Zeman El-Hesen bi pirtûka "Gundê El-Newadir" tevli pêşangehê bû
Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Bexdayê li paytexta Iraq Bexdayê dest pê kir û hebûna jinan ji hêla nivîskar Zeman El-Hesen ve hat temsîlkirin. Wê pirtûka xwe ya yekemîn a bi navê “Gundê El-Newadir” di nava çalakiyên pêşangehê de îmze kir da ku hebûn û rola jinan were îsbatkirin.
Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Bexdayê li paytexta Iraq Bexdayê dest pê kir û hebûna jinan ji hêla nivîskar Zeman El-Hesen ve hat temsîlkirin. Wê pirtûka xwe ya yekemîn a bi navê “Gundê El-Newadir” di nava çalakiyên pêşangehê de îmze kir da ku hebûn û rola jinan were îsbatkirin
XIFRAN EL-RADÎ
Bexda- Çalakiya 22'yemîn a Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Bexdayê, di 10'ê Hezîranê de li Bexdayê bi dirûşma “Pirtûk welat e” dest pê kir û biryar hatibû girtin ku wê heya 20'ê Hezîranê bidomîne lê ji ber beşdariya mezin ji jin û ciwanên Iraqê rojeke din hat dirêjkirin.
Bi saya pirtûka xwe êşa jinan dide diyarkirin
Nivîskar Zeman El-Hesen a 30 salî dibîne ku çîrokên jinên Iraqî çi çîrokên kêfxweşî bin çi yên bi êş bin digihîjin asta xeyalan, ji ber ku ew efsanewî ye û di nivîsa çîrokê de jêhatîbûn hewce dike û dibêje: "Girîngîdayîna min a ji pirsgirêkên jinan re ne encama pîşesaziyê ye, encama hestên her cureyên êş û zehmetiyên ku jin wan dijîn e. Ji ber gelek şert û mercên cuda derbas dikin, jin li cîhanê tenê di bin giraniya bêedaletî û hwd. de bi astên cuda de ne."
Bi saya pirtûka xwe ya “Gundê El-Newadir” wê karibû bûyerên ku di tastiyê de qewimîne bîne gel hev da ku karibe hemû êş û pratîkên di jiyana jinên Iraqê de nîşan bide û navê gund li pirtûka xwe kir da ku bigihîje jiyana rast ku daxwaz dike ku jin bigihîjinê.
Destpêka jiyana Zemen El-Hesen
Zemen El-Hesen piştrast dike ku pîşe û behremendiya wê di demek diyarkirî de çênebûye, tovên wê ji zarokatiyê de bi wê re hebûn û tecrubeyên wê yên bi domdarî xwendina pirtûkan hebûn ku ev bû sedem bibe destpêkirin. Bal kişand ser piştgiriya manewî û baweriya kesên derdora wê bi wê, wê ji malbat û hevalên xwe biştgiriya manewî û destekdayînê dît.
Sedema îmzekirina pirtûkê di pêşangeha navneteweyî a Bexdayê de
Zemen El-Hesen dibêje: “Ez her sal yek ji beşdar û şopînerên bi hewes ên pêşangeha pirtûkan a Navneteweyî ya Bexdayê me, ew ji bo min pir girîng e ji ber ku kombûnek çand, huner, zanayên wêjeyê û yên pê re elepedar in. Ji ber vê yekê min xwest ku îmzeya pirtûka min wekî beşek ji vê kombûna çandî be."
Rewş û atmosfera 22’yemîn pêşangeha navneteweyî ya Bexdayê
Zemen El-Hesen dibeje: "Atmosfera pêşangehê pir xweş e, her tişt banga bedewî û girîngiyê dike. Her kesê ku dikeve pêşangehê û di nava edebiyat û bêhna pirtûkan û vê hejmara mezin a weşan û dewlemendiya nivîskî de digre hîs dike ku dixwaze wan hemû serpêhatî, çîrok û ramanên ku di pirtûkan de hene bizanibe, ji ber vê yekê hemû keç, jin, ciwan, pîr, kesên bi edebiyatê re eleqedar dibin û yên ku ji pisporiya edebî dûr in hemû berê xwe didin vê pêşangehê."
Di heman demê de ew dibîne ku pêşangeha pirtûkan derfeteke ku pirtûkan bibînin û wan nas bikin û dibêje: "Zehmet e ku hejmareke wisa mezin ji nivîskaran bi vê hewesa mezin kom bibin wekî ku li pêşangehê kom bûne, di rastiyê de nivîskarên jin û mêr ên Iraqî bi beşdariya jinan di rastiya wêje û çanda Erebî de baldar in û pîşeyên jinan teşwîq dike da ku xwe îsbat bikin."
Nivîskarên jin mora xwe li dîrokê dane
Der barê bandora nivîskar û helbestvanên Iraqê di warê çand û hunerê de, Zemen El-Hesen, helbestvana Iraqê Lemîa Aamar ya ku beriya demekê ji vê cîhanê koç kir, li pişt xwe hezkirinek mezin û pîşe di bîranînên Iraqê de hiştiye bi bîr tîne û dibêje: "Helbestvan Lamîa Aamar wekî helbestvana herî girîng û bi bandor tê hesibandin. Wê karibû pîşesaziyê veguherîne enerjî û nîgar ku bi rengekî cuda mînaka hêza jinan dida."
Zemen El-Hesen nivîskara jin Enam Kecacî jî wekî mînakek nivîsa xeyalî û mamosteya famînîsta dibîn û pêwîst e neyê jibîrkirin.
Di dawiya axaftinê xwe de Zemen El-Hesen hêvî dike ku ew ê karibe doza jinan bigihîjîne serkeftinê bi riya nivîs, serpêhatî û çîrokên ku bi pirtûkan xwe bide diyarkirin.
Pêşangeha pirtûkan a Bexdayê piştî qutkirtina bêtirî salekê ji ber belavbûna koronayê bû şahidê nebûna beşdarbûna weşanxaneyan û tenê 288'e weşanxaneyên Ereb û biyanî ji 14'e dewletan tevli bûn.