Zelal bi çîrok, şano û muzîkê çanda xwe diparêze

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Zelal Musa ev 6 salin cihê xwe di kar û xebatên Çand û Hunerê de digire, diyar dike ku hunerê ji dayika xwe girtiye û armanca wê parastina çandê ye.

ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Dema ku mirov dibêje çand û huner, di despêkê de civak tê bîra mirovan. Civak dikarê bi parastina çandê hebûna xwe mayinde bike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hêjmarên mezin ji jin û ciwanan tevlî Çand û Hunerê dibin û bi amûrên cuda çanda xwe nûjen dikin. Yek ji wan jina ciwan a bi navê Zelal Musa 17 saliye û ji bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Zelal ev 6 salin cihê xwe di navenda Tevgera Hîlala Zêrîn de digire û bi çîrok, şano û mûzikê xwedî li çanda xwe derdikeve. Zelal 6 salên xwe di Tevgera Hîlala Zêrîn û pêşketinên xwe parve kir. 
"Ji 11 saliya xwe de beşdarî çand û huner bû"
Zelal 11 salî cihê xwe di Tevgera Hîlala Zêrîn de digire û bi van gotinan meşa xwe ya 6 salan tîne ziman: "Ez di 11 saliya xwe de beşdarî Çand û Hunerê bûm. Di salê yekemîn de min cihê xwe di mûzikê de girt û min dengê xwe pêş xist. Her ku min kar û xebat dimeşand min qabiliyetên nû keşif dikir. Di nava kar de şano gelek bala min dikişand û ez beşdarê koma şano bûm. Piştî şoreşa me pêk hat gelek sazî û tevger hatin avakirin û berfireh bûn. Yek ji wan Tevgera Hîlala Zêrîne ku min jî cihê xwe têde girt. Piştî wê 6 mehan min berhemên xwe avakirin. Ez beşdarî 3 şanoyên bi navê "Em hene", "Jina bi tenê" û "Aşitî di baskên çûkê de" bûm. Bi van şanoyan ez beşdarî mîhrîcanê jî bûm. Li gel şanoyê ez cihê xwe di koma mûzîk a bi navê Stêra Zêrîn digirim. Amûrên ku ez lêdidim jî erbane û gîtar e."
"Hunerê ji dayika xwe hîn dibe"
Zelal di berdewamiya gotina xwe de qala wateya çand û huner ji kesayeta wê re wiha anî ziman: "Ji zaroktiya min de dayika min cihê xwe di nava çand û hunerê de digre û dengbêje,  xaltika min cihê xwe di nava beşê govendê de di çand û hunerê de digirt, em malbatek ji çand û hunerê ne dûr bûn. Ji ber wê min tu zehmetiyên mezin û giran li pêşiya xwe nedît, ji ber ku malbat her dixwast ez di nava hunerê de mezin bibim. Di despêka beşdarbûna min ji çand û hunerê de, malbata min dixwest ez fêrî amûra tembûrê bibim, lê gîtar min bêtir nêzî xwe dît, loma min xwe fêrî amûra gîtarê kir.  Çand û huner hebûna min e, ez xwe di nava çand û hunerê de avadikim û sekneke min di nava civakê de çêdibe.  Dîroka me di çanda me de ye, dema ku em vedigerin dîroka xwe em xwe û çanda xwe nasdikin, êdî em bi berhemên xwe çanda xwe nûjen dikin, her ku ez çîrokekê dibêjin, muzîkekê lêdidim û şanoyekê pêşkêş dikim ez xwe di van berheman de nas dikim û avadikim, ev jî dibe parastina çanda dayik û dapîrên me û avakirina pêşerojek baş."
"Bernameya hebû tunebû"
Zelalê di dawiya gotina xwe de bahsa bernameyê hebû tunebû ya ku li ser ekrana JIN tv  ew bi xwe pêşkêş dike kir û gotina xwe wiha bi dawî kir: "Li navenda Tevgera Hîlal Zêrîn, ev demeke ku ji bo qanala jinan JIN tv min dest bi bernameyê "Hebû Tunebû" kiriye, ez jî çîrokebêjekim cihê xwe di nava vê bernameyê de digrim. Armanca me ji vê bernameyê, ewe ku em çand, huner, ziman û hebûna xwe bi xwe biparêzin. Di riya van berhem û bernameyan jî em sûdek mezin digirin. Em bi bernameyên wiha çanda civakê xwe diparêzin. Di dema pêş de projeyên mezintir hene ku ez bibim derhêner û lîstokvanek xurt. Projeya me ya demê pêş ewe ku em bi amûran şanoyek pêşkêş bikin. Banga min ji tevahî civaka me re heye ku bila vegerin çanda xwe da ku hîn zêdetir xwe binasin."