Li ser komkujiya Ermeniyan 108 sal derbas bûn

Di ser komkujiya ku 1,5 milyon mirov hatin qetilkirin de 108 sal derbas bû.

Navenda Nûçeyan- Tiştên ku di komkujiya Ermeniyan 1915’an de hatî jiyîn hîna di hefizayan de ye. Beriya 108 salan 1,5 miyon jin, zarok û pîr bi awayek hovane hatin qetilkirin. Li ser komkujiyê 108 sal derbas bû lê belê der barê mijarê de hê jî hevrûbûn çênebûye. Di berdewamiya komkujiyê de polîtîkayên kîn û nefretê berderwam kirin û tên berdewamkirin.

Jinên Ermenî ji aliyê çeteyên di bin kontrola leşkerên Tirk de hatin revandin, ên ku li berxwedane hatin qetilkirin. Bi hezaran jinên ku neçarî koçberiyê kirin hatin kuştin, gelek ji wan ji ber fikrên wê bi îşkenceyê werin kuştin întihar kirin. Bi hezaran jin ji malbatên xwe dûr man.

700 hezar jin hatin qetilkirin

Di dema komkujiyê de destpêkê mêr hatin hilbijartin, di dema duyemîn a komkujiyê de jin û zarok bûn hedef. Jinên ku hatin revandin û bi zorê kirin misliman bi demê re nasnameya xwe ji bîr kirin û nikaribûn bi zimanê dayika xwe biaxivin. Zarok bêxwedî man.

Li gorî daneyên dîroknasên der barê komkujiya Ermenî û Suryaniyan de lêkolîn kirine;

Li Anatolyayê di navbera salên 1915-1918’an de nêzî 700 hezar jinên Xirîstiyan hatin qetilkirin. Ji vana 350 hezar di riyên koçberiyê de hatin qetilkirin yan jî ji birçîna jiyana xwe ji dest dan. Zêdetirî 100 hezar zarok bêxwedî man. Ev zarok ji aliyê malbatên misilman ve hatin girtin. Di dema komkujiyê de berxwedana jinan her dem rê nîşan daye. Li gelek bajarên Anatolyayê jinan li dijî komkujiyan yekîneyên berxwedaniyê ava kirin.

Dema em werin vê rojê Tirkiyeya ku berdewamiya Osmaniyan e tu dem daneyên rast aşkere nekir û yan jî tiştên ku hatin jiyîn weke komkojî nas nekir.