Çandiniya li başûrê Lubnanê bi berxwedana jinan didome
Piştgiriya qada çandiniyê îro ne tenê rizgarkirina demsaleke parastina civakê ji hilweşînê û parastina rola jinan e îsbat kiriye ku ew di nava krîzan de li ber xwe didin û stûna berxwedan û hêviya jiyanê ne.
FADIYA CUMAA
Lubnan – Li başûrê Lubnanê, êrîş nikarin weke bûyereke demkî werin hesibandin. Her êrîş şopa xwe li ser ax û gel dihêle. Çandiniya ku bi dehan salan ji bo malbatên başûr çavkaniya debara jiyanê û stûna berxwedanê bû, niha navenda hedefan e. Zeviyên çandiniyê veguherîne herêmên xeternak. Erd bi buldozeran hatiye hilweşandin, madenkirin û bi fosfora spî hatiye şewitandin û darên zeytûnên kevnar ji hêla hêzên Îsraîlê ve hatine rakirin û dizîn.
Di vê çarçoveyê de, dijwarî pir zêde dibe bi taybetî bi berfirehbûna koçberiya bi darê zorê û têkçûna zincîrên hilberînê ku ewlehiya xwarinê tehdît dike û cotkaran bi pêşerojeke nediyar re rû bi rû dihêle. Di nava vî şerê hovane de, jin weke xeta parastinê ne û hewl didin axê û çandiniyê biparêzin. Beşdarbûna wan a karê çandiniyê êdî ne tenê roleke aborî ye; bûye rêbazeke berxwedana rojane.
Dema ku rê vebûn, wan barê malbat û hilberînê di heman demê de girtin ser xwe, bi tirs û windakirinê re rûbirû man û di hewldaneke bêwestan de ji bo rizgarkirina tiştê dikarin ji berheman rizgar bikin, niha bi tunebûnê re rû bi rû ne.
Ziyana zêde

Rapora sêyemîn a ku ji hêla Wezareta Çandiniyê ve hat weşandin, zêdebûna xeternak a zirara li qada çandiniyê li Lubnanê eşkere dike. Zêdetirî ji sedî 22.5 ji erdê çandiniyê ku 51 hezar û 956 hektar e, bi bandor bûye û tenê di hefteyek de 2 hezar û 392 hektar zirar dîtiye. Zêdetirî 10 hezar û 261 hektar zevî jî bi bandor bûye, di heman demê de ji sedî 78 ji cotkaran li başûr xebatên xwe rawestandine û ji sedî 76.8 ji cih û warên xwe bûne ku krîzeke mezin nîşan dide berdewamiya hilberîna çandiniyê tehdît dike.
Ziyanê bandor li gelek berhemên bingehîn kiriye, ji genim û sebzeyan bigire heya nîsk û titûnê, ji bilî windahiyên girîng di çandiniya serayê de ku hem demsalên heyî û hem jî yên pêşerojê tehdît dike. Di vê navberê de hewcedariyên cotkaran her ku diçe lezgîntir dibin, taybetî li herêmên Marjeyoun, Bint Jbeil û Nabatieh û sotemenî, xwarina lawiran, av û têketinên din ên hilberînê dihewîne.
Çandinî weke rêbazeke berxwedanê ye

Cotkarek ji herêma Mensûrî, Rîma El-Husên dibêje: "Ez nêzî 20 serayan li herêma xwe ya Qelîla, li başûrê Tirê û xaçeriya Meraka, li bakurê rojhilatê Tirê, birêve dibim. Bi destpêkirina şer û koçberiyê re, ez di navbera her du deveran de diçûm û dihatim da ku avdanê bikim tevî xetera hedefgirtinê, heta ku artêşa Lubnanê piştî bi êrîşeke hewayî hat hedefgirtin, cihê xwe yê li Mensûrî vala kir."
Rîma El-Husên wiha li gotinên xwe zêde kir: "Çareyek din nema. Ez neçar mam ku biçim. Wê demê, ez berê xwe dabûm bajarekî din, lê min zehmetiyên rêwîtiya ji bajarekî bo bajarekî din ji bo parastina çandiniyan kişand. Lê piştî ku gihîştina Qelîla ne mumkin bû, min hewlên xwe dan ser rizgarkirina tiştê ku ji serayan li herêma duyemîn mabû."
Rêwîtiya wê bi xeteran dagirtîbû

Rîma El-Husên destnîşan kir ku rêwîtiya wê ya rojane bi xeteran dagirtîbû û wiha got: "Kolan vala ne, pir hatine bombebarankirin, dengê êrîşên hewayî tirsnak e mirov pir aciz dibe, dengê ambulansan berdewam dike û dibe ku her kêlî êrîş çêbibin. Min hewl dida windahiyan kêm bikim û bi kêmanî be jî pêdiviyên xwe bi cih bînim. Ji ber ku debara jiyanê bi qasî jiyanê girîng e. Di heman demê de dayik û jinek im û ev yek dijwariyê du qat dike, biryardariya min zêde dike ku em weke jinên ji başûr pê re fêr bûne."
Aliyê din ê şer jin li ber xwe didin
Di nava hejmarên ecêb ên windakirinê û çîrokên takekesî yên berxwedanê de, aliyekî din ê şerê li başûr derdikeve holê. Şerekî li ser erd, debara jiyanê û bîranînê. Lê dîsa jî jinên mîna Rîma el-Husên hêza xwe ji tirsê û biryardariya xwe ya berdewamiyê ji windakirinê diafirînin.