6 sal in ceyrana wan tune ye: Sedem dagirkerî ye

Nûra El-Elî ya 60 salî ku ji gundê Bisîs ê bakurê bajarê Zirganê koç kiriye û li derdora gundê Zêdiyê dijî, dibêje ku ji ber ev 6 sal in ji ber êrişên dewleta Tirk ceyrana wan tune ye, di tenûran de kulîçe û nanê xwe çêdikin.

SORGUL ŞÊXO

Zirgan – Bajarê Zirganê her çiqas rojane bi gundên xwe û bejahiya xwe ji aliyê dewleta Tirk ve tê topbarankirin û bombebarankirin jî; li kêleka êrîşan riya berxwedaniya bêdawî ya ku gel û di serî de jinan hilbijartiye heye. Êrîş hene, lê jiyan jî bi gelek rûyên xwe berdewam dike. Rûyên vê berxwedaniyê jî rûyên jinan ên ku hêvî jê dibare û bêhna azadiya ku ewqas sal in ji bo wê têdikoşin, ji wan difûre.

Piştî mala wê hat bombekirin li cihekî bi ewle geriya

Nûra El-Elî 60 salî ye, temenekî xwe yê dirêj bi xweşî û nexweşiyên wê, li gundê xwe Bisîs a li bakurê bajarê Zirganê ku dikeve ser xeta agir, bi 8 zarokên xwe ku 2 keç û 6 kur in derbas kir. Lê belê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên rasterast sivîlan dikirin armanc, hemû zagonên mafên mirovan binpê dikin, mala ku Nûra ya 60 salî lê dijiya topbaran kirin. Li vir, Nûra dest bi rêwîtiya koçberiyê dike û li cihekî bi ewle yê nêzî gundê xwe digere da ku ew û zarokên xwe lê bi cîh bibin. Piştî lêgerînê, li derdora gundê Zêdiyê yê rojhilatê bajarê Zirganê bi cîh dibe û bi awayekî jiyana xwe didomîne.

Alternatîfa ceyranê, tenûr e

Ji ber hedefgirtina bi zanebûn a xetên ceyranê û şewitandina dîrekên ceyranê, qetandina kabloyên wê, Zirgan û gundewarên wê ji Cotmeha 2019’an ve bê ceyran e. Sedema vê şerpezetiyê, êrîşên hewayî û bejahî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker e. Piştî qutkirina ceyranê gel alternatîfên jiyanê dîtin û bi vî awayî çareseriyeke demkî peyda kirin, ew jî bikaranîna tenûran e. Hem ji bo çêkirina nanê tenûrê hem jî çêkirina cureyên şîraniyan û xwarinê. Nûra El-Elî dapîra 26 neviyan e. Bi deqên ku nîşaneya bedewbûnê ne, li ber tava germ û germahiya dilê neviyan ku bi giştî li dora wê kom bûne, bi hezkirin û dilekî ku dikare hemû dinyayê hembêz bike, kulîçeyan çêdike.

Di nava germahiya dilê zarokan de kulîçeyan çêdike

Nûra El-Elî di destpêkê de ji me re behsa çawaniya çêkirina kulîçeyan kir û wiha got: “Em niha kulîçeyan çêdikin. Bi arvan, mast, zeyt, rûnê nivîşk çêdibe. Îca piştî em qalibên wê çêbikin, em li tenûrê dixin da ku sor bibe. Ji hêlekê ve tenûr ji firnê baştir e, tama wê jî xweştir tê. Demek dirêj e me ceyran nedîtiye. Ev 6 sal in tuneye. Çêkirina kulîçeyan di tenûrê de jî, carna gava ku agir kêm be dibe pirsgirêk.”

‘Sedem dagirkerî ye’

Nûra El-Elî diyar kir ku ev nêzî 6 sal in ceyran nedîtine û wiha pêl da gotinên xwe: “Dagirkerî û topbaran sedema qutkirina ceyrana me ne. Ji ber topbaranê bifikire ku hinek şev hene xew bi çavên me nakeve. Vê carê wê çawa bihêlin em di nava ronahiya ceyranê de bijîn? Ji dema ku êrîş dest pê kirine heta niha, tevgera me gelek sînordar bûye.”

‘Piştî 6 salên bê ceyran berê xwe dan tenûrê’

Nûra El-Elî da zanîn ku ji dema ceyran çûye heta niha zarokan kulîçe nexwarine û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bifikire çend sal in ceyran çûye, bi qasî wê jî zarokan kulîçe ne xwarine û ne jî dîtine. Ji lewre îro zarok gelek kêfxweş in, her kes li benda para xwe ye. Bifikire min bi xwe ev 4 sal in çênekiriye, ji ber ku ceyran tuneye. Ji ber ku me jî gelek bêriya bêhn û çêkirina kulîçeyan kiriye, piştî demek dirêj, me biryar da ku em çêkin. Berê, dema ku ceyran hebû me her 10-15 rojan carekê çêdikir. Berê di firûnê de niha jî em di tenûrê de çêdikin.”

Dixwaze vegere rojên berê

Nûra El-Elî mîna her jinek ku li ser vê erdnîgariyê dijî, êşa şer û koçberiyê kişandiye. Pîra Nûra daxwaza rawestandina şer kir û hêviya jiyana bê şer, bê qetilkirin anî ziman. Her wiha dixwaze vegere demên berê yên beriya hovîtiya dewleta Tirk a dagirker.