Însiyatîfa Rêwîtiya Giyanê piştgirî dide nexweşên penceşêrê

Însiyatîfa Rêwîtiyek Giyanê piştgirî dide nexweşên penceşêrê yên jin ên ku pirsgirêkên derûnî hene ku bandorê li dermankirina wan dike.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Nexweşên penceşêrê yên li Şirîda Xezayê ji ber kêmbûna piştgiriya bijîşkî û dermanan astengiyan dikişînin û ji dema ku xebera nexweşiya xwe distînin heta dermankirinê tu alîkariyek derûnî nabînin. Ji ber vê çendê komek jinên bi pençeşêrê ketine li Xezayê dest bi kampanyayekê kirin. Ev projeya bi navê Rêwîtiya Giyan bi armanca pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst hate avakirin.

Avakera însiyatîfê Mona El-Şerefî Piştî behsa avakirina însiyatîfê kir û diyar kir ku gelek serdanan, rola piştgiriya derûnî û bandora wê ya li ser dermankirinê fêm kir, nexweşên jin ên penceşêrê li bajarê dorpêçkirî li qehwexaneyek bi zêdeyî 37 jinan re hevdîtin kirin, rûniştin û qala serpêhatiyên xwe kirin. Her wiha jinên ku ji nexweşiyê xelas bûbûn û hîn dest bi tedawiyê nekiribûn jî hebûn ku ji aliyê derûnî ve alîkariya wan bikin û pêvajoya tedawiyê wek rêwîtiyek bibînin.

Di dermankirinê de kêmanî jiyan dike'

Der barê dermankirinê de Mona El-Şerefî dibêje ku li Şirîda Xezayê dermankirina penceşêrê tune, bijîşk her 21 rojan 3 caran kemoterapiyê jê re xwestiye, lê cara yekem jê re hatiye gotin ku li nexweşxaneyên wezareta tendirustiyê dermankirinek din tune, dibe nexweşî li hemû bedena wê belav bibe û 4 meha dirêj kir heta karî biçe nexweşxaneyên Şirîda Xerbî li Filistînê û wiha dest bi axaftina xwe kir:” Pirsgirêk ne tenê di dermankirinê de ye, di heman demê de bi alavên laboratûvarê re jî ew encamên baş nadin ku dermanê rastîn ji bo her rewşê were dayîn, ji ber vê yekê di rapora nexweşxaneyek li Filistînê de hate gotin, di encamê de emeliyat bûye, pêdivî ye ku tevahiya girseyê û piraniya wê jê bibe û testên kîmyewî bi mehan berdewam kirin.

Derûniya nexweş pir xerab e, xebatkarên bijîşk jî danûstandinek ne baş pêre dikin, ne li gorî rewşa nexweş e, piştî ku derman bi dawî bû hewcedariya nexweş bi vîtamînan heye, lê dîsa jî tune ye, ji derve digire ev krîza ji bo jinên ku dahata wan tune an  kême ku gelek caran nikarin bikirin.

‘Însiyatîf pêvajoya dermankirinê ya Qudusê guhert’

Îman Selîm yek ji jinên ku ji vê însiyatîfê sûd werdigire, kêfxweşiya xwe anî ziman ku ji bo nexweşên penceşêrê li Şirîda Xezayê cara yekem e piştgirîyeke wiha dîtiye û piştgiriya derûnî zêdetir di bin siya kêmbûna dermanan de li nexweşxaneyan tê dayîn û wiha berdevam kir:”Vê însiyatîfê pêvajoya dermankirinê ya li Qudusê guhert bi qasî 7 saetan da ku bedewiyên bajêr bibînin û nehêlin ramanên neyînî me kontrol bikin. Dermankirina rojekê ne baş e, nexweş di rojekê de rehet dibe, dermankirin bi demjimêrên pir dirêj digire û yekser vedigere, piraniya nexweşan di destpêkê an nîvê de dema dermankirina qan qut bibe, ew neçar in ku heya çar mehan derman bibin û encamên xirab werdigirin, carinan nexweşên li benda dermankirinê dimînin jiyana xwe ji dest didin.

‘Çima derman di saziyan de heye lê Wezareta Tenduristiyê de tune ye’

Îman Selîm wiha gotinê xwe domand:”Ji ber ku derman ne di Wezareta Tenduristiyê de ye, ji aliyê hin saziyan ve pêdiviyên nexweşan tên bikaranîn, tenê bi wan nexweşan re civîn tê kirin, perwerdekarek tê çend gotinan dibêje û diçe. Çima ew derman di saziyan de heye û di Wezareta Tenduristiyê de tune ye, çima destûr nayê dayîn ku nexweşên kevin ezmûnên xwe yên kesane bi nexweşên nû re parve bikin, wê rasttir û bi sûdtir be.

Her wiha nexweşan di odeyên teng de dihêlin, Wezareta Tenduristiyê cihekî baş ji nexweşan re venaqetîne û bi kîlometreyan dûrî navenda bajêr xemê nadin nexweşan.”

Di dawiyê de, Îman Selîm ji nexweşên penceşêrê re dibêje ku ew bihêztir û baştir in, ku ew dikarin her tiştî ragirin heya ku dermankirina wan bi aramî derbas bibe û ew hêvî dike ku hemle bigihê armancên xwe yên piştgirîkirina nexweşên penceşêrê li Filistîn û dewletên din.