Zeinab Vasikî: Wêneyên min têkoşîna bi tacîz û şîdeta li dijî jinên Mexribê re ye
Wênexêz Zeinab Vasikî li ser wêneyên ku xêz dike dibêje ku ew bi wan têdikoşe û bi hilbijartina wêneyên jinan ên tazî dixwaze gelek peyaman bide mirovan û wan ji ber zîhniyet û kiryarên wan sûcdar bike û wiha dibêje: “Ez di heman demê de xirabiya rewşa perwerdeyê û pergala heyî ya perwerdeyê jî sûcdar dikim. Ez nabêjim bila jin bedena xwe bigre yan xwe tazî bike. Lê belê ez bedena jinan tazî xêz dikim û wekî tabloyek lê dinihêrim, ne wekî amûrek ji bo seksê bi kar tînim.”
HENAN HARIT
Mexrib- Zeinab Vasikî wekî endazyarek mekanîk dest bi kariyera xwe ya hunerî kir lê di warê xebatê de rastî tacîzê hat ku wê yekê hişt ku ew dev ji vî warî berde û behremendiya xwe ya xêzkirinê bi kar bîne da ku doza xwe biparêze lewre ew jî rastî destdirêjî û şîdeta ku li jinan di kar û kolanan de tê kirin hatibû. Ji ber vê wê xwest bedena jineke tazî xêz bike. Li ser armanca xêzkirina bedena tazî dibêje; "Gava ku ez bedena jinek tazî xêz dikim, dixwazim bedena jinan di çavên mêran de bikim tiştek normal. Ji ber ku civakên Ereb her gav bedenê bi perspektîfa cinsî ve girê didin û mebesta min ew e ku bedena jinan ji hemû ramanên paşverû azad bibe.”
Ciwana Mexribê û wênesaz Zeinab Vasikî di hevpeyvînek ji ajansa me re qala têkoşîna xwe û awayê xwe yê parastina jinan kir da ku li dijî her cure neheqiya ji aliyê mêran ve tên kirin têbikoşe.
Zeinab Vasikî kî ye û kengê eleqeya wê ya xêzkirinê çêbû
Zeinab Vasikî hunermendek kartonî ya Mexribê ye, di 1994’an de li Fasê ji dayik bûye. Ew di heman demê de endezyarek mekanîkî, nivîskar û parêzvana mafên jinan e. Digel xebata min a di warê bihêzkirina jinan û wekheviya zayendî de îro ez bi hunerê dijîm ku ez wê, wek têkoşîna ji bo azadiya bedena jinên Mexribê bibînim.
Eleqeya min a bi xêzkirinê re di şeş saliya min de dest pê kir. Komedyenên Emerîkî û Yabanî ji min re bûn îlham ku ez bibim karîkaturîst lê hunera min berê xwe da aliyek din ku ew jî parêzvaniya jinan e.
Ji endezyarek mekanîkî ber bi wênesazî û nivîskarek ku bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dib eve hûn çûn. Sira vê guhertin û girîngdayîna doza parastina jinên Mexribê çi ye?
Bi saya pîşeya min a orîjînal wekî endezyara mekanîkê û xebata min di çend kargehan de, ez çend caran rastî tacîzê û zîhniyeta mêr hatim. Kariyera min a pîşeyî di qonaxa perwerdeyê de dest pê kir. Temenê min 19 salî bû, ez li cihê kar û di otobusê de rastî tacîzê dihatim, dema ku digihîştim malê gelekî tengzar dibûm. Carekê ez vegeriyam malê, min dît rêbaza tekane ya çareseriya vê ew e ku bedena xwe tazî xêz bikim û li ser malperên tora civakî belav bikim. Hinekan gotinên nexweş gotin, hinekan jî rexne li nîgarên min dikirin û dixwestin wateya weşandina wêneyan bizanibin. Di wê demê de min xwe pir rehet hîs kir û min dît ku huner ne destpêka şer e, ji bo mexdûrên tacîzê û gihandina ramanan bi awayekî cuda, derman e. Ji ber ku ez rastî tacîzê hatim, min ew jinên ku rastî tacîzê hatine, hîs dikir. Min dît ku wêneyê min wekî dengek ji bo mexdûrên tacîzê ye lê tevî çewisandina ku ez berê di jiyana xwe de lê rast hatim, piştî ku min rêbaza têkoşîna xwe hilbijart, min bedena jinê tazî nîgar kir. Ez xwe mîna jinek bi hêz hîs dikim lewre bi vî rengî bi tundî û tacîza rast hatibûm re rûbirû bûm.
Di tabloyên xwe de, tu hewl didî jinan tazî nîşan bidî gelo tu nafikirî ku ev riya te hilbijart dê bi demê re zirarê bide riya te ya hunerî û gelo ji ber ku tu civakê sûcdar bikî te ev rê hilbijart?
Ez bawer nakim ku ew ê bandorê li riya min bike. Berevajî, ew rêgezeke nû ye. Ez bi wê têdikoşim û hilbijartina min a vî alî ji ber vê yekê ye ku ez dixwazim gelek peyaman bidim û mirovan ji ber vê zîhniyet û kiryarên wan sûcdar bikim. Ez di heman demê de xirabiya rewşa perwerdeyê û pergala heyî ya perwerdeyê jî sûcdar dikim. Ez nabêjim bila jin bedena xwe bigre yan xwe tazî bike. Lê belê ez bedena jinan tazî xêz dikim û wekî tabloyek lê dinihêrim, ne wekî amûrek ji bo seksê bi kar tînim. Hin kes difikrin ku ez piştgiriyê didim tazîkirina beden lê na. Ez tenê dixwazim bibêjim ku jin di ware bedena xwe de azad in û mafê wan heye ku çawa dixwazin bikin. Hilbijartina min xêzkirina bedena tazî tiştek bi min ve girêdayî ye. Mixabin, mirov rêzê li bijarteyên kesên din re nagirin. Çanda nepejirandina yên din hîn jî di civakê de heye.
Te got peyamên te hene ku tu dixwazî bi hunera xwe ragihînî. Ew çi ne gelo?
Ez dixwazim bibêjim ku divê her kes li xwe miqate be û her ferdek di civakê de xwediyê/a bedena xwe ye divê em rêzê ji jinan re bigrin, mafên wan jî hene. Divê ew wek hebûnek lawaz neyên dîtin. Mafê wê heye ku her kincê ku tê de rihet e li xwe bike. Mafê kesê tune ye ji jinan re rêbaza jiyana wan diyar bike. Huner ji bo min amûreke ji bo guhertinê ye.
We berê pirtûkek weşandibû ku tê de we gotibû "Hashouma" ew jî di wateya şerm de ye. We dixwest bi riya vê pirtûkê hûn çi bibêjin?
Pirtûka "Hashouma" du şaxan dihewîne, ya yekem ew e ku ez li ser beden û nasnameya zayendî biaxivim û divê jin bedena wê bi çi şiklî be jî qebûl bike. Ne teqez dive xweşik û bedew be. Ya duyemîn jî der barê feraseta cinsiyetparêziyê de û mirov çawa jinan ji tacîzê diparêze de ye. Her wiha min behsa kurtajê jî kir yanî hemû tabûyên ku axaftin li ser wan qedexe ye, di pirtûkê de hene. Xala sereke ya ku mijara pirtûkê li dora wê dizivire ew çanda ku laşê jinan wekî celebek kêm dibîne ye. Ev jî di encama nebûna çanda zanîna cinsî di dibistan an di malbatê de derdikeve. Ev pirtûk bi mebesta ku her tiştê derxe ronahiyê hat nivîsandin. Bi dîtina min, pirsgirêkên civakî ger neyên axaftin girantir dibin.
Hûn rewşa jinên Mexrib çawa dibînin û çawa wan di wêneyên xwe de vedihewînin?
Rewşa jinan li Mexribê ji ya hempîşeyên xwe yên li welatên cîran çêtir dibînim. Ji sala 2004’an vir ve, bi derxistina qanûna malbatê re, mafên jinan bû şahidê pêngavek kalîtîkî ku bi saya têkoşîna jinan gelek maf hatin bidestxistin. Divê em riya tekoşînê ya ku me daye destpêkirin ji bo parastina destkeftiyên ku di salên heştê û notî de ji hêla tevgerên jinan ve li Mexribê hatine girtin biparêzin. Li gorî min, her kes di civakê de ji bo edaleta ji bo jinan bi pozîsyona xwe têbikoşe. Mînak, ez nexşeyên xwe wekî têkoşînek cihêreng dibînim û bi wan li dijî tacîz û şîdeta li ser jinan têdikoşim.
Gelo hûn difikirin ku xêzkirina we ya domdar a jinên tazî dê nêrîna civakê li ser jinan biguherîne
Ez difikirim ku pozîsyona min a nîgarxêziyê û vebijarka min a vê rêbaza vegotina êşên jinan di civakek kevneperest de, riyek e ku li dijî ramana baviksalarî pê şer dikim û ku bedena jinan di çavên mêran de dikim tiştek normal. Civakên Ereb her gav wê bi perspektîfa zayendî ve girêdidin, nêzîkatiya min a ku ez dixwazim bedena jinan azad bikim heye. Ya ku ez dikim şoreş e. Ya ku îro hewce dike rêzgirtina ji hemû jinan re ye û rawestandina nêrîna baviksalarî ye ku hîn jî biryarên me kontrol dike.
Li gorî we mafên ku hê jî pêdiviya jinên Mexribê bi wan heye çi ne?
Tevî hemû destkeftiyên ku heta îro hatine bidestxistin jî ji bo têkoşîna jinan a li Mexribê hîn jî riyeke dirêj heye. Lê gelek valahiyên qanûnî yên ku tên bikaranîn hene. Mînak, her çendî tacîz bi qanûna di sala 2018’an de sûc hatiye dîtin jî dîsa jin rastî tacîzê tên. Ev xal hê jî li benda me ye ku em bêtir têbikoşin û bi ramanên ku hê jinan tenê wekî ‘beden’ dibînin, gava ku derdikevin derve divê werin çewisandin, bisekinin. Di heman demê de, zewaca biçûkan, gelek valahî hene ku hîn jî dihêlin ev zewac çêbibin. Heta niha mexdûr nikarin sûcên destavêtin û tacîzê ji ber nêrîna civakê ya ku wan ditirsîne, bibêjin û eşkere bikin. Ji ber vê yekê bi dîtina min divê her yek ji me di civakê de li gorî pozîsyona xwe bixebite da ku hemî ramanên jinan dixin nava xendekê biguherînin. Qanûn ji hêla mêran ve hatine nivîsandin da ku bedena jinan kontrol bikin, ji ber vê yekê ez difikirim ku dem dema guhertina wan e.