Çîroka Amîna ya 17 salî ku di şevekê de zarokatiya wê jê hat dizîn

Amîna Ebû Xebin a 17 salî, piştî ku bavê wê hat kuştin û dayîka wê bêserûşûn winda bû, neçar ma xeyalên xwe yên perwerdeyê bide sekinandin û di koneke teng de bibe penageha xwişkên xwe yên biçûk.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Amîna Ebû Xebin a 17 salî qet xeyal nedikir ku ew ê di şevek de jiyana wê serûbin bibe. Ew xwendekarek bû amadekariya berdewamkirina perwerdeya xwe dikir lê bi çûyîna dê û bavê xwe bû parêzvana çar xwişkên xwe. Amîna du sal in barê berpirsiyara xwarin, parastin, aşkirina xwişkên xwe û girtina biryarên ji kapasîteya mezinan zêdetir girtiye ser xwe.

Ji roja 5’ê Kanûna 2023’an vir ve, jiyana wê ji dema ku dayîka wê di dema dorpêçkirina kampa penaberan a Cebeliye li Zîvala Xezayê de hat kuştin bi temamî guherî. Wê berpirsiyariya malbatek ku bavê wan hatibû înfazkirin girt ser xwe û aqûbeta dayîka wê heta roja îro nayê zanîn. Di nava qada şerekî ku perwerde, ewlehî û zarokatiya wê ji wê hat girtin de, ew neçar maye di koneke li rojavayê bajarê Xezayê de rola dayîk û bav bilîze.

Malbatê beriya ku hêzên Îsraîlê êrîşî herêmê bikin û ji her cihî ve êrîşên tund bidomînin, ji bo ji êrîşan birevin xwe spartin kampa Cebeliyeyê. Xeter her çû zêde bû, bavê Amîna Ebû Xebin îsrar kir ku hevjîn û keçên wî bi Xaça Sor a Navneteweyî re ji stargehê derkevin. Ji ber ku ew ditirsiya derketina derve paşê ne mumkin be. Bi xwe biryar da li wir bimîne. Dayîk bi keçên xwe re çû lê nexwest hevjînê xwe bihêle. Ji keça xwe ya mezin Amîna re got ku heta vegere, bi xwişkên xwe re li quncikekî nêzî stargehê li bendê bimîne. Lê keça wê nizanibû ku ev cara dawî ye dayîka xwe dibîne.

‘Em hê li bendê ne’

Emîna Ebû Xebin a ku dengê wê hîn jî ji tirsan dilerizî, bûyerê wiha vedibêje: “Wekî ku dayîka min xwestibû, ez û xwişkên xwe li benda dayîka xwe man lê çend deqe veguherî saetên tirsê. Topên dronan ji her alî ve li ser me dibariyan. Min nizanibû çi bikim. Ji bo demekê, min xwişkên xwe hiştin û bazdam ji bo li wê bigerim. Ez fikirîm wê li cem bavê xwe bibînim lê bavê min got ji dema ku em ji hev veqetiyane ve wê nedîtiye. Wê demê min fêm kir ku her tişt guheriye.”

Her ku hêzên Îsraîlî ber bi herêmê ve pêşve diçûn, mayîn ne mumkin dibû. Amîna neçar ma bi sê xwişkên xwe re bireve rojava, dilê wê bi pirsek tijî bû: Dayîka wê çûbû ku derê? Tenê du roj şûnda, wê nûçeyek bihîst ku hêzên Îsraîlî hemû kesên di stargehê de mabûn, tevî bavê wê jî înfaz kirine; lê belê, ji ber operasyonên leşkerî yên berdewam nikaribû vegere wê derê, wê bawer nekir.

Li hemû cihan li dayîka xwe geriya

Li şûna ku dev jê berde, wê dest bi lêgerînek dijwar a ji bo dayîka xwe kir; ew ji nexweşxaneyek çû nexweşxaneyeke din, lîsteyên birîndar û miriyan kontrol kir û mehek di nava cenazeyan de geriya lê negihîşt şopa dayîka xwe.

Amîna Ebû Xebin wiha got: “Ez çûm hemû nexweşxaneyan bi hêviya ku wê birîndar û sax bibînim lê her carê bi dilşikestineke din vegeriyam. Ez di nava birîndaran de geriyam, min li rûyê nenas nihêrî û ji her kesê ku min pê re hevdîtin kir pirsî lê dayîka min hê jî winda bû. Fikra windakirina wê bê şop bû, min guman kir ku ew hatibe binçavkirin.”

12 roj piştî dorpêçkirina stargehê, hêzên Îsraîlî ji herêmê vekişiyan. Emîna Ebû Xebin vegeriya cihê ku bavê xwe lê hiştibû. Li wir, şokek ku heta hetayî ji bîr neke jiya. Wê bavê xwe li erdê dirêjkirî û sê gule di bedena wî de bûn dît. Vî dîmenê piştrast kir ku ew bê daraz hatiye înfazkirin.

‘Heta sax bim ji bîr nakim’

Amîna Ebû Xebin bi dengekî xemgîn dibêje: “Heta ku ez sax bim, ji bîr nakim. Min dixwest nûçe xelet be lê min ew li cihê ku me ew lê hiştibû dît. Gule di bedena wî de de asê mabûn. Mirov digot qey dem rawestiyaye û min nikaribû tiştekî li dora xwe fam bikim. Ji wê rojê ve min aramî nedîtiye.”

Aqûbeta dayîka wê heta niha ne diyar e

Emîna Ebû Xebin hewl da bi Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor re têkilî dayne bi hêviya ku bizanibe ka dayîka wê di girtîgehên Îsraîlî de girtî ye yan na lê bersiv neyînî bû. Malbat piştî bi mehan li benda bersivê ma û di navbera hêvî û nezelaliyê de ye.

Amînaya ku ji perwerde, stargeh û alîkariya mirovî bêpar maye, bi mehan travmaya psîkolojîk jiya. Bi tena serê xwe berpirsiyariya çar xwişkên xwe girt ser xwe. Dema ku operasyonên leşkerî li bakurê Xezayê zêde bûn, zarokên keç neçar man ku bi xizmên xwe re ber bi başûr ve birevin. Nêzî sê mehan, ew di konek teng de li Dar el-Belah, li navenda Zîvala Xezayê, bi zêdetirî deh kesan re man.

Ji alîkariyên mirovî bêpar dimînin

Dema ku vegeriyan bajarê Xezayê, ne malek ne jî xizmên xwe dîtin ku wan qebûl bikin. Wan xwe spartin kampeke sêwiyan ku piştgirî û xizmetên bingehîn tê de tunebûn.

Ji ber nebûna belgeya mirina bavê wê, sûdgirtina ji alîkariya mirovî hat astengkirin. Ji ber piraniya alîkariyan hê jî li ser navê rêveberên malê tê belavkirin. Ev yek wan ji pakêtên xwarinê û pêdiviyên din ên alîkariyê jî bê par kir û Amîna Ebû Xebin bi berpirsiyariya piştgiriya xwişkên xwe bê çavkaniyeke dahatê di bin barekî giran de maye.

Ji perwerdeyê bêpar man

Amîna Ebû Xebin wiha got: “Ez di her rewşa zor de bêriya dayîka xwe dikim. Dema yek ji xwişkên min nexweş dikeve, dema em bi şev digirîn, an jî dema em nikarin hewcedariyên xwe yên herî bingehîn bi cih bînin, hîs dikim ku nebûna wê nayê tehemulkirin.”

Şer tenê bi mirina dê û bav, bi bandora li ser pêşeroja perwerdeya wan jiyanê kir riyeke nediyar. Amîna Ebû Xebin ku ji bo azmûnên lîseyê amadekariyê dikir, tevî gelek hewldanên ji bo misogerkirina perwerdeya belaş, neçar ma perwerdeya xwe rawestîne ji ber ku nikare mesrefa dibistanê bide. Xwişka wê, Eliya jî ji ber heman sedemê nikaribû perwerdeya xwe bidomîne.

Xwişka wan a biçûk, Nour a 8 salî dikaribû xwe di koneke perwerdeyê ya belaş de tomar bike lê divê her sibeh riya dirêj bimeşe. Ji tirsa derengmayînê, ew di saet şeşê sibehê de ji kampê derdikeve û di saet heştan de digihîje dibistanê.

Berpirsyariya Amînayê gelek giran e

Di hundirê konê de, berpirsiyariyên Amînayê ji sibehê dest pê dikin û heta êvarê berdewam dikin. Bi çavkaniyên sînorkirî, xwarinê amade dike, agir pêdixe da ku xwarinê çêbike, pêdiviyên xwişkên xwe pêk tîne. Karên wan ên rojane dike û hewl dide wan ji kêzikên ku her dem konê dagir dikin, biparêze. Îro, Amîna Ebû Xebin li bersiva pirsa ku di 5’ê Kanûna 2023’an de dest pê kiriye digere lê hê jî bêbersiv. Du sal in pirsa: “Dayîka min li ku ye?” ji xwe dike. Bi rêvebirina jiyana sê xwişkên xwe, di koneke ku ne ji germahiya Havînê û ne jî ji sermaya Zivistanê mirov diparêze de dijî. Tenê hêviya wê ew e ku aqûbeta dayîka xwe ya gotibû ew ê di çend deqeyan de vegere lê qet venegeriya fêr bibe.