Çîroka pêlava Îlan a cejna Remezanê ku ji bombebarana İsrayîlê ya li ser Xeza yê xelas bû

Nêrmîn Nasir hewl dide ku keça xwe ya 5 salî ya bi navê Îlan aram bike. Ew di roja sêyemîn a êrîşa li ser Xezayê ya ji aliyê Israîlê ve di rojên despêkê yên cejna Remezanê de, bi lez ji malê derket. Bêyî ku tu eşyayên xwe bi xwe re bibe ji ber ku balafirên Israîlê amadekariya hilweşandina bircan dikirin ji mala xwe derket.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Nêrmîn Nasir dema ku ji malê derdiket, hewl da pêlava keça xwe ya ku lê malê mabû bigre. Dibe ku çîroka wê pêlavê ew neçar kiribû, jiyana xwe ji bo wê bixe xeterê. Nêrmîn Nasir li ser çîroka we dibêje: "Dema ku min Îlan bir sûkê ji bo ku cilên cejnê jê re bikrim wê qebûl nekir ku tu pêlavan biceribîne ji bo ku bikre ji ber wê berî ku em werin sûkê biryar dabû ku wê bibe xwediya pêlavên karakterê navdar. Tevî bihayê xwe yê giran ji wan pêlavên mayî yên li sûkê peyda dibin du qat zêde bû. Ji bo ku Îlan razî bikim pêlavên din bikre min gelek hewl da lê Îlan razî nekir û min pêlava dixwest kirî. Dema em vegeriyan malê, şahiya serkeftinê di çavên wê de xuya dibû."
Ji bo cilên zarokên xwe bigre li ber dengê bombeyan çû mala xwe
Nêrmîn Nasir dibêje: "Di dema vegera min a malê de, ji tirsan min tenê dengê lêdana dilê xwe hîs dikir di dema ku li ser derenceyan diçûm û heta ku gihîştim malê, min dengê girîna keçên xwe yên ku li benda vegera min bûn bihîst. Cilên zarokan di çenteyê min de bûn. Tevî tirsa û xofa dengê balafirên şer jî min hewl da pêdiviyên wan ên binehîn bi xwe re bînim."
 Nêrmîn Nasir berdewan dike ku piştî wê ew tecrubeya zehmet derbas kiriye, li mala dapîra zarokên xwe bi cih bûne, cilên her du keçên xwe yên cejnê li wan kirine, ji bo ku wan ji zextên derûnî û êşên ku jiya bûn ji bîr bikin. Her wiha dipirse û dibêje ku çi gunehê zarokên ku temenê wan ne zêdetirî 5 salî ye hebû vê tecrubeya bi tirs bijîn û bêpar man ji şahiya cejnê ya ku sal bi sal tê û ew li hêviyê ne bibînin?
Nêrmîn Nasir diyar dike ku Îlan zarokek e di nav hezaran ji zarokên ku Israîlê xewn û xeyalên, şabûna wan bi cilên cejna Remezanê yên nû wêran li wan heram kiriye. Malên wan bi serê wan ve rûxandiye. Lê ew kêfxweş e ku wê karîbû hinek tişt ji bo keçên xwe bîne da ku wan hinekî kêfxweş bike ji bo vê yekê dibêje: “Ez bawer im ku gelek ji dayikan nikaribûn vê yekê bikin, ji bo zarokên xwe çend pêlîstokek piçûk bînin.” 
Di 11 rojan de 9 tax hatin bombekirin û 3 ji wan bi tevahî hatin rûxandin
Hêjayê gotinê ye ku Israîlê malên niştecihan ji xelkên wê vala dikir da ku di navbera çend deqeyan de bombebaran bike û dûre, çend saetan dihêle ku li bendê bin da ku bombebaran bike. Ev yek taktîka beşek ji şerê psîkolojîk bû li dijî niştecihên herêma Xezaya ya dorpêçkirî. 
Li gorî Navenda Mafên Mirovan a herêma Xezayê ku di 10'ê Gulanê de di dema êrîşên Israîlê yên di 21'ê Gulanê de bi dawî bûn, di 11 rojan de balafirên Israîlê 9 taxên niştecihbûnê bombebaran kirin û 3 ji wan bi tevahî hatin hilweşandin her wiha hejmara giştî ya xaniyên ku bi tevahî hatin hilweşandin gihîşt 437’an. Di encama hilweşandinan de gelek ziyanên mezin li herêmê çêbûn. Nemaze li cîwarên bi navê Al-Masry, Al-Tanani, Al-Aloul, Abu Hatab û Al-Hadidi, Abu Al-Awf, Al-Qulaq, Ashkantna, Al-Talbani, Arafa Rantisi, di dema serdagirtinên li ser avahiyên sivîlan de, 89 ji wan hatin kuştin, di nav de 38 zarok û 31 jin hebûn û bi dehan jî birîndar bûn.  
Bi hezaran xanî hatin rûxandin
 Navenda Mafên Mirovan a Xezayê eşkere kir ku di dema bombebarana li ser 16 xaniyên ku niştecihên tê de bûn bêyî ku hişyariyek berî bombaranê were dayîn pêk hatiye û di encama kiryarên Israîlê de tevahî malbatên ku piraniya wan sivîl bûn di nav de, malbatên bi navên El-Mesrî, El-Tenanî, El-Dlawl, Ebû Heteb, Hedîdî, Ebû El-awef, El-Qoleq, Eşkenitna, Eltelbanî, Arfa, Elrentîsî hebûne. Her wiha di encama bombebarana balafiran li dijî xaniyên sivîlan de 89 kesan jiyana xwe ji dest daye di nav wan de 38 zarok û 31 jin hebûne û gelek kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên fermî yên ku ji hêla wezareta karûbarên giştî ve li xezayê hatine dayîn, di dema êrîşan de, hêzên Israîlê nêzî 1041 xaniyan û 13500 yekîneyên niştecihbûnê hilweşandine. Her wiha ziyanên madî bi 112 milyon dolar hatin texmînkirin û hewcedariya çêkirina 96000 yekîneyên niştecihbûyî beriya êrîşan hebû.