Çalakvan û parêzvanên mafên mirovan: Jin ji cihên biryardanê tên dûrxistin
Çalakvanên jin û parêzvanên mafên mirovan ên Cezayîrî hewl didin nifşek nû ava bikin ku hay ji maf û azadiyan hebe û bi wekhevî û edaleta civakî bawer be.
NECWA RAHIM
Cezayîr - Jinên Cezayîrî di dema serxwebûnê, piştî serxwebûnê û beriya serxwebûnê de ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşîneke xurt meşandin. Komeleya Zarokên Windayan ji bo ronîkirina seferberiya kolektîf, têkoşîn û tevgerên xwepêşanderan, rojeke ji bo nîqaş û diyalogê li ser beşdarbûna jinên Cezayîrî di pevçûnên çekdarî, pêvajoyên aştiyê û demên piştî şer de, orgenîze kir. Rûniştin ji aliyê seroka Rêxistina Zarokên Windayan Nesîra Dîtor ve ji Fransa bi rêya teknolojiya vîdeoyî hate birêvebirin û wê gelek xalên girîng derbarê girîngiya rola jinan di şerên çekdarî de nirxand.
"Jin rastî gelek şêweyên şîdetê tên"
Nesîra Dîtor da zanîn ku nêzîkî 10 hezar jin jiyana xwe ji dest dan, 11 hezar şervanên jin hene û zêdetirî 80 jinên ji neteweya Fransî ku beşdarî şoreşa Cezayîrê bûne û wiha pê de çû: "Jin rastî gelek şêweyên şîdetê tên, ku niha weke sûcên li dijî mirovahiyê tên binavkirin."
"Jin ji cihên biryardanê hatin dûrxistin"
Seroka Komeleya Cezayîra Me Şerîfa Xedar got ku li Cezayîrê jin bi awayekî çalak beşdarî şerê serxwebûnê bûn û wiha axivî: "Jin bi hejmareke mezin tevlî Eniya Rizgariya Netewî bûn. Lê tevî vê yekê jî, çi di dema şerê çekdarî de ji bo pêşxistina projeya civakî ya ku di dema serxwebûnê de were avakirin, çi jî piştî rizgariyê ku bandorê li hilbijartinên siyasî û civakî bike, jin ji cihên biryardanê hatin dûrxistin."
"Dûrxistina jinan ji derdorên desthilatdariyê li pêşiya naskirina têkoşîna wan dibe asteng"
Çalakvan û keça yek ji wan kesên ku di salên nodî de bi zorê hatine windakirin Necma Bin Ezîze anî ziman ku kêm caran tecrubeyên jinan hene ku bi xurtî tevlî şerê çekdarî bûne ku karîbûn hebûna xwe îspat bikin û ji perspektîfa zayendî daxwaza wekhevî û edaletê bikin ku di dawiya şer de ji bo projeyên civakî yên ku di dawiya şer de werin avakirin, bibin bingeh û wiha axivî: "Di qonaxên şer û pevçûnan de dûrxistina jinan, li pêşiya naskirina tevahî têkoşînên ku wan meşandine asteng e."
"Pêwîst e rola jinan a di pêkanîna çareseriyê de were naskirin"
Çalakvana femînîst Amal Hajjaj tekez kir ku pêwîst e rola jinan di lêgerîn û pêkanîna çareseriyên dadmend û mayînde ji nakokiyan re were naskirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Jinan di şerê serxwebûnê de roleke aktîf lîstin. Jinên Cezayîrî beşdarî gelek xwepêşandanan bûn û ji bo azadiya welat û ji bo azadî û mafan dirûşmên cuda bilind kirin. Her wiha ew beşdarî meşa 8'ê Adara 1965'an bûn, ku ji hêla UNFA ve hatî organîze kirin û beşdarî guhertina Qanûna Malbatê ya 1984'an bûn. Min xwest hin agahiyên ku min ji têkoşerên nifşê kevn girtine pêşkêş bikim. Divê nifşekî nû ku hay ji maf û azadiyan hebe û bi wekhevî û edaleta civakî bawer be bê avakirin."