Çîroka serkeftinê ya du jinên ciwan

Zahraa Hatem Qamh û Rayan İsmail yên ku xwedî pêwîstiyên taybetin di qadên cuda de astengiyan derbas dikin û serkeftinan bi dest dixin.

FADIA JUMAA

Beyrûd- Zahraa Hatem Qamh û Rayan Îsmaîl yên ku xwedî pêwîstiyên taybet in rûxmê   pirsgirêkên tendirûstiyê jî dixwazin di her qada jiyanê de kar bikin. Her du jinên ciwan ên ku bi tevgerek kêm serkeftinek girîng bi dest xistine, ev bang li jin û zarokên keç dikin: "Li tiştê ku hûn jê hez dikin bigerin, ne li karê ku ji we re tê pêşniyar kirin an pêşkêş kirin û hewl bidin ku bigihîjin tiştê ku we kêfxweş dike."

Ji roja dayîkbûnê ve li hemberî nexweşiyê têdikoşe

Zehraa Hatem Qamh a 31 salî ji bajarokê Kferhîtî yê navçeya Sidonê li başûrê Libnanê, ji ber pirsgirêkên dayika xwe bi sezaryanê hatiye dinê. Zehraa Hatem Qamh a ku dema tê dinê bi zerikê ketiye, li gorî dayika wê dibêje destwerdana dereng a bijîjk bûye sedem ku nexweşiya serebral palsi (felca mêjî) derbas bike. Zehraa Hatem Qamh piştî ji dayikbûnê rastî gelek pirsgirêkên tenduristiyê, wek nexweşiyên pêşketinê, astengkirina tevgerê, qelsiya masûlkan, bihîstin û axaftinê hatiye.

Di teşhîskirinê de dereng mane

Dayika Zehraa Hatem Qamh, Olfat Qamh got: “Dema zaroka min hat dinê min min metirsiyê xwe ji bijîjk re got lê bijîjk diyar kir ku tirsa wê ji ber hestan pêş dikeve di encam de teşhîskirinê de dereng ma. Zahraa hîn sala xwe xelas nekir min vê bir cem norolojî. Piştî teşhîskirina norolojî  me destbi tedawiyê kir. Berî ku ew bigihêje temenê dibistanê, min ew amade kir ku li Komeleya Hevgirtin û Pêşketinê biçe dibistana kesên xwedî pêwîstiyên  taybet. Piştre, min ew şand Beşa Astengdarên Fêrbûna Dibistana Hossam Eddine Herîrî. Zahraa perwerdeya xwe xelas kir û dest bi pisporiya pîşeyî kir. Keça min Zahraa hezkirinek mezin nîşanî werzîş û hunerên destan dida lê dibistana ku lê dixwend ev derfet nîn bû. Piştre min yek ji mamosteyên werzîşê rahêner Îman Sabbagh nas kir. Wî li zarokên xwedî pêdiviyên taybet xwedî derdiketin û wan di bikaranîna kursiyên bi teker de perwerde dikir.”

'Werzîş min kêfxweş dike’

Zehraa Hatem Qemh serpêhatiya xwe bi van gotinan anî ser ziman: “Destpêkê min nizanibû ez çi dixwazim û min dixwest bi her werzîşê re bimeşim heya ku min mamosteyê werzîşê Îman Sabbagh nas kir, ku rêberiya min kir û ez perwerde kirim di lîstoka bocce de, lîstikek ku bi topên hesinî tê lîstin. Lîstika bocce xwedan dîrokek dirêj e. Lîstikek hêsan e, pîvana dijwarî û hişmendiyê hildigire. Ji bilî atletîzm û bazdanê, ez di heman demê de tîrvanî û basketbolê jî dilîzim. Ez beşdarî tûrnûvayên werzîşê yên li ser asta herêmî li Beyrûdê û herêmên din bûm. Werzîş min kêfxweş dike.”

Li hember nexweşiyê têk neçû

Rayan Îsmaîl a 26 salî ku ji bajarokê Însar li navçeya Nabatiye ya başûrê Lubnanê ye, roj bi roj bi mirinê re rû bi rû maye û masûlkên wê dihele, lê ew serî li ber nexweşiya ku rêveçûna wê ji holê rakiriye, netewand. Lê belê Rayan Îsmaîl ê ku rêveçûna xwe winda kir, piştre berê xwe da hunera destan. Rayan Îsmaîl wiha behs kir:

“Ez hunera dest a Makromê çêdikim. Min di medyaya dîjîtal de rûpelek bi navê 'Makram Craft' çêkir. Ez ji nexweşiyek genetîkî dikişînim ku bandorê li masûlkeyên min dike û dibe sedem ku ew qels bibin ji vê nexweşiyê re tê gotin distrofiya masûlkê. Piranî ji zewaca mirovî pêk tê. Dema ku ez pênc salî bûm, ez jî wek zarokên din dilîstim û direviyam, lê berevajî wan, ez zû westiyam. Her ku emrê min derbas dibû sal bi sal xerab bû. Dema ez hatim 12 saliya xwe êdî min nikari bû pirikan hilkişim. Êdî bi derbas buna salan min alîkariya derdore çûm û hatim.”

'Ji bilî avakirina karê xwe ti çareya min nema bû'

Rayan Îsmaîl anî ziman ku 7 sal berê emeliyata dirêjkirina tendonê kiriye û wiha berdewam kir: “Em mirovên bi biryar in. Em ji mirovên asayî ne cuda ne. Em xwedî kapasîteya giyanî ya tevahî ya ku em bifikirin û bi dest bixin. Xewn û armancên me hene ku ji xewn û armancên kesên din mezintir in. Lê belê ji ber pirsgirêkên min ên tenduristiyê di perwerdehiyê de pirsgirêkên min derketin. Min bi tenê dikarî heta pola dehemîn bixwînim. Vê yekê şansên min ên peydakirina kar asteng kir. Dema ku min hunera Makrome li ser medyaya dîjîtal dît, bala min kişand û min biryar da ku ez fêrî wê bibim. Bi rastî jî wisa bû û ez bi temaşekirinê fêrî vê hunerê bûm, bêyî ku tu perwerdeyê bibînim.”

Ew ji bo xebata wê parzûn kirin

Rayan Îsmaîl destnîşan kir ku di Cotmeha 2021’an de dest bi projeya xwe kiriye û got: “Karê min ji aliyê xizm û hevalên min ve hat ecibandin. Hewldana min bextewariyeke bêhempa da min. Niha firotina min hewcedariyên min pêk tîne. Mişteriyên min ji beşên cuda yên civakê pêk tên. Ji Libnan, Kuweyt û Afrîkayê mişteriyên min hene. Ji bo formekî hûnerî ya estetîk bê derstxistin, hûnandina ta yek ji hunerên girîng ya çanda Ereban e.”

'Hewl bidin ku bigihîjin tiştê ku we têr dike'

Rayan Îsmaîl peyama xwe ji bo jin û keçan parve kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berî her tiştî li karê ku hûn jê hez dikin bigerin, ne li karê ku tê pêşniyarkirin û pêşkêşî we tê kirin û hewl bidin ku bigihîjin tiştê ku we têr dike. Ji ber ku hewesa ji bo tiştê ku em jê hez dikin riya me ya afirînerî û serfiraziyê ye ya duyemîn jî em bala xwe bidin serkeftina akademîk, ji ber ku perwerdehiya domdar ji bo zarokek keç girîng e. Ger ev ne pêkan be nehelên ku ev mijar bibe asteng. Ji ber ku hûn dikarin bigihîjin karê ku hûn jê hez dikin ku hûn tê de serfiraz, serxwebûn û azweriyên we têr dike. Tecrûbeyên ku min di vê dema kurt de berhev kirin hişt ku ez hîn bêhtir ji xwe bawer bim."