Şahidiya cotkar û birîndarek şer ku hişkesaliyê dijî

Wedha Şêx Mihemed ji ber ku dewleta Tirk ev 6 sal in erdê wê dagir kiriye nikare biçîne, ji Aboriya Kongra Star derfeta vegera çandiniyê werdigre. Wedha ya ku birîndara şer e jî, dibêje: “Ax bîra me ye û jiyana me ye ku em pê mezin dibin.”

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Ax doz e û doza bi hezaran koçberên erdên wan ji hêla artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, namire û her zindî ye. Dagirkeriya Tirk ji bilî dagirkirina bajaran, erdên gelên resen û cotkarên temenê xwe bi çandiniyê re derbas kirin û jiyana xwe li ser wê ji dest dan e jî, dagir kirin. Dûrketina ji axê ne hêsan e, bandorê bi demdirêjî li ser jiyana mirov dike û bi taybetî malbatên di nav de dijîn. Doza vegerek bi ewle û erdek azad, daxwazên hezaran koçber in ku her roj zindî dibe û narize.

Cotkar Wedha Şêx Mihemed di Cotmeha 2019’an de tevî malbata xwe ji gundê Şêx Elî yê girêdayî Til Temirê koçber dibe. Dagirkeriya Tirk 200 donim erdê wan tevî bîrên avê û alavên çandiniyê dagir dike. Wedha li çolekê, kelpîçan dibire, du odeyên kelpîçan çêdike û tevî malbata xwe lê bicih dibe. Ji ber ku dûrî bajar in û nikarin kelûpelên xwarinê her roj bînin, baxçeyek sebzeyên payizî yê biçûk li hewşê çêkiriye. Ji bo ku sebra xwe pê bîne jî, mirîşk û elokan jî xwedî dike. Wiha ji xwe re hewayek ku li gundan dijî çêkiriye, lê belê ji vê tiştekî pir girîng ku bê wê nabe kêm dibîne û ji bo wê dikeve nav lêgerînan.

Wedha li ser koçberî û zehmetiyên ku dikşîne, ji ajansa me re axivî.

Kêliyên ji bîra wê naçin

Wedha kêliyên koçberiya berî 6 salan jiyaye, diyar kir ku danê nîvro, agahî hatiye û gotine ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundan dagir dikin û êrîş nêzî wan dibin. Wedha kurê xwe yê 6 mehî rakir û tevî zarokên xwe yên din, li ser sarincek avê siwar bûn û ji gund derketin. Derketinek 6 sal ji koçberiyê li pey xwe dihêle.

Hûnandina kêlî û jiyanê… Mala ji kelpîçan bi alavên çandiniyê pêçaye

Piştî Wedha koçber dibe, li çolek nêzî gundê Til Şinan yê Aşûriyan bicih dibe û dest bi hûnandina kêlî û jiyanek nû dike. Bêyî ku binketinê ji xwe re bipejirîne û wê têk bibe, hewl dide. Du odeyên ji kelpîçan ava dike. Mala wê bi alavên çandinî û cotkariyê, mîna nasnameyek e ku rastî êrîşan hatiye, pêçayî ye.

Birîndarek şer e

Wedha ya koçber, birîndarek şer e jî. Di encama êrîşên bejahî yên di navbera her du aliyên şer de çêdibin de 2 sal berê birîndar dibe. Wedha axê wekî jiyanê pênase dike û balê dikşîne ser berhemên wê. Wedha got ku “Bêyî axê rewşa me xirab e. Ji ber ku ax jiyanê dide me û em pê dewam dibin. Dagirkirina erdê bandorê li rêbaza jiyana mirov dike. Niha em bê tiştek in.”

Ji Aboriya Kongra Star derfeta çandiniyê wergirt

Di demeke ku artêşa Tirk erdê wan yê ji dapîr û dapîrên xwe wergirtine û diçînin 6 sal dagir kiriye de, Komîteya Aborî ya Kongra Star piştî 4 salan careke din derfeta çandiniyê dide malbata wê.  Wedha ji bo alîkariya Aboriya Kongra Star spasiya xwe anî ziman û wiha pê de çû: “Vegera ji çandiniyê re hestekî pir xweş e. Bi taybetî jî gava em tovan li ser vê axê direşînin. Ji van kêliyan xweştir tuneye.”

Şer û hişkesalî

Wedha ne tenê bandora şer jiyan dike, heman demê hişkesaliya heyî jî bandorê li lawir û erdê wê kiriye. Wedha zehmetiyên çanidiniyê wiha bilêv kir: “Hişkesalî bandorê li hilberîna axê dike, em jî li benda baranê ne îsal ka wê çiqas bibare û sûd bide erdên bejî. Dagirkeriya Tirk erdê me dagir kiriye, bi ser de çemên Zirgan û Xabûr jî qut kiriye. Ne ava şêrîn heye em têr vexwin û ne jî ava çeman heye em erdê xwe veguherînin avî û av bidin. Ev binpêkirinên dagirkeriya Tirk, di hevpeyman û zagonên navneteweyî de qedexe ne û li ser sûcên şer yê ku dike, pêwîstî bi cezabûnê heye.”

Temenê erdê wan ji temenê artêşa û komara Tirkiyê dirêjtir e

Wedha hezkirin û girêdana xwe ya bi axê re wiha pênase dike: “Ax ji bo me welatê ku em di hembêza wê de dijîn e û bîra me ye ku wê ji nifşên nû re jî bimîne. Erdên me yên dagirkirî ji temenê dapîr û dapîrên me ve ne, erdek temenê wê bi sed salan e.”

Wedha bi vê hevokê hêviyên xwe bibîr dixe: “Hêvî vegerek bi ewle û erdek bê dagirkirî ye. Vegera li ser erdê xwe û reşandina tovan û rakirina berhemên erdê, xewnek me ya zindî ye. Çandinî giyanê min e û nebûna wê jiyana me tengav dike.”

Wedha yek ji daxwazkarên bidawîbûna şer û dildara aştî û aramiyê ye. Girîngiya vekişandina dagirkeriya Tirk a ji axa xwe jî bibîr dixe.