Zohra Aoudia bi romana xwe ya “Tizîrî” zehmetiyên jinên Cezayîrî vedibêje

Nivîskar Zohra Aoudia bi romana xwe ya bi navê “Tizîrî” êş û azarên jinên Cezayîrî, zehmetiyên kuy ew ji ber zayendparêziya civakî pê re rû bi rû dimînin vedibêje.

NECWA RAHİM

Cezayir - Nivîskara Cezayîrî Zohra Aoudia, pispora nivîsandina bi zimanê Kabîlî "Amazîxî", di sala 1982'an de ji dayik bûye, xwediyê bawernameya masterê di zimanê amazîxî de ye. Ew bi parêzvaniya xwe ya pirsgirêkên jinan tê naskirin. Nivîskar Zohra Aoudia bi romana xwe ya bi navê “Tizîrî” êş û azarên jinên Cezayîrî bi taybetî li herêma Kabîlî ronî dike.

"Armanca min a herî mezin gihandina peyameke rast û gihandina keda jinan e"

Nivîskar Zohra Aoudia anî ziman ku armanca wê ya herî mezin gihandina peyameke rast û gihandina keda jinan e, ji bo têkoşîn û îfadekirina maf û azadiyên wan û wiha pê de çû: "Di civakên baviksalarî de êşa jinan ji zayîna wan dest pê dike. Li Cezayirê jin bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Min di romana xwe de behsa gelek mijarên girêdayî hev, wek îxaneta hevalên nêzîk, êrîşa zayendî, heqaret, cudakarî, xwekuştin û destdirêjiya seksî li cihê kar û rewşa derûnî û fizîkî ya jinên mexdûrên şîdetê û destdirêjiyên dubare kir."

"Ez tercîh dikim ku li ser jinan û êşên wan binivîsim da ku rastiya bi hezaran jin ragihînim"

Derbarê hilbijartina wê ya ji bo çareserkirina pirs û mafên jinan de Zohra Aoudia wiha got: "Di wêje û helbestan de gelek mijar hene ku nivîskarek dikare behsa wan bike, lê ez tercîh dikim ku li ser jinan û êşên wan binivîsim da ku rastiya bi hezaran jin, bi taybetî yên ku bêdeng diêşin, wekî ku min di romana Tizîrî de belge kiriye, ragihînim. Ez hewl didim tabûyên ku gel li ser wan napeyive çareser bikim, ji ber ku ez wan di serî de pirsgirêkên mirovahî dihesibînim. Tundî, îxanet, cudakarî û tecawiz mijarên ku li derdorên me yên nêzîk an dûr di civakê de rû dane ne. Erka me ya nivîskaran e ku em mijarên ku kes li ser wan napeyive ronî bikin. Ji bo gihandina dengê jinan li herêma Kabîlî bi taybetî bi zimanê Amazîxî li ser pirsgirêkên jinan nivîsandina jinan pir girîng e."