Zarokê wênexêz heskirina xwe ya Eftînê bi wêneyan tîne ziman

Zarokê wênexêz Xelîl Hiso yê piştî dagirkirina Efrînê bi malbata xwe re koçberî bajarê Helebê bûyî ji dur ve heskirina xwe ya warê xwe Efrînê bi wêneyan tîne ziman û herî zêde wêneyên xwezaya Efrînê xêz dike.

SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Xelîl Hiso yê 14 salî ji gundê Çeqela yê girêdayî Efrînê ye, piştî dagirkirina Efrînê bi malbata xwe re koçberî bajarê Helebê bû û li taxa Şêx Meqsûd Xerbî bi cih bûn. Xelîl Hiso yê bi xwe ji malbateke hunerhez e xwişka wî stranbêj e birayê wî jî li piyanoyê dide, ji ber wê jî di temenek biçuk de heskirina wî ya hunerê çêdibe. Herî zêde wêneyên ku xêz dike li ser bajarê Efrînê, xweza û wêneyên jin û dayikên temenê wan mezin e. Çiqas pêşangeh werin vekirin wêneyên Xelîl cihê xwe tê de digrin û yên herî balkêş wêneyên wî tên dîtin. Niha jî Xelîl cihê xwe di Yekitiya Hunerê de digre. 
Xelîl Heskirina xwe ya Efrînê wiha tîne ziman: “Piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk ve hat bombebarankirin û dagirkirin em ji Efrînê koçber bûn. Destpêkê em hatin Şehbayê lê em pir lê neman, derbasî Helebê bûn û li taxa Şêx Meqsûd bi cih bûn. Çawa ku em hatin Helebê min xwendina xwe ya Kurdî domand her wiha min hunera xwe jî di cih de nehişt ez çûm paymangehê û min xwe tê de tomar kir, pêre jî hunera xwe berdewam kir. Êdî min perwerdeya xwe ya wênesaziyê didît piştre ez derbasî navenda çand û hunerê ya Cemîl Horo bûm û li wir jî zêdetir me xwe di milê wênexêziyê de bi pêş xwist. Rojên pir xweş min li welatê xwe Efrînê derbas kir her tişt li Efrînê xweş bû dibistana min heya niha li pêş çavê min e û min gelek bêriya axa welat kiriye. Min pir bêriya Efrînê û rêhevalên xwe yên ku bi min re fêr dibûn kiriye. Ji biçûkatiya xwe de ez ji wênexêziyê hez dikim. Piştî ku em li Helebê bi cih bûn dayik û bavê min qet ranewestiyan heya ji min re cihê perwerdeya wênesaziyê dîtin da ku ez hunera xwe berderwam bikim. Ez wêneyên cur be cur û bi rê û rêbazên cuda çêdikim, mîna çêkirina wêneyan bi komir, rengên darî, rengên avî hwd. lê herî zêde ez wêneyan bi komirê çêdikim. Çi tê bîr û xeyalên min ez xêz dikim, ez xeyalên xwe yên berfireh li ser kaxizek biçûk xêz dikim ji bo min ev tiştek gelek xweş e.”
“Jiyana dapîr û bapîrên xwe bi wêneyên didim jiyandin”
Xelîl bal kişand ser mijarên ku di wêneyên xwe de xêz dike û wiha bi lêv kir: “Ez wêneyên li ser lawiran, tevgera wan, cureyên lawiran, lawirên ku qir bûne her wiha çand û dîroka me û çawa di demên berê de jiyane, di heman demê de li ser awayê jiyana dapîr û bapîrên xwe bi riya wêneyên xwe ji nû ve didim jiyandin. Herî zêde wêneyên jinên demên berê û rola wan a di çandê de çêdikim. Beriya ez dest bi wêneyê xwe bikim di serî de di xeyalên xwe de jiyana ku ez dixwazim wisa be ez pê dihizirim û piştre li ser kaxizê wêneyan çêdikim. Dema ez bixwazim mirovekî xêz bikim destpêkê rûyê wî baş ezber dikim piştre dest bi xêzkirinê dikim. Ev tişt jî ne hêsan e gelek dijwariyên xwe hene di heman demê de gelek zagonên dijwar di wênexêziyê de hene lê bi demê re ev zagon hêsantir dibin. Hin wêne hene 3 rojan dem dixwazin heya ez bi dawî bikim, hin ji wan jî hene 6 rojan dixwazin heya bi dawî bibe. Êdî her wêneyek li gorî mijara xwe ji min demê dixwaze. Pir caran hin wêne bi min re çend mehan dimînin li gorî mezinbûna wan wêneyan. Kesa ku herî zêde piştgiriya min dike dayika min e di heman demê de mamosteya min jî pir dixwaze ez bi pêş kevim û roleka wan a girîng heye di pêşketina min de. Dayika min piştgiriya min kir û mamosteya min ez bi pêş xistim girîngiya wan herduyan heye heya ez gihîştim vê rojê.”
Xelîl bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dema temenê min 4 salî bû dayika min perçeyek kaxiz da min û min li ser wê xêzên ne diyar xêz dikir, bi demê re ew xêz bûn wêne, wêneyên mirovan, lawiran, kulîlkan û hwd. di wê demê de dayika min pir ji wêneyên min hez kir û hewl da bi riya hin perwerdeyan min bi pêş bixe û mamosteyeke baş ji bo min fêr bike ji min re bibîne. Wêneyên min herî zêde li ser keda dayikê û li ser jinan in. Ji ber ku dayik herî zêde dibin sedema pêşketin û pir tiştan ji ber ku herî zêda dayik bi zarokên xwe re mijûl dibin. Bi qasî ku hevalên min ji wêneyên min hez dikin, wêneyên min ji aliyê navenda çandê ve jî tên hezkirin. Çiqas pêşangeh vebin wêneyên min jî cihê xwe di wan de digrin. Ev tişt jî moralek bilind dide min. Niha jî ez cihê xwe di saziya çand û hunerê de digrim û endamek wan im. Di dawiyê de banga min ji hemû zarokan re heye ku guhdarî dayik û bavê xwe bikin û ber bi riya başiyê ve biçin. Bila demên xwe vala derbas nekin û li kolanan negerin û mejiyê xwe di tiştên baş de bi kar bînin mîna nivîsandina helbestan, gotina stranan, xêzkirina wêneyan an jî werzîşên cur be cur. Di hema demê de bila dayik hişyar bin bi vê awayî civaka me dê bi pêş bikeve û her tim ber bi pêşketinê ve biçe û zana bibe.”