Jinên ciwan ên Şengalê serdana Quba Xatuna Fexran kirin

Yekitiya Jinên Ciwan Yên Şengalê di bin navê Hemleya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de ji bo naskirina çand û baweriya xwe serdana Quba Xatûna Fexran kirin.

EMÎRA ZOZAN

Şengal - Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê di 3’ê Gulanê de hemleya xwe ya bi navê “Jin Jiyan Azadî Serbixwe Azadî” dabûn destpêkirin. Jinên ciwan diyar kirin ku wê bi vê hemleyê çalakî û xebatên xwe bimeşînin. Jinên ciwan ên Şengalê di çarçoveya hemleyê de û ji bo naskirina dîrok û çanda xwe serdana yek ji cihên pîroz ên civaka Êzidî Quba Xatûna Fexran kirin.

Quba Xatûna Fexran li gundê Heliqiyê yê Xanesorê ye. Jinên ciwan berê xwe dan wir û li wir bi micêwira Qubê Nûrê Hesen re li ser dîroka Quba Xatûna Fexran axivîn.

Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Sara Botan û endama Jinên Ciwan Şîlan Şengal da diyarkirin ku weke jinên ciwan pêdiviya wan pê heye ku ew dîroka xwe hê kûrtir lêkolîn bikin û nas bikin.

‘Erka me zanîna dîrokê ye’

Sara Botan girîngî ji bo jinên pêşeng ên di baweriya Êzidatiyê de û wiha got: “Yek ji civakên ku jin tê de xwedî pêşengiyeke mezin in civaka Êzidî ye. Lê roja îro rastiya jinan hatiye nixumandin her çiqas di astekê de jin di nava civakê de li her cihî xwedî nêrîn û hêza biryarê ne jî ev ne heqîqeta me ye. Weke Jinên Ciwan divê em bi erka xwe rabin û tevahî jinên navdar nas bikin û xwe bigihîjînin hêza wan.

‘Ji bo parastinê divê em parve bikin’

Şîlan Şengalî jî rexne li civakê kir û got: “Di nava civaka me de divê girîngî ji parvekirina dîroka Êzidatiyê re ji bo ciwanan were dayîn.” Şîlan di berdewamiya gotinên xwe de zanîn ku civakek ku hemû ferdên wê dîroka xwe bi hûrguliyên wê nizanibe wê nikaribe parastina wê jî bike ji bo wê erka li ser milên dayik û bavan ew e ku zanînên xwe kûr bikin û bi wan re parve bikin.

Xatûna Fexran: Zanyar, hekîm, pêşeng û fîlozof

Piştî wê micêwira Quba Xatûna Fexran Dayê Nûrê Hesen jî bi van gotinan qala hesayetiya Xatûna Fexran kir: “Di civaka me de ji jinên pêşeng re berê digotin Xatûn ji ber pêşengiya wê ev nav li Xatûna Fexran hatiye kirin. Di baweriya civaka me de tê gotin ku Xatûna Fexran di dema Şêx Adî de jiyaye. Li Laleşa Nûranî wê di wê demê de weke komiteya jin di meclisa Rûhanî de cihê xwe digirt. Wê di nava wê meclisê de jinan perwerde dikir, kar û barên jinan ên wê herêmê birêve dibir. Wê pêşengiya eşîrên Êzidiyan, Qîranî û Zendîna dikin. Piştî wê ji Laleşê berê xwe dide çiyayê Şengalê tê gotin ji Şengalê heya Hesekê civaka Êzidî bi rê ve dibe. Xatûna Fexran girîngî dida aramî û hevsengiya civakê.”

Dayê Nûrê Hesen di berdewamiya gotinên xwe de got ku civak piranî Xatûna Fexran weke pîrik nas dike lê ne tenê xwedî vê hêzê ye û wiha pêde çû: “Xatûna Fexran bi xwe em weke xwedawend pênase dikin. Ew hem jineke zanyar fîlozof, rêzan û pêşeng bû hem jî ew hekîm û loqman bû wê bi nebatên xwezayî dermanan çêdikir û ew pîrik bû wê zarok diwelidandin.”

‘Civak bi navê wê gazî dike: Ya Xatuna Fexran!’

Dayê Nûrê di dawiya gotinên xwe de wiha qala rastiya van gotinan di roja me ya îro de kir:  “Li gel me dema jin serê xwe dişûn dibêjin “Ya Xatuna Fexran” her wiha dema dayikek bi hal be û zarok bîne heya nebêje “Ya Xatûna Fexran tu bi hewara min ve werî nawelide” her wiha her jina ku bixwaze zarokek wê çêbibe yan jî mirazeke wê pêk bê tê Qubê ziyaret dike û hêviyeke xwe dixwaze û mirazê xwe bi ta yan jî paçekê rengîn ve bi dara mirazan ve girê dide da ku daxwaza wan pêk bê.”

Piştî agahiyên micêwira Qubê jinên ciwan jî minêkên xwe bi dara mirazan ve kirin û ji wir xatirê xwe xwestin.