Çandina garis hevsengiya jiyanê li ser piyan dihêle

Çandina garis pir girîng û bi sûd e ji ber ku ew dikeve nav girîngtirîn çandiniyên ku hevsengiya jiyana mirovan didomîne. Pêwîst e dema garis bê çandin dem havîn be ji ber ew li ber germahiya roja havînê digihîje û berhem dide.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Yek ji hîmên bingehîn di berdewamkirina jiyanê de û esasê avakirina civakan çandinî ye. Her civakek bi çandina cureyên şînahiyên cuda tê nasîn û ev yek jî li gorî axa wê dimîne çi çandinî li ser erdnîgariya wê çêdibe. Çandina garis yek ji girîngtirîn çandiniyên di Rojhilata Navîn de ye ji bo wê li welatên ku av lê pir be ev nebat tê çandin û sûdên wê jî bi berhem in. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek cotkar hene di salê de demsalek garis diçînin, berî niha zêde bal nedihat kişandin ser çandina garisan ji ber ku di salên berê de baran pir bû, mirovan zêdetir ceh û genim diçandin. Di van salên dawiyê de êdî gelê herêmê berê xwe dane çandina garis ji ber ku ew ji bo mirov û heywanan jî tê xwarin û rola wê girîng e di hevsengiya xwarinê de.

Nebata garis çi ye û li ku tê çandin?

Nebata garis sêyemîn berhema girîng e, piştî genim û birinc rêza wê tê. Her wiha cihê wê yê esil Meksîka ye. Garis nebateke salane ye û dirêjahiya wê bilind e digihîje 2 metreyan her wiha kulîlkên wê yên nêr û mê jî hene. Cureyên vê nebatê pir in û li gorî erdnîgariya li ser tê çandin cudahiya cureya berhemên wê tên berhevkirin. Ev nebat di dema havînê de tê çandin ji ber pir germahiyê dixwaze û di navbera 90 rojî de digihîje û berhem dide. Dendika wê weke tov ji wê bi xwe tê hilandin û di demsala sala piştî wê de tê çandin. Avdana wê jî di rojê de 2 caran e danê sibehê carekê û danê êvarê carekê, ji ber ew nebateke pir avê dixwaze ye. Garis yek ji girîngtirîn esasê xwarinê ye dikeve nava xwarina mirov û heywanan. Li Rojhilata Navîn garis li welatên avî tê çandin bi taybetî li welatên nêzî çem û kaniyan weke Misir, Lıbnan, Iraq, Sûriye, Urdun û gelek welatên din jî hene rêjeya çandina garis li wan bilind e.   

Têkildarî mijarê jina bi navê Ilhan Ebd-El Semed ji gundê Maşoqê yê navçeya Tirbespiyê Kantona Qamişlo ji me re behsa çandina garis û berhemên wê kir.

“Îsal me tenê li gundê Maşoqê garis çand”

Ilhan Ebd-El Semed behsa çandina garisan kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Îsal di dema havînê de piştî me demsala xwe ya petata rakir me xwest em li şûna wê garis biçînin. Em li gundê Maşoqê dijîn gundê me bi şînahî û kaniyên xwe tê nasîn. Ava me pir e û axa me dewlemend e ji bo wê şînahî xweş lê derdikeve. Jixwe her kes dizane mirovên li gundan dijîn piranî sewalan jî xwedî dikin, me xwest em garis biçînin hem ji bo heywanên xwe hem jî ji bo heywanên gundiyan. Îsal me tenê di gund de garis çandine ger berhemên wê baş bin em ê pêdiviyên xwe rakin û sûdên wê jixwe re bifroşin ji ber debara jiyana me li ser çandiniyê ye. Di salê de em du heya sê caran bexceyê xwe diçînin bi vê yekê em debara xwe dikin û jiyana xwe didomînin. Ev çend sal in baran tune ye sewal bê êm dimînin, jixwe ji ber buhabûna heyî, buhayê ceh û genim giran e ji bo wê em mecbûr in sewalên xwe bi çandiniyên wiha xwedî bikin.”

“Garis pir girîng û bi sûd e”

Ilhan Ebd-El Semed bal kişand ser çawaniya çandina garis û berhemên wê û wiha pêde çû: “Garis nebateke pir girîng û bi sûd e her wiha mesrefa wê jî ne zêde ye. Pêwîst e dema garis bê çandin dem havîn be ji ber ku li ber germahiya roja havînê digihîje her wiha divê pir bê avdan. Îsal miqdareke baş me garis çandiye ji ber ava kaniyên gundê me heye her wiha bîra me ya avê jî di nava bexçe de heye û em dikarin rehet avê peyda bikin. Lê tiştek wisa bi hêsanî nayê bidestxistin pêwîst e di destpêka çandina garis de mirov baldar be, avdaniya wê bi sîstem bike û ji gihayên qirêj paqij bike da ku ew garis bide xwe û bilind bibe. Rojana ez û hevjînê xwe berê we didin nava bexçe hevjînê min av dide ez jî derdora wê paqij dikim. Niha piraniya keda me berhem daye lê hê jî bi qasê mehekê maye heya em berhemên wê rakin. Wekî din garis ji bo mirovan jî tê xwarin, ji ber cureyên wan hene dema em dendika wê diçînin baldar in, ji bo ku her cure li gel cureya xwe be. Ger tu bibêjî çawa hûn dendika cureyê nas dikin ev dimîne li ser pisporiya me. Rast e me nexwendiye lê di çandiyê de em baş pispor in. Ji bo mirovan garis wisa kelandî tê xwarin, yan jî hin hene dihêrin û nan jê çêdikin. Em bi xwe bi taybetî ji bo heywanan diçînin û ji bo xwarina malê jî qederek radikin. Garis çima berhema wê pir e ji ber tovê wê em ji wê bi xwe radikin dibe her dendikek bi qasî 5 heya 6 garisan bide wisa feydeya me pir dibe.”

“Piştî rakirina garis ez ê zebzeyên zivistanê biçînim”

Ilhan Ebd-El Semed wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ez dixwazim her jin çandiyê bike ji ber ax bi ked û berhema jinan geş dibe. Niha piştî ez berhemên garis rakim ez ê amadekariyên çandiniya şînahiyên zivistanê bikim ji bo ku berhemên me hemû ji destên me bin. Bi hêviya serkeftinê ji hemû cotkaran re bi taybetî ji kedkarên jin re.”