Çaya kesk ji gelek nexweşiyan re derman e

Mehbûba Xelîl Mihemed di bexçeyê mala xwe de çaya kesk çandiye û jê berhem digre û dibêje ku her dem pêwîstiya wan bi çandina gihayên xwezayî heye ji ber ku gelek nexweşiyan re derman e.

ROJ HOZAN

Qamişlo -Keşf û afrîneriyên jiyanê her dem bi destên jinan tên pejirandin, ev jî xwedî tesbîteke dîrokî ye ku çawa berê jinan gihayên xwezayî ji bo tenduristiya civaka xwe keşif dikirin. Mehbûba Mihemed ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi qasî çend salan e di bexçeyê mala xwe de çaya kesk diçîne û jê feydeyê dibîne. Mehbûba tevî ciwantiya temenê xwe xwedî nêrîneke xurt û hezkirineke mezin e di aliyê çandina gihayan de û feydeyên wê jî yek bi yek rêz dike û tîne ziman. Di bexçeyê mala Mehbûba Mihemed de hemû cureyên çandiniya gihayan hene, bi taybetî cureyên gihayên ku kêm tên çandin. Mehbûba Xelîl Mihemed têkildarî naskirina çandina çaya kesk, dema çandin û berhevkirina wê, her wiha feydeyên wê yên ji tenduristiya mirovan  ji me re axivî.

Çaya kesk

Çaya Kesk nebateke xwezayî ye û şitla wê di her demên salê de kesk dimîne. Dîroka vê nebatê vedigere 5000 hezar sal berî zayînê û bi riya malbateke Çînê hatiye keşifkirin ku weke derman dihat bikaranîn. Ev nebat di demsala biharê de tê çandin ji ber ku germahiya rojê ya nerm jê re pêwîst e. Nebata çayê di tava rojê de geş dibe û mezin dibe, ji ber wê germahiya rojê divê ji 15 dereceyan kêmtir nebe û ji 30 dereceyan zêdetir nebe. Her wiha nebata çayê mezinbûna xwe radiwestîne ger germahî dakeve binê deh dereceyan. Çandiniya çaya kesk curbecur axê de bi ser dikeve, bi şertê ku ew sivik be, şêlandî be û ji ava zêde baş were rijandin da ku pêşî li rizîna rehên xwe bigre. Ji ber vê yekê baştir e ku mirov di axeke navîn a ku di navbera qûm û siltê de tevlihev bike û bi kar bîne. rêkûpêk pêdivî bi avdanê nebata çayê heye, li herêmên germ du rojan carekê, di hewaya nerm de divê sê rojan carekê bê avdan. Nebat bi xwe li xwe zêde dike bi riya demê rehê wê yê di axê de xwe berdide û geş dibe. Berhevkirina wê de pelên wê tên jêkirin bêyî ku rehên wê bên rakirin, tê berhevkirin, piştre tê kelandin û vexwarin.

‘Ez hîn bûme bi xwezayê re bibim heval û lê baldar bim’

Mehbûba Xelîl Mihemed behsa hezkirina xwe ji çandiniyê re kir û ev heskirin ji biçûkatî ve ji dayik û bavê xwe girtiye û hîn di zaroktiyê de fêrî çandiniyê dibe û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez rehetiya derûniya xwe bi çandiniyê re dibînim ji bo wê pir ji çandina beybûn û gihayan hez dikim. Min hezkirina xwe ji xwezayê ji dayik û bavê xwe girtiye hertim min hînê nebatan kirin da ku ez bi xwezayê re bibim heval û lê baldar bim. Ji zaroktiya xwe de her dayika min cureyên şitilan datanî axê ez li derdora wê bûm û min baldariyeke xurt daye, heya ez jî jê re bûme xwedî nêrîn û hezkirin. Wisa heya ez zewicîm jî min ev hezkirinên xwe bi xwe re anîn mala xwe ku ez careke din li axê xwedî derkevim û çandina wê bikim. Di bexçeyê mala xwe de her sal û dem bi dem ez cureyên şînahiyê diçînim. Piraniya xwe çandiniya gihayên xwezayî ên bi feyde, weke beybûn, mêremiyê, iklîla çiyayî, nenah, çaya kesk û hemû cureyên ku feydeyê li canê mirovan dike. Li kêleka wê jî ez hemû cureyên beybûnan jî diçînim da ku xweşikbûneke taybet bide bexçeyê min.”

‘Di bexçeyê mala xwe de piranî ez çaya kesk diçînim’

Mehbûba Xelîl Mihemed bal kişand ser çandina çaya kesk di bexşeyê mala xwe de û diyar kir ku karê ku dike zehmîtiyan nakşîne berovajî bi heskirin dikeve nav nebatan  û wiha domand: “Di bexçeya mala min de piranî ez çaya kesk diçînim ne ji bo firotinê, tenê ji bo mala xwe û cîranên xwe diçînim. Li ser destê min ev nebat geş dibe û belav dibe, ji xwe min şitla wê dîsa ji gel dayika xwe anî ku niha di mala wê de jî bexçeyê şînkahiyê geş e. Min mişarên taybet ji bo çaya kesk vegetandine û çandine, di çandina wê de ez tu zehmetiyan nabînim ji ber min rêbazê wê hemû ji dayika xwe girtiye û baş hîn bûme. Çaya kesk zû bi zû li herêmê nayê çandin ji ber ew baldariyeke taybet jê re pêwîst e, zêde avê dixwaze û pêwîst e em lê baldar bin ji germahî û sermaya zêde biparêzin. Ev bi qasî çend salan e ez di mala xwe de diçînim û pêwîstiyên xwe jê digrim û ji çaya reş bêtir bi kar tînim. Di destpêka biharê de min şitla xwe danî û heya niha piştî ku geş bû û piranî berhev jî kiriye hîn kesk e. Ev nebat her xwe nû dike tenê min şitlek çandin û niha mişara wê mezin bûye û ji ber xwe de belav dibe. Dema em derbasî zivistanê dibin beybûnên spî lê vedibin heya qeşa bikeve wê nûbûna wê rawestîne heya bihar dîsa were geş bibe lê rehê wê zirarê nabîne. Di destpêka havînê de em pelên wê jêdikin û hişk dikin, wisa dikelînin û vedixwin.”

‘Feydeyên çaya kes ên ji bo tenduristiyê’

Mehbûba Xelîl Mihemed  di dawiya axaftinê xwe de bal kişand ser feydeyên çaya kesk ji bo tenduristiyê da zanîn ku çaya kesk ji gelek nexweşiyan ra dermane û wiha pê de çû: “Çaya kesk ji gelek nexweşiyan re bi feyde û derman e jixwe ji aliyê zanistê ve ev baş hatiye tesbîtkirin. Em bi xwe jî feydeyê jê dibînin, ji nexweşên şekir re pir baş e rêjeya şekir di bedenê de kêm dike. Ji kolestrolê re baş e kîloyên mirovan kêm dike. Her wiha ji dil û xwînê re pir baş e.  Dema mêvanên min tên û pirsgirêkên wan ên tendirustiyê hebin ez vê çayê ji wan re çêdikim, yan jî dema zarokên min bi sermayê dikevin ez ji wan re çêdikim. Niha zarokên min jî pir jê hez dikin û pir vedixwin. Bi rastî wisa gihayên xwezayî di mala mirov de hebin pir baş e, ji yên bazarê baştir e. Bi hêviya ku hemû mirov berê xwe bidin çandiniya xwezayî û li tenduristiya xwe baldar bin.”