“Îradeya me ji planên dagirkeran bihêztir e”

Şêniyên Efrînê yên ji kantona Şehbayê derbider bûne, ji ber bombebarana berdewam a dewleta Tirk a dagirker ku ji dema koçkirina Şehbayê ve di nava şert û mercên dijwar ên aborî de ne, bi dehan komkujî li ser wan pêk tîne.

RÛBARÎN BEKIR

Şehba – Hevdem li gel zêdekirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser Kantona Şehbayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dorpêça rejîma Sûriyeyê li ser kantona Şehbayê tundtir kir û rê li ber hatina sotemenî, pêdiviyên bijîşkî û xwarinê girt. Ji ber ku siyaseta birçîkirinê ya li dijî şêniyên Efrînê yên koçber bûne, ji dema koçkirina wan ji bajarê xwe ve berî 5 salan dubare bûye.

Li kantona Şehbayê 5 kampên koçberên Efrînê yên ku piştî dagirkirina bajarê wan di sala 2018’an de ji cih û warên xwe bûne, hene.

Têkildarî vê yekê Hevseroka Rêveberiya Aborî û Çandiniyê ya kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêvîn Reşîd got; "Di dema ku dagirkeriya tirk êrîş û gefên xwe li ser herêmên me zêde kirin, ve rejîma Sûriyeyê li ser herêmên me bû metirsiyek. Ji aliyê din ve, bi planeke ku bi planên dagirkeriya dewleta Tirk a ji bo guhertina demografiya herêmê ve girêdayî ye, polîtîkaya şer li dijî koçberan dimeşîne. Ev welat hewl didin projeya demokrasiyê bixin û îradeya gelên ku ji dema koçberbûna ji Efrînê ve heta niha xwe birêxistin kirine bişkînin lihevkirinên veşartî di navbera rejîma Sûriyeyê û dagirkeriya Tirkiyeyê de li dijî gelan hene.”

“Ji ber ku planên Tirkiyeyê bi ser neketin êrîşê me dike”

Hêvîn Reşîd li ser armanca mayîna gelê Efrînê li Şehbayê wiha got: "Pênc sal in gelê Efrînê zehmetiyên li kantona Şehbayê dikşîne, çi êrîşên dagirkeriya Tirk û çi jî ji ber dorpêçê asê mane ku ji aliyê Sûriyeyê ve hatiye ferzkirin. Armanca me ew e ku em heta bi ewle vegerin ser axa xwe û azadkirina wê ji terorê li vê derê bimînin.”

Hêvîn reşîd wiha domand: "Hemû hewldanên Tirkiyeyê yên dagirkirina kantona Şehbayê bi ser neketin. Lewma Tirkiye hewl dide li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peymanên cuda di navbera xwe û rejîmê de pêk bîne û di vê demê de herêmên Şehbayê dorpêç bike. Îradeya gel ji hemû planên dewletê bihêztir e û berxwedan bingeha jiyana wan a li Şehbayê”.

“Rejîma Sûriyeyê û Tirkiye bi hev re hevkariyê dikin”

Havîn Reşîd di berdewamiya axaftina xwe de pirsa; "Gelo ji ber ku em koçber bûne, rejîm zextê li me dike û destê xwe dide destên dagirkeriya Tirk a ku dixwaze herêmên din dagir bike? wiha berdewam kir: "Bi siyaseta xwe dixwazin careke din gelê Kurd înkar û tepeser bikin, ji ber vê yekê bila planên wan bibin xewn, ji ber ku em gelê Kurd bêtir ji siyaseta wan haydar bûne û divê em mafên xwe bi dest bixin, ji ber ku em şêniyên Efrînê ne.”

Ji aliyê din ve jina koçber a Efrînê Halîme Mihemed jî got: "Ji dema koçberbûna me ya Şehbayê ve, dewleta Tirk a dagirker komkujiyên herî hovane li dijî me pêk tîne û her roj êrîşê me dike. Rejîma Sûriyeyê bi siyaseta birçîkirinê êrîşî me dike. Em jî Sûriyeyê ne lê rejîma Sûriyeyê bi dorpêçkirina xwe me re şer dike. Welatên Ewropayê û rêxistinên mirovî çima li hemberî polîtîkayên li dijî me bêdeng in?”

“Li dijî me şerê taybet heye”

Koçber Leyla Mistefa got; "Dorpêçkirina rejîma Sûriyeyê li ser herêmê, ne tiştekî din e ji bilî şerê taybet ku li dijî gel tê meşandin da ku herêmê ji xelkê vala bike. Armanca me ew e ku em li herêmên xwe bimînin.”

Leyla Mistefa bang li hemû rêxistinên mirovî kir ku dawî li êrîşên dagirkeriya Tirk bînin û wiha got: "Erkê wan e ku mafên me biparêzin ji ber ku em gelê koçber in û bêdengiya rêxistinan binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.”