mîsogerkirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî peymana 29’ê Çileyê ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûiryeyê de hate îmzekirin, rêveberiya îstasyona avê ya Elokê di 8’ê Nîsana 2026’an de hat radestkirin. Tevî vê gavê û sozên dubare yên ji bo çareserkirina krîza avê, heta niha krîza mirovî li Hesekê bi dijwarî dewam dike û gelê Hesekê daxwaza çareseriyeke lezgîn dike.